Amed – Rojnameger Îkram Balakanî anî ziman ku Medya Kurdan bi MED TV pêş ketiye û got: “Bi pêşengiya MED TV medya kurdî dibe medya Kurdan û Kurdistaniyan.”
Ragihandin di dîroka mirovahiyê de cihekî girîng digire. Mirov bi ragihandinê civakîbûnê pêş dixe. Civaka ku ragihandina wê kêm be têkilî û parvekirin jî kêm e. Têkilî û parvekirin jî bi zimanê zikmakî pêş dikeve. Ji ber vê yekê di civakekê de agihandina bi zimanê zikmakî gelek girîng e. Kurdan di 126 salên dawî de di qada çapemenî û ragihandinê de gavên şênber avêtin. Bi taybetî di 40 salên dawî de di qada çapemeniya azad de dîrokê dinivîsin. Bi MED TV medya kurdî gavek dîrokî avêt û niha bi Ajansa Welat dîsa mohra xwe li dîrokê dixe.
Rojnameger Îkram Balekanî der barê rol û rista çapemeniya azad û medya kurdî de nirxandin kir. Îkram Balekanî da zanîn ku di serdema şerê cîhanê yê duyemîn de, di pêşengiya Ingilîzan de bêtir li ser medya kurdî radiwestin. Îkram Balekanî anî ziman ku wê demê radyoyên kurdî vedikin, lê ne medyayên kurdan in û got: “Medya Kurdan bi MED TV dest pê dike. Êdî ajansên Kurdan hene, dive her kes ajansên kurdan esas bigirin.”
Bêjin ‘Mîrê Êdizî bûye Misilman’
Îkram Balekanî li ser dîroka çapemeniya Kurd hin agahî dan û diyar kir ku di serdema împaratoriyan de jî rola medyayê dibînin û wiha got: “Wê demê kesên hewadîs û agahiyan belav dikin hebûn. Li ser gote gotan û hewadîsan agahî kom kirine û wekî rapora rojê birine qesrê û jêre gotine rojname. Piştî wê êl û eşîran û baweriyan li dijî hev bikar anîne. Di destpeka Komara Tirkiyeyê de li Bakurê Kurdistanê mîrekî êzîdiyan dibe mêvanê şêxsekî misilman. Piştre şêx kesekî dişîne derve û mizgeftê û gotinan belav dike. Dibêje bibêje ‘Mîrê Êzîdî bûye Misilman’. Dema mîr ji mala Şêx derdikeve, dibîne ev gotin belav bûye û êdî nikare xwe ji vê yekê paqij bike û neçar dimîne ku bibe Misilman. Ev rewş di nava siyaseta bakur de hêj jî xuya dike.”
Îkram Balekanî, bal kişand ser dema Rojnameya Kurdistan ku li Misirê dest bi weşanê kir û wiha axivî: “Wê demê Abdulhamît mudaxaleyî vê yekê dike. Divê çi dibêje bila bibe pewist e ev rojname negêje nava Kurdan an jî divê ev rojname bê girtin. Em vê serdemê jî rol û girîngiya çapemeniyê dibînin. Di serdema şerê cîhanê yê duyemîn de bêtir girîngî didin medyayê. Bi pêşengiya Ingilîzan li ser Kurdan xebatê çêdikin. Beşa kurdî tê vekirin. Radyoya kurdî ya Rewanê tê vekirin. Radyoya Bexdayê beşa kurdî tê vekirin. Bi vê yekê her kes dixwaze Kurdan bikişîne aliyê xwe. Bi riya medyayê û bi rêya beşên kurdî yên radyoyan dixwazin Kurdan bikişînin nava xwe. Em dinerin heta niha dibe ku medya kurdî bi zimanê kurdî ye. Lê ne medya Kurdan û Kurdistanê bûye.”
Ewil êrîşî rêberê Kurdan kirin piştre êrîşî çavê kurdan kirin
Rojnameger Îkram Balekanî, destnîşan kir ku bi pêşengiya MED TV medya kurdî dibe medya Kurdan û Kurdistaniyan û wiha lê zêde kir: “Dema MED TV hat vekirin bû medya Kurdistanî. Cara yekem Medya Kurdan bi MED TV dest pê dike. Medya kurdan çêdibe. Ji ber vê yekê em dibînin êdî dagirker mudaxale dikin. Êrîşî medya Kurdan dikin. Ewil bi komployek bêbext rêberê Kurdan dîl girtin. Ewil êrîşî rêberê Kurdan kirin û piştre êrîşî çavê Kurdan kirin. Êrîşî MED TV kirin û MED TV girtin. Em li vir bêtir girîngiya çapemeniyê dibînin. Em dibînin ku li gelek cihan medya dibe hêza yekemîn.”
