• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
27 TEBAX 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    2yemîn Konferansa Jenosîda Kurd bidawî bû

    2yemîn Konferansa Jenosîda Kurd bidawî bû

    Ji bo Mordem Çewlîk şîn hate danîn

    Ji bo Mordem Çewlîk şîn hate danîn

    Ayşegul Dogan: Banga Abdullah Ocalan stratejîk e

    Ayşegul Dogan: Banga Abdullah Ocalan stratejîk e

    Leşkeran gef xwarin: Ku hûn goran neşkînin em ê bişkînin

    Leşkeran gef xwarin: Ku hûn goran neşkînin em ê bişkînin

    Rejîma Îranê di tebaxê de 197 kes darve kirin

    Rejîma Îranê di tebaxê de 197 kes darve kirin

    Erdogan: Em ê bi hev re stranên xwişk-biratiyê bibêjin

    Erdogan: Em ê bi hev re stranên xwişk-biratiyê bibêjin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    2yemîn Konferansa Jenosîda Kurd bidawî bû

    2yemîn Konferansa Jenosîda Kurd bidawî bû

    Ji bo Mordem Çewlîk şîn hate danîn

    Ji bo Mordem Çewlîk şîn hate danîn

    Ayşegul Dogan: Banga Abdullah Ocalan stratejîk e

    Ayşegul Dogan: Banga Abdullah Ocalan stratejîk e

    Leşkeran gef xwarin: Ku hûn goran neşkînin em ê bişkînin

    Leşkeran gef xwarin: Ku hûn goran neşkînin em ê bişkînin

    Rejîma Îranê di tebaxê de 197 kes darve kirin

    Rejîma Îranê di tebaxê de 197 kes darve kirin

    Erdogan: Em ê bi hev re stranên xwişk-biratiyê bibêjin

    Erdogan: Em ê bi hev re stranên xwişk-biratiyê bibêjin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Mîmariya girtîgehên nû û politikayên parçekirinê

Mehmet Alî Ertaş /AW

15 NÎSAN 2025 - 10:09
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Ji hejmara girtîgehan zêdetir tîpên girtîgehan balê dikişîne ser xwe. Her tîpek mîmariyekê û her mîmariyek jî polîtîkayeke tecrîdê temsîl dike. Her Tîpek nû ava dibe tecrîda li ser girtiyan giran dibe.
Li Tirkiyeyê her sal tîpên nû li girtîgehan zêde dikin. Li gel zêdebûna hejmara girtîgehan tîpên wekî K, L, T, S, Y jî li girtîgehên berê zêde dibin.
Dewlet bi avakirina tîpên nû, girtiyan ji hev qut dike û mafê girtiyan ên çandî, civakî û sporê bi sînor dike û bêtir tecrîda di nava tecrîdê de pêş dixe.
Li gorî raporan Tirkiye di aliyê girtî û girtîgehan de di nava welatê cîhanê de di rêza 10emîn de cih digire. 395 girtîgeh hene û 403 hezar û 060 mirov girtî ne.
Di vê pêvajoya ku hikûmet qala aştî û çareseriyê dike de li Tirkiyeyê di 2025an de 11 girtîgehên nû tên avakirin. Desthilatê ji bo avakirina girtîgehan jî 23,5 milyar TL pere ji butçeya Tirkiyeyê qetand.

Dîroka girtîgehan li cîhanê pir kûr û dûr e. Di serî de kesên li dijî qral, paşa û împaratoran dengê xwe bilind dikirin, ji bo wan li gorî xwe bi terbiye bikin, ji civakê qut kirin û di meskenên girtî de hepis kirin. Lê sal bi sal rêbaza cezakirinê û hepiskirinê guhertin. Dewletên cîhanê ji hev mînakên girtîgehan girtin û welatiyan di van girtîgehan de ceza kirin. Di salên dawî de dewlet girtîgehan ji cihê cezakirinê zêdetir wekî cihê ji dûrxistina bîrdozî û civakê digire dest û bêtir polîtîkayên îzolasyonê pêş dixe. Her sal tîpên nû ava dikin û dixwazin li gorî mîmariya tîpan girtiyan mirovên ji armanc û nirxên wan dûr bixe, ava bike. Li aliyê din dixwazin girtiyan parçe bikin û bi rêve bibin.

Her dewletek bi rêbazên cuda dixwazin zextan li ser civakê pêş bixin û dengê civaka muxalif bitefînin. Rayedarên dewletan bi rêbazên cuda yên tundiyê hewl didin dengê civakê bitepisînin. Qiral, paşa, sultan, împarator, mîr, beg û hemû kesên dixwazin li ser civakê desthilatiya xwe pêş bixin, bi rêbazên cuda polîtîkayên tundiyê pêş dixin. Kesên li dijî wan dengê xwe bilind dikin û vîna xwe diparêzin, bi rêbazên cuda têne cezakirin. Lê dîrok bi belge û mînakan nîşan dide ku kesên li pey azadiyê ne, tu carî bi polîtîkayên tundî, zext, îşkence û tecrîdê li gorî daxwaza desthilatê nehatine terbiyekirin.

