Şirnex – Endama Meclîsa Edaletê ya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê Atiye Ûsiv anî ziman ku piştî damezrandina Rêveberiya Xweser Meclîsa Edaletê hatiyê avakirin û qanûn ji bo mafê jinan û civakê hatinê derxistin û mafê wan mîsoger dike.
Piştî şerê navxweyî yê Suriyeyê ku di sala 2011’an de dest pê kir, gelek hezên paramîlîter û serdest ên navneteweyî li herêmê bi cih bûn. Xwestin di şerê navxweyî yê Suriyeyê de parçeyekî bigirin. Gelê Kurd ku di nav dewleta Suriyeyê bêmaf û bênasnamê dijiya bi destpêkirina şerê navxweyî re li Rojavayê Kurdistanê kanton îlah kirin û dest bi têkoşîna avakirina xweseriyê kirin. Di 19’de Tirmehê de gelê Kurd û gelên piştgirî dan hezên Yekineyên Parastina Jinan (YPJ) û Yekineyên Parastina Gel (YPG) bi navê “Şoreşa Rojava” pêngaveke nû dan destpêkirin. Bi têkbirina DAIŞ û şoreşe re Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê hat ava kirin. Li ser fikra Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pergala Netewa Demokratîk ket meriyete.
Pergala Netewa Demokratîk ku demokrasi, ekoloji û azadiya jinê esas digrê hemû netew, pêkhate û bawerî bi awayekî wekhev bi hev re dijîn. Bi rûniştandina pergala Neteweya Demokratîk ve her sal guherînên mezin li herême pêk hatin. Pergla perwerdehî, tendûristî, aborî û Edaletê li ser fikra Netewa Demokratîk ji nû ve hatin ava kirin. Her wiha li gundan komîn, li bajarok û bajaran meclis û li ser meclîsan re jî kanton hatin avakirin. Beşdarbûna gel a rêveberiyê esas girtin. Ji aliyê pergala edaletê ve ji bo mafê mirovan û mafê jinan bêmîsoger kirin ji nû ve qanûn hatin li derxistin. Ji bo berfirehtirkirina mafê civakê li gor nêrîn û daxwaza gelên herême di 12’ê kanûnê de Hevpeymana civakî qebûl kir. Hevpeymana Civakî ya ku 4 serenav û 134 xalan pêk tê; mafê jinan û mafê gelan berfirehtir kir. Endama Meclîsa Edaletê ya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê Atiye Ûsiv pergala Edaletê ya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ji ajansa me re nirxand.
‘Armanc civaka exlaqî û polîtîk e’
Atiye Ûsiv anî ziman ku ji bo parastina mafên jinan û civakê piştî damezrandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê Meclîsa Edaletê hatiyê avakirin û ji bo parastina mafê mirovan ji nû ve qanûn hatinê li darxistin. Atiye Ûsiv bi lêv kir ku armanca wan, civaka exlaqî û polîtîk e û wiha pê dê çû: “Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bi 3 meclîsan pêk te. Meclîsa Gelan, Meclîsa Cibicika û Meclîsa Edaletê. Di hemû pergalan de edalet cihekî girîng digire. Heke li welatekî edalet têk biçe di demê re pergala ku li wî welatî hatiyê rûniştandin jî têk diçe. Pergala me ya edaletê ew ê ku civakeke ehlaqî pêk were. Bi hevpemana civakî jî rol û mîsyoneke mezin ji pergala edaletê re hat dayin. Em mafê mirovan û wekheviya civakê esas digirin. Hem ji aliyê mafan ve, hem jî ji aliyê cezadayinê ve wekhevî heye. Pergala Neteweya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê jî xwe disperê edalet, wekhevî û demokrasiyê.”
‘Hevpeymana Civakî di nava gel de bawerî çêkir’
Di berdewama axaftina xwe de Atiye Ûsiv bal kişand ser Hevpeymana Civakî û ev tişt gotin: “Di ser erêkirina Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê re nezî salek derbas bû. Hemû netew û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê beşdarî hevpeymana civakî bûn û di nava civakê de jî baweriyek çêkir. Ji ber ku li gorî nêrîn û daxwazên wan ew hevpeyman hat erêkirin. Hemû biryarên hevpeymanê li gor nêrînên gel û daxwazên wan hatin dayin. Ew hevpeyman wê mafê gel çawa biparêzê ew hemû me berbiçav derbas kir û li gor wê ew hevpeyman erê kir. Ji ber wê jî baweriya gel ji pergala Netewa Demokratîk û Rêveberiya Xweser xurt bû. Di hevpeymanê de jî ji bo wekheviya jinan em li ser mafê jinan sekinin. Di hemû beşên civakî de me pergala hevserokatiyê esas girt. Dema civakê jî dît ku ew hevpeyman ji bo wan e û ji bo mafê wan bê parastin hatiye amade kirin gel jî bawer dike.”