Digot ‘Li dijî MED TV K TV vekin’
Rojnameger Îkram Balekanî bal kişand ser gotinên şêwirmendê Erdogan Îlnûr Çevîk û wiha pêde çû: “Wê demê Îlnûr wiha digot: “Îlnûr Çevîk wê demê şêwirmendê MÎTê bû. Digot li dijî MED TV, K TV. Dibêje em çûn Başûrê Kurdistanê û me ji Mesûr Barzanî re got ‘Werin em li dijî MED TV televîzyonekê vekin. Divê me otelek girt û odeyên wê kirin studyo û qanala Kurdistan TV vekir da ku em pêşiya MED TV bigirin. Bi MED TV kurd bûn xwedî hêz û çapemenî. Niha yek ji wan jî îro Ajansa Welat vedibe. Bi vî awayî rojane her tişt xwerî bi kurdî tê weşandin û bandora wê li ser civakê heye. Medya kurdî ji bo kurdan ne tenê medya ye. Di heman demê de dibistanek e. Xizmeta ziman û çandê dike. Çapemeniya kurdan hewl didin bibin akademî, dibistan û zanîngeh. Ji ber vê yekê barê çapemeniyê gelek giran e. Gelek kes di vê oxirê de gelek kes şehîd bûn.”
Îkram Balekanî li ser ferqa çapemeniya dewletê û azad rawestiya û ev agahî dan. “Ez mînakekê bidim. Rojnamegerê tirk Mehmet Alî Bîrand hebû. Tirk bû paşê got ez kurd im. Wî bi xwe digot “Em li ser Kurdan û tevgera PKKê nûçeyên derew çêdikin. Piştre em nûçeyên xwe şirove, analîz dikin û piştre pêşniyaran dikin. Di got bi xwe bihgeha wê derew e. Bi vê yekê rastiya çapemeniya Tirkiyeyê deşifre kiribû. Ji ber ku hemû hêz û çavkaniyên xwe ji rayedarên dewletê digirin. Ji wan re çi ferman bê li gorî wê weşanê dikin. Xizmeta şerê derûnî dikin. Ji ber ku êdî medya li dijî hev bikar tînin. Desthilat ne tenê li Tirkiyeyê li Başûrê Kurdistanê jî heman rêbazê bikar tîne. Dema referandûmê, Mesut Barzanî Fermandarê hemû pêşmergeyan bû. Wan bi xwe Kerkuk neparast. Barzanî bi xwe derket got ‘me bi awayekî aştiyane vala kirye.’ Lê bi rêya çapemeniyê got “YNK Kerkukê difiroşe. YNK partiyek e, çawa dikare Kurdistanê bifiroşe. Mînak li Şengalê êrîşek çê dibe. Maşîneyek tê bombekirin. Hêj rayedarên Şengalê nizane rastiya wê çiye, çapemeniya PDKê nuçe derbas dike û dibêje ‘Falan endamê PKK’ê di hundirê wê de bû û hat kuştin.’ Sivîl tên kuştin dibêj PKKyî hatin kuştin û rastiyan berovajî dikin. Çapemeniya rastiyan digînin gel û dibin çavên gel ew çapemeniya azad e. Yê rastiya Roboskê bi gel re parve kir çapemeniya azad bû. Ji ber ku ne di bin kontrola desthilatdariyê de ye û hewl dide rastiyê bigîne gel jêre dibêjin çapemeniya azadb.”Ji ber rastiyan tînin ziman rastî ew qas êrîş, zext û astengiyan tên.”
Êrîşên li ser çapemeniya azad hêza çapemeniya azad nîşan dide
Îkram Balekanî anî ziman ku dema operasyonek li dijî Kurdan pêk tê, ewil êrîşî çapemeniya Kurdan dikin û wiha lê zêde kir: “Dixwazin ewil dengê kurdan bibirin. Çavê kurdan bigirin û paşê êrîşan pêk tînin. Em dibînin ku heta niha bi dehan televîzyonên kurdan û ragihandina Kurdan girtin. Çima. Ji bo ku rastiyê veşêrin û nehêlin gel rastiyê bibîne. Ev zextên li ser çapemeniyê hêzên çapemeniya azad nîşan dide. Çapemeniya azad bi xwe bûye alternatif û dikare pêşiya rastiyan bigire. Êrîşên li ser çapemeniya azad pêk tên, hêza çapemeniya azad nîşan didin.”