Bi Tîpa F tecrîd xistin meriyetê

Di serdema Osmanî de ji bo girtîgehan digotin ‘Zindan’. Kuleyên Kelehan ên tarî, kûr û bi ritûbet wekî zindanê bikar dianîn. Di serdema Osmanî de cara yekemîn di sala 1831an de li Sultanahmetê ya Stenbolê Girtîgeha tevahî (Hapîshane-î-Umûmî) hat avakirin. Piştî 1858an zagon hatin guhertin û girtî li gorî sûcên xwe hatin dabeşkirin. Piştî Komara Tirk hat avakirin polîtîkayên cezakirinê bêtir hişk bûn û xwestin bi girtinê mirovan terbiye bikin.
Li Tirkiyeyê 2 cureyên zindanan heye. Li hinek zindanan tenê girtiyên ku dozên wan berdewam dike hene. Li hinek girtîgehan jî girtiyên ku cezayê wan hatine êrikirin hene. Li hin girtîgehan jî hem girtiyên dozên wan berdewam dikin û hem jî girtiyên cezayê wan hatine erêkirin di nava hev de dimînin. Girtîgehên li Tirkiyeyê bi piranî sê tîp in. Girtîgehên vekirî, nîv vekirî û girtîgehên girtî hene. Di salên dawî de tenê girtîgehên vekirî û girtîgehên girtî hene. Di salên 2000î de ango 25 sal berê piştî girtîgehên Tîpa E, mînariyek nû ya Tîpa F xistin meriyetê. Bi mîmariya Girtîgehên Tîpa F, girti ji hev qut kirin û li ser girtiyan tecrîd ferz kirin. Hem betona zemînê û hem jî betona dîwarên girtîgehê zêde kirin. Li girtîgehan pergala ronahiyê û kamerayan zêde kirin. Hemû dîwar kirin yek reng. hemû derî yek reng, cilên gardiyanan yek reng. Her tişt yek reng. Di girtîgehan de hucre avakirin û hucreyên yek kesî ji yên din cuda kirin.

Tirkiye di rêza 10emîn a cihanê de ye

Dema em ji serdema Osmaniyan heta niha li rewşa girtîgehên Tirkiyeyê dinerin, em dibînin ku ji bo bigêjin armanca xwe her tim rêbazan diguherînin. Lê têkoşîna li dijî xwe tu carî nikarin bi sînor bikin. Li gorî rapora Navenda Lêkolînên Stratejiyên Kurevî (KURESAM) ya 2021an, di milê girtîgehan de Tirkiye di nava welatên cîhanê de di rêza 10emîn de cih digire.
Hem hejmara girtiyan zêde dikin û hem jî bi tîpên nû mîmariya nû ava dikin. Bi taybet li ser mîmariyê û rêbazên îzolasyonê xebatan dikin. Li gorî vê yekê di salên dawî de gelek tîp hatin avakirin. Lê mirovên tên girtin bêtir bi doz û armanca xwe ve tê girêdan û xwe bi rêxistin dikin.

Piştî Tîpa F deriyê tîpên nû vekir

Piştî avakirina komarê di sala 1926an de bi Zagona Ceza ya Tirk re girtîgeh bi Wezareta Dadê ve hatin girêdan. Girtîgeh wekî Girtîgehên vekirî û girtî hatin dabeşkirin. Li girtîgehên girtî jî li gorî cezayê girtiyan wekî tîpa A, B, E û F hatin dabeşkirin. Piştî tîpa F ket meriyetê girtiyan dest bi çalakiyê kirin. Di 19ê Kanûna 2000an de li 20 girtîgehan çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de 30 girtî bi giştî 32 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes birîndar bûn. Ji bo Tîpa F li hemû girtîgehan têxin meriyetê 10 hezar leşker û gardiyan tev li vê operasyonê bûn. Piştî Tîpa F xistin meriyetê 5 sal şûnde di kanûna 2005an de Tîpa L li Sakaryayê xistin meriyetê.

Li Tirkiyeyê 25 sal berê pîştî tîpa F ava kirin, li her korîdorê kamera bi cih kirin. Çend sal derbas bûn vê carê li menzelan kamera bi cih kirin. Di salên dawî de hem li korîdorê, hem li menzerê û hem jî li hewşê menzelê kamera bi cih kirin û niha 24 saetan girtiyan dişopînin. Rêveberiya girtîgehê bi şopandina van kamerayan armanc dike ku li aliyekî tevgera girtiyan bişopîne û li aliyê din têkiliya di navbera girtiyan de bişopîne. Li gorî rapor û çavdêriyan tê dîtin ku her ku rayedarên girtîgehan tevgerên girtiyan dişopîne li gorî van çavdêriyan projeyên mîmariyê çêdikin. Bi van mîmariyên nû armanc dike ku têkiliya girtiyan ji hev qut bike. Dixwazin di navbera girtiyan de dijberiyekê ava bike. Bi taybetî bi van mîmariyên nû û şopandina kamerayan armanc dike ku girtiyan hem îzole bike û bi tenê hiştinê şerê derûnî û şerê taybet li ser wan pêş bixe. Armanc dikin ku têkiliya kolektîf, şêwirmendî û piştevaniya di nava girtiyan de xera bike û di girtiyan de ruhê lîberalîzm, tekakesî û ez ez eziyê ava bike.

