Wan – Şanogerên ciwan ku di bin banê BA-DERê de şanoyê dikin, behsa çîroka xwe ya dest bi şanogeriyê kirin û banga xwedî derketina li şanoya Kurdî kirin.
Yekemîn metna şanoya Kurdî ya tê zanîn şanoya Evdirehîm Rehmî Hekarî ya bi navê “Memê Alan” e ku di hejmarên 15 û 16an ên Kovara Jînê de li Stenbolê di sala 1916an de hatiye weşandin. Ji vê dîrokê heta niha şanoya bi zimanê Kurdî her ku diçe mezintir û berfirehtir dibe. Di van salên dawî de Şanoya Bajêr a Amedê şanoya Kurdî di nava civaka Kurd de daye nasandin û gelek şanoger gihandin e. Her wiha kesayetên weke Nazmî Karaman ku ew jî weke Evdirehîm Rehmî Hekarî ji navçeya Gever a Colemêrgê ye, çanda ku bi Evdirehîm Rehmî Hekarî şênber bûye, bi xebatên xwe mezintir dike.
BA-DER ava bû
Nazmî Karaman û şanogerên ciwan li Amedê di 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de ji bo Komeleya Çand û Hunerê ya Ba (BA-DER) ava bike serî li saziyên fermî didin. Di 21ê Adarê roja Newrozê de jî BA-DER ava dibe. Her wiha komeke şanoyê jî di bin banê vê komeleyê de şanogeriyê dike. Şanogerên ciwan ku li Şanoya Bajêr a Amedê perwerdehiya şanogeriyê dîtine, niha bi lîstika “Wezîrtî Para Min E” derdikevin pêşberî şanohezan. Lîstika “Wezîrtî Para Min E” ji hêla nivîskarê şanoyê yê Bûlgarî Stefan L. Kostov ve hatiye nivîsandin û derhêneriya lîstikê jî Nazmî Karaman kiriye.
Bi saya Şanoya Bajêr a Amedê dest bi şanogeriyê dike
Yek ji van şanogerên ciwan Ferhat Robîn Çalişkan e û ew jî endamekî BA-DERê ye. Robîn Çalişkan ev 4 sal in bi şanoyê ve eleqedar dibe, lê ji bo debarê jî karekî cuda dike. Robîn Çalişkan di sala 2021an de tev li kargeha şanogeriyê ya Şanoya Bajêr a Amedê dibe û çîroka wî ya şanogeriyê wisa dest pê dike. Robîn Çalişkan ku behsa destpêkirina xwe ya şanogeriyê kir, anî ziman ku di kargeha şanogeriyê de di nava nêzî 120 kesan de 20 kes hatin hilbijartin û got: “Ez jî di nava van 20 kesan de bûm. Kargehê qasî 6 mehan berdewam kir û piştî kargehê wan lîstikek lîst. Mamoste Nazmî Karaman behsa koma xwe ya Teatra Ba kir û em 5 heval jî tev li koma wî bûn. Dû re em hinekî şêwirîn û me li ser vekirina BA-DERê biryar da. Me wisa dest bi şanoyê kir.”
Wî bi saya şanogeriyê laşê xwe nas kiriye
Robîn Çalişkan ku behsa sûdgirtina ji şanogeriyê kir û diyar kir ku wî bi saya şanogeriyê laşê xwe naskiriye. Robîn Çalişkan da zanîn ku naskirina laş di esasê xwe de bikaranîna laş e û ev tişt got: “Dema ez derdikevim ser dikê ez êdî ne Robîn im, ez dibim ew karakterê ku ez ê bilîzim. Wî çaxî jî ez li gorî wî karakterî laşê xwe bi kar tînim.”
Şanoya Bajêr ji bo wan dibistan e
Şanogera ciwan û endama BA-DERê Havva Akçîçek jî behsa çîroka xwe ya şanogeriyê kir. Havva Akçîçek diyar kir ku wê ji berê de ji şano hezdikir û pir temaşe jî dikir. Havva Akçîçek anî ziman ku ew li ser medyayê rastî kargeha şanogeriyê ya Şanoya Bajêr a Amedê hatiye û wiha pêde çû: “Hevalên min ji berê de hertim ji min re digotin ‘potansiyela şanogeriyê bi te re heye’ û min jî serî li kargehê da. Kargeha Şanoya Bajêr a Amedê pir baş û serkeftî derbas bû û min jî bi vê kargehê dest bi şanogeriyê kir.”
‘Hesta şanoya Kurdî pir xweş e’
Havva Akçîçek bal kişand ser şanogeriya Kurdî û destnîşan kir ku ji bo wê şanogeriya bi zimanê Kurdî pir xweş tê. Havva Akçîçek bi bîr xist ku zimanê Kurdî ne zimanê perwerdehiyê ye û fermî nîn e, lê belê di nava Kurdan de cihekî mezin digire. Havva Akçîçek axaftina xwe wiha domand: “Dema ez temaşevan bûm, lîstikvan karakterê xwe dilîst, min digot ‘wa ev weke apê min e, apê min jî wiha dipeyive’. Ji ber ku zimanê civaka me kurdî ye, karakterê tê lîstin jî ji nava civakê ye û temaşevan xwe pirtir nêzî wî karakterî/ê hîs dikin. Ez bi giştî ji şanoyê hezdikim, lê gava kurdî be mirov dizane heman çîrok li malê li ser şîvê an jî li kolanan û di dawetekê de heye. Lewma hesta şanoya kurdî pir xweş e.”
‘Di nava her malekê de şanogerek heye’
Havva Akçîçek da zanîn ku şanogerî di nava Kurdan de her tim hebûye û wiha berdewam kir: “Helbet niha di malbatên we de jî kesên xweş teqlîdan dikin hene. Gelek caran dibêjin şanoya kurdî nû destpêkiriye, lê ev kesên di nava malbatên me de jî bi ya min şanoger in. Dibe ku derfetên wan nebin bi profesyonelî şanoyê bikin, belkî haya wan jê nebe, lê ew jî şanogeriyê dikin. Şanoya kurdî niha gihiştiye astekê, lê hêj jî ji aliyê derfetan de kêmasiyê dikşîne. Ez hêj rastî avahiyek an jî ciheke mezin ya şanoyê nehatî me. Cih û komên şanoyê niha yên heyî hemû biçûk in û ji ber vê yekê perwerdehiya şanoyê kêm e. Mîsyoneke me ya BA-DERê jî ew e ku derfetan ji bo şanogerên nû ava bikin. Ez bawerim dê gelek ciwanên Kurd tev li komeleya me bibin û perwerdehiyê bibînin.”
‘Di şanoya Kurdî de rola jinan girîng e’
Havva Akçîçek behsa rola jinan a di şanoya Kurdî de kir û got ku ji ber sîstemê di civakê de jin ji gelek tiştan kêm man e. Havva Akçîçek diyar kir ku ew jî gelek caran dibihîzin ku jin di şanoyê de jî hinekî paş de mane û ev yek anîn ziman: “Lê di şanoya kurdî de tiştek wisa nîne. Jin, ji mêr kêmtir an jî rola mêr cuda ya jinê cuda nîne. Ji aliyê lîstîkvaniyê ve jî, ji aliyê karbeşiyê ve jî wekhevî esas e.”
Bang xwedî derketina şano û zimanê Kurdî li ciwanan kir
Havva Akçîçek bang li ciwanan jî kir û got ku heke ji bo şanogeriyê baweriya wan bi wan hebe bila teqez dest bi şanogeriyê bikin. Havva Akçîçek diyar kir ku heke potansiyela wan hebe tevî karê xwe yê debarê jî dikarin weke hobî şanogeriyê bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dibe ku ji bo debara xwe kareke din jî bikin, lê şano ji bo wan nabe astengiyek. Ji bilî şanoyê bila xwedî li zimanê xwe jî derbikevin. Bila her derî kurdî bipeyivin, kurdî bixwînin û kurdî binivîsin.”