‘Ji bo parastina mafê jinan û civakê ji nû ve qanûn hatin derxistin’
Atiye Ûsiv da zanîn ku piştî damezrandina Rêveberiya Xweser gelek qanûn ji nû ve hatine li derxistin û ew ji bo mafê jinan û civakê biparêzin qanûnan derdixînin. Atiye Ûsiv axaftina xwe wiha domand: “Di destpêka avakirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê de li dijî jinan gelek sûc pêk hatin. Zarok kdi temenê biçûk de zewicandin. Ji ber xwîniyê jin firotin. Gelek sûcên bi vî rengî li dijî jinan pêkhatin. Lê li gor qanûnên Suriyeyê ew yek jî ne sûc bûn. Rêveberiya Xweser jî di vê derbarê de hê qanûn dernexistibûn. Saziyên jinan û rêxistinên jinan li dijî vê yekê hewldanên wan çêbûn. Piştre jî ji bo mafê jinan bê parastin qanûn amade kirin. Lê van qanûn jî têra parastina mafên jinan nekir. Piştre jî me ew qanûn berfirehtir kir. Qanûnên malbatan ku di nava malbatê de qanûnên jinan wê çawa bên parastin di vê derbarê de jî qanûn hatin li darxistin. Di navbera her du zayendan de me wekhevî esas girt û ji bo wekhevî pêk were qanûn li darxistin. Me zewaca temenbiçûk weke sûc diyar kir. Me li gorî wê qanûn amade kir. Me tundiya di nava malbatê de weke sûc diyar kir û ji bo wê me qanûn çêkir. Ji bo mafê jinan li her qadê bêne parastin me pergala hevserokatiyê esas girt û bi wê yekê mafê jinan mîsoger kir.”
‘Mînaka wê tune ye’
Atiye Ûsiv pergala edaletê ya netew dewletan û ya Neteweya Demokratîk da ber hev û got ku di pergala netew dewletan de qanûn ji bo berjewendiyên dewletê, lê di pergala Netewa Demokratîk de qanûn ji bo parastina civakê tên derxistin. Atiye Ûsiv destnîşan kir ku mînaka pergala edaletê ya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê li tu cihekî din tune ye û wiha berdewam kir: “Di pergala Modernîteya Kapîtalîst de qanûnên ku tên derxistin berjewendiyên dewletê diparêzin. Lê di pergala Modernîteya Demokratîk de qanûnên ku tên derxistin berjewendiyên gelan diparêzin û mafên wan mîsoger dikin. Dema qanûn tên derxistin wê çawa mafê mirovan biparêze, wê çawa mafê jinê biparêze ew hemû di berçavan re têne derbaskirin. Lê di pergala modernîteya kapîtalîst de dema qanûn têne amedekirin, mafê civakê esas nagirin. Li gorî ku dewletê biparêzin û serdestiya gel bikin qanûnan amade dikin. Mafê jinan di pergala kapitalizmê de esas nayê girtin. Lê Modernîteya Demokratîk xweseriya jinan esas digire. Yanî di nava meclîsan de jî rêxistina jinan heye. Nûnertiya jin û zilam ji sedî 50’î ye. Wekhevî heye. Lê ev di dewletan de tune ye. Em navendîbûnê esas nagrin. Li her kantonekê meclîseke edaletê heye û ew li gor taybetmendiyên xwe biryaran digire. Hemû meclîsên edaletê jî ji bo mafê civakê biparêzin û civakê jî tevlî biryarên ku tên standin bike dixebitin. Di tu pergalan de tiştekî bi vî rengî tune ye. Di nava her komînan de komîteyên silhe heye û civak pirsgirêkên xwe bi xwe çareser dike.”
‘Ji bo parastina mafên jinan dixebitin’
Atiye Ûsiv diyar kir ku ji bo berfirehtirkirina mafê civak û jinan xebatên wan berdewam dikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Pergala Edaletê ya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê Lîjneya Silhê, Lijneya Malê heye. Lîjneya Silhê di nava civakê de heke pirsgirêka bazirganî û wekî wê hebe wê çareser dike. Ya malê jî di nava malbatê de pirsgirêk hebe çareser dike. Heke li wir pirsgirêk neyên çareserkirin ew pirsgirêk tê Dîvana Edaletê. Ji bo mafê mirovan û mafê jinan hê berfirehtir bikin xebat û hewldanên me hene. Ji bo em qanûnan xurt û mezin bikin dixebitin.”