Herî zêde li Tirkiye mirov girtî ne

Tirkiye di nava welatên endamên Konseya Ewropayê de li gorî 31ê çileya 2023an bi 350 hezar girtiyan welatê herî zêde mirov lê girtî ne. Li gorî rapora Zanîngeha Lozanê ya 2023an, li Tirkiyeyê 348 hezar û 265 girtî hene û li gorî welatên Ewropa welatê herî zêde mirov lê girtî ne. Di heman demê de welatê herî zêde girtiyên siyasî lê heye dîsa Tirkiye ye.

Li Tirkiyeyê di salên dawî de gelek Tîpên nû hatin avakirin. Dema em li Tîpên girtîgehên li Tirkiyeyê dinerin em dibînin ku tîpên A, B, C, D, E, F, K, L, M, T, R. S û Y û her wiha Girtîgehên Ewlehiya Bilind hatine avakirin. Ev tenê ne tîpa alfebeyê ye. Her tîpek li gorî mîmariyekê hatiye pênasekirin. Her tîpek ji bo girtiyan parçe bike û tecrîd bike xwedî taybetî ne. Tê dîtin ku girtiyan li gorî tîpan dabeş dikin û li gorî fikr û sûcdarkirina girtiyan, girtî li tîpan tên bicih kirin. Bi taybetî girtiyên siyasî di tîpên nû de bi cih dikin û girtî di van tîpan de tên tecrîdkirin û îzolekirin. Bi van tîpan êdî girtî nikarin bi hev re têkiliyê dînin û nikarin jiyanek hevpar pêş bixin.

Di serdema AKPê de girtîgeh û girtin zêde bû

Li gorî daneyên Mudûriyeta Malên Tevkîf û Cezayê ya 5ê Çileya 2015an, li Tirkiyeyê 360 girtîgeh hebûn. Ji van girtîgehan 291 girtîgehên girtî û 53 girtîgehên vekirî hebûn. Dîsa 2 girtîgehên zarokan û 5 girtigehên girtî yên jinan hebûn. Di 2015an de bi giştî 158 hezar û 537 girtî hebûn. Lê wê demê kapasîteya girtîgehan 163 hezar û 129 kes bû.
Li gorî daneyên Mudûriyeta Malên Tevkîf û Cezayê ya herî dawî ku di 7ê Nîsana 2025an de parve kiriye li Tirkiyeyê 263 girtîgehên Girtî hene. Li aliyê din 98 girtîgehên vekirî, 4 girtîgehên zarokan û 13 girtîgehên girtî yên jinan û 8 girtîgehên vekirî yên jinan û 9 girtîgehên girtî yên zarok û ciwanan hene. Bi giştî li Tirkiyeyê 395 girtîgeh hene. Kapasîteya girtîgehan jî 299 hezar û 881 kes in. Lê li 395 girtîgehan bi giştî 403 hezar û 060 girtî hene. 94 hezar û 889 girtî li girtîgehên vekirî û 308 hezar û 171 girtî jî li girtîgehên girtî têne ragirtin. Ji tevahiya girtiyan 346 hezar û 442 girtî hatine cezakirin. 56 hezar û 618 girtî jî hîn darizandina wan didome. Ji tevahiya girtiyan 1 hezar û 453 girtî rastî cezayê heta heta hatine.

 

FacebookTweet

Nûçeyên Din

2yemîn Konferansa Jenosîda Kurd bidawî bû

2yemîn Konferansa Jenosîda Kurd bidawî bû

26 TEBAX 2025
Ji bo Mordem Çewlîk şîn hate danîn

Ji bo Mordem Çewlîk şîn hate danîn

26 TEBAX 2025
Ayşegul Dogan: Banga Abdullah Ocalan stratejîk e

Ayşegul Dogan: Banga Abdullah Ocalan stratejîk e

26 TEBAX 2025
Leşkeran gef xwarin: Ku hûn goran neşkînin em ê bişkînin

Leşkeran gef xwarin: Ku hûn goran neşkînin em ê bişkînin

26 TEBAX 2025
Rejîma Îranê di tebaxê de 197 kes darve kirin

Rejîma Îranê di tebaxê de 197 kes darve kirin

26 TEBAX 2025
Erdogan: Em ê bi hev re stranên xwişk-biratiyê bibêjin

Erdogan: Em ê bi hev re stranên xwişk-biratiyê bibêjin

26 TEBAX 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TEBAX 2025 (388)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne