Rêbazên şerê yekemîn û duyemîn ê cihanê tenê şerê çek, bombe, kuştin, tunekirin, komkujî û hwd. bû. Di van her du şerên cihanê de bi milyonan mirov hatin kuştin. Gelek çand, bawerî, netew û civak bi tunebûnê re rû bi rû man.
Di şerê yekemîn ê cihanê de gelên Ermen, Suryan, Çerkes û Rûm hem ji aliyê çandî hem jî ji aliyê civakî ve bi tunebûnê re rû bi rû man û bi milyonan ji wan hatin kuştin. Di şerê duyemîn ê cihanê de vê carê wêneyê şer gelek girantir bû. Lewre tenê li Ewropayê li gorî hejmarên ne fermî 20 milyon mirov hatin kuştin. Di vî şerî de nemaze gelê Kurd û gelên Cihû bi komkujiya civakî û çandî re rû bi rû man.
Bi vî rengî bê şer tu rêbazek din di van her du şerên cihanê de nehatiye bikar anîn. Niha jî di serdema ku em di nav de ne şerê sêyemîn ê cihanê tê meşandin. Navenda şerê yekemîn û duyemîn Ewropa bû, lê navenda şerê sêyemîn ê cihanê Kurdistan û rojhilata Navîn e. Ev şer bi dîl girtina Rêber Ocalan a di sala 1999an dest pê kir. Lewre ji ber ku armanc careke din tunekirina gelê Kurd û gel, çand û baweriyên din ên li herêmê bû û tevî vê armanc Tevgera Azadî ya Kurd bû navenda şer wekî Kurdistanê hatibû bijartin.
Rêbazên şerê sêyemîn ê cihanê ne tenê çek, bombe û amûrên din ên şer in. Tevî vê dîplomasî, siyaset, krîzên aboriyê û hwd. yek ji rêbazên vê serdemê ne. Tenê di nava hefteyekî de di qada dîplomasiya şer de gelek pêşketin pêk hatin. Krîza di navbera Îran, Îsraîl û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê de, krîza di navbera Dewleta Tirk û Îsraîlê de vê yekê nîşan dide.
Îranê heta niha li dijî DYAyê di tehdîtên bê deng dikirin. Bi tu awayî lihevkirin û muzakereya bi DYA û Îsraîlê re qebûl ne dikir. Ji bo ku hêzên xwe ji Yemenê bikêşin û hêzên li Iraqê bêçek bihêlin DYA û Îsraîlê ew tehdîd dikirin. Xwe her wekî hegemonê herêmê dibîne lê ev hêza wan tune ye. Lewre piştî tehdîdên Serokê DYAyê Trûmp Îranê paş de gav avêt û da daxuyankirin ku hem dê hêzên xwe ji Îranê vekêşin hem jî wê hêzên xwe yên li Iraqê bêçek bihêlin.
Ew rewş serkeftina dîplomasiyê ya DYA û Îsraîlê nîşan dide. Heta niha Îranê di her qadên rojhilata Navîn de xwe bi cih kiribû lê ji Cotmeha 2023yan ve ev hêza wan ji aliyê DYA û Îsraîlê ve hat qelskirin. Îro şûnde jî yan wê bi temamî radestî DYA û Îsraîlê bibin an jî di hûndir de wê mafên gelê Kurd qebûl bikin û di çarçoveya Îrana demokratîk ve xwe nû bike. Bi temamî radestkirin dibe ku dawiya Îranê bîne lê heke bi gelê Kurd re li hev bike û xwe wekî Îraneke demokratîk veguherîne wê di muzakereyên bi DYA û Îsraîlê re ku bike, xurt be.
Dewleta Tirk jî di nava vê rewşê de dixwaze ji xwe re qadekê veke. Di van demên dawiyê de hatin û çûnê xwe yên li Sûriyeyê zêde kiriye û dixwaze xwe xurt nîşan bide. Heta niha Tirkiye ji bo şerê rojhilata Navîn di pozîsyoneke stratejîk de bû û dewleta Tirk ev pozîsyon ji bo şerê li dijî PKKê bi kar dianî. Lê ev pozîsyona Tirkiyeyê di vê dema nû re ji holê radibe. Di hevdîtina serokê DYAyê Trûmp û serokê Îsraîlê Netenyahû re ev yek careke din hat dîtin.
Gelê Kurd û tevgerên Kurdan ji her demê zêdetir xwedî hêz in û derfetên jeo-polîtîk û jeo-stratejîk di destê wan de hene. Rol û mîsyona dewleta Tirk wekî ya Îranê bi dawî dibe. Sed sal in hem dewleta Tirk hem jî Îran bi pergala netew-dewletê ji bo rojhilata Navîn modelên sereke bûn lê di vê serdemê de ew rola wan şikest. Ji aliyê DYA û Îsraîlê ve û dîsa bi têkoşîna gelê Kurd ve hêza dewleta Tirk hat sînordarkirin û Îran ji her qadê rojhilata Navîn hat vekişandin.
Gelê Kurd bi têkoşîna xwe ya bi salan rol û mîsyona xwe ya jeo-polîtîk û jeo-stratejîk heta îro parast e. Dewleta Tirk ji ber ku di ferqa vê rewşê de bû di her qadê de dijberiya gelê Kurd kir û hîna jî dike. Dewleta Tirk divê demildest biryarekê bide. Yan wê daxuyaniya Rêber Ocalan a 27ê Sibatê qebûl bike û wê dest bi muzakereyan bike an jî wê di qada rojhilata Navîn de her biçe wê bifetise. Daxuyaniya Rêber Ocalan mifteya çareseriya şerê sêyemîn ê cîhanê ye.