Îkram Balakanî bal kişand ser bandora girtina televîzyon, rojname û ragihadina azad û wiha berdewam kir: “Bêguman girtin berxwedanê zêde dike. Çiqas êrîş hebe ew qas berxwedanê mezin dike. Pêş dixe. Lê di aliyê arşîv u hafizayê de bê guman zerarê dide. Dest datînin ser materyalan û aşîvê desteser dikin. Pêşengan digirin û asteng dikin. Zaten dixwazin darbe bikin. Lê nikarin asteng bikin. Mînak Dema Welat, Azadiya Welat derket û hatin girtin, bêtir xwe xurt kirin. Xwe ji heftane kirin rojane û bêtir xwe xurt kirin. MED TV girtin, niha bi dehan televîzyonên kurdan hene. Zext û zor ne çare ye Çare ewe ku qebûl bikin. Divê vîna gelê kurd qebûl bikin.”
Pere rastiyê dikuje
Îkram Balakanî li ser rol û rista medya dijîtal, awantaj û xerabiyên wê jî rawestiya û ev agahî dan: Hem fêdeyên wê û hem jî xerabiyên wê hene. Her kesên ku telefonek di destê wan de hebe; bi xwe nûçegîhan , kameravan e. Bi xwe dikarin dîmen bikişîn in û agahiyan parve bike. Dikare bûyerekê qeyd bike, biweşîne û bigîne navendekê. Bi dehan platformên ragihandinê hene. Her kes dikare hesabekî veke û bibe xwediyê weşanekê. Lê zerarê wê jî hene. Êdî ketiye pêşiya rastiyê. Ji ber pere ketine nava meseleyê. Eger li cihekî pere têkeve nava meseleyê rastî tê kuştin. Ji bo ku zêdetir bê temaşekirin û dîtin êdî dest bi derewan kirin. Rastiyan berovajî dikin. Ji ber vê yekê medya azad êdî neçar e xwe di vî alî de xurt bike. Ji ber ku derewek tê belav kirin. Mixabin derew ji rastiyê zûtir tê belavkirin. Mînak hin kes derewan belav dikin. Dibêjin li Îranê ciwanekî kurd hatiye darvekirin. Navê ciwanekî kurd ango gerîllayekî kurd didin. Lê di rastiyê de tiştekî wisa tune ye. Li Îranê dema kesekî siyasî darve dikin, ne dîmen û ne jî wêneyan parve dikin. Hêj roj derneketiye li zindanê bi dizî wî darve dikin û cenaze jî nadin malbatê.”
Di medya dijîtal de dirûtî heye
Îkram Balekanî da zanîn ku di platformên medya dejîtal de jî dirûtiyek heye û wiha bi dawî kir: “Mînak dema BBC rabe wêneyekî Rêber Apo parve bike, sansur nakin. Lê dema kesek din biweşîne asteng dike. Ev dirûtiya wan nîşan didin. Gelek hesabên mezin dikarin heman wêneyî beweşînin. Lê hesabên biçûk asteng dikin. Divê qedexe bên rakirin. Divê rastiya têkoşîna gelê kurd bê dîtin. Êdî kurd li Rojhilata Navîn aktorek sereke ye û dikarin hevsengiyê biguherînin. Em bawer dikin ev hêza kurdan dê van qedexe û astengiyan jî rakin. Ew nikarin dengê kurdan bibirin. Nikarin re li pêşiya berxwedanê bigirin. Nikarin dengê kurdan bibirin. Mînak di qada çand û hunerê de jî wisa ye. Aliyê din jî aliyê hunerî ye. Dema stranbêjek di dawetekê de radibe stranekê dibêje ji bo govend nesekine, li gorî xwe dikare tiştan li stranê zêde bike. Lê piştre şaşiya li stranê hatiye zêdekirin li ser medya dijîtal belav dile. Stranekî bakur jî radibe vê strana şaş dibêje. Şaşî li şaşiyê zêde dibe. Dawiya dawî ew stran ji rastiya xwe dûr dikeve.”