• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
19 ÎLON 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    MKGê li Wanê şaxa xwe vekir

    MKGê li Wanê şaxa xwe vekir

    HSDê civîna xwe ya asayî li dar xist

    HSDê civîna xwe ya asayî li dar xist

    Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Divê meclis ‘mafê hêviyê’ bigire rojeva xwe

    Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Divê meclis ‘mafê hêviyê’ bigire rojeva xwe

    ‘Heta deriyê Îmraliyê neyê şikandin ev gel nasekine’

    ‘Heta deriyê Îmraliyê neyê şikandin ev gel nasekine’

    Ahmet Temîz piştî 30 salên girtî hat berdan

    Ahmet Temîz piştî 30 salên girtî hat berdan

    Bi hezaran welatî meşiyan: HSD vîna me ye

    Bi hezaran welatî meşiyan: HSD vîna me ye

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    MKGê li Wanê şaxa xwe vekir

    MKGê li Wanê şaxa xwe vekir

    HSDê civîna xwe ya asayî li dar xist

    HSDê civîna xwe ya asayî li dar xist

    Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Divê meclis ‘mafê hêviyê’ bigire rojeva xwe

    Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Divê meclis ‘mafê hêviyê’ bigire rojeva xwe

    ‘Heta deriyê Îmraliyê neyê şikandin ev gel nasekine’

    ‘Heta deriyê Îmraliyê neyê şikandin ev gel nasekine’

    Ahmet Temîz piştî 30 salên girtî hat berdan

    Ahmet Temîz piştî 30 salên girtî hat berdan

    Bi hezaran welatî meşiyan: HSD vîna me ye

    Bi hezaran welatî meşiyan: HSD vîna me ye

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

MKG: Pênûsa Ayfer Serçe hê jî dinivîsîne

Amed / AW

19 TÎRMEH 2025 - 11:42
Kategorî: JIN, MANŞET, ROJANE
A A
Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) rojnameger Ayfer Serçe ya ku li Îranê hat kuştin di 19emîn salvegera şehadeta xwe de bi bîr anî. MKGê anî ziman ku pênûsa wê îro di destê gelek rojnamegerên jin de nivîsandina xwe didomîne.

Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) bi boneya şehadeta rojnamevan Ayfer Serçe daxuyaniyeke nivîskî weşand û got ku bi hezkirin, hesret û rêzdarî wê bi bîr tînin û hat destnîşankirin ku pênûsa xwe ji bo rastiya gel bi kar aniye.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Îro, di salvegera qetilkirina rojnamevan Ayfer Serçe (Şîlan Aras) de em careke din bi evîn, hesret û rêzgirtinê wê bi bîr tînin. Şîlan Aras bi wêrekî pênûsa xwe ji bo rastiya gel, bi kar anî.

Şîlan Aras di sala 1974’an de li navçeya Wêranşarê ya Rihayê ji dayik bû. Rêwîtiya xwe ya medyayê, bi ragihandina dengê xwe ya ji bo gel, di salên dibistana amdehiyê de li Radyoya Karacadagê dest pê kir. Ev rêwîtiya ku di temenê ciwaniyê de dest pê kir, wê ne tenê veguherand pêşkêşvanekê, lê di heman demê de veguherand dengekî wêrek a ji bo gel, berxwedana jinan û çapemeniya azad.

Li gel zextên ku di seranserê xwendina xwe de pê re rû bi rû ma jî, Şîlanê di salên xwe yên li Zanîngeha Çukurovayê de bi israr ma û bi awayekî çalaktir beşdarî têkoşîna jinên Kurd bû. Ji sala 1998’an û pê ve, ew bû beşek ji medyaya Kurd, dilê çapemeniya azad. Ew wekî ‘Şîlan Aras’ li Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê (MHA) xebitî û paşê wekî nûçegîhana Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) ya Ermenistanê xebitî.

Şîlan Aras ne tenê bi nivîsandina xwe, lê di heman demê de bi xebata xwe ya di vî warî de jî dilsoziya xwe ya ji bo têkoşîna jinan nîşan da. Wê jiyana xwe xist xeterê da ku lêkolîna zêdebûna xwekuştinên jinan li bajarên Ûrmiye û Mehabadê yên Rojhilat bike. Di encama vê xebatê de, di navbera 19-23’yê Tîrmeha 2006’an de li herêma Kelaresê li ser sînorê Tirkiye-Îranê di kemînekê de ji aliyê artêşa Îranê ve hat qetilkirin.

Mixabin, cenazeyê Şîlanê nedan malbata wê. Li Îranê dest xistin ser cenazeyê wê. Berpirsiyaran hesab nedan û têkildarî qetilkirina Şîlan Aras tu daxuyanî jî nehat dayin. Lê em dizanin: Em şahidên şopa rastiya Şîlan Aras a li pey xwe hiştiye.

Şîlan Aras, endameke dilsoz û kedkara Çapemeniya Azad e. Pênûsa Şîlan Aras bi destên gelek jinên rojnameger tê nivîsandin. Ew ne tenê rojnamevanek bû; ew sembola berxwedana jinan, lêgerîna rastiyê û evîna ji bo gel bû. Jiyana Şîlanê ne tenê têkoşîn, lê di heman demê de berxwedana bi rûmet a parastina rastiyê û bê dudilî gotina rastiyê jî fêrî me kir.

Îro, parastina mîrata Şîlanê bi avakirina têkoşînek bihêztir a li dijî sansûr, zext û hemû êrîşên li dijî rojnamevanên jin, pêkan e.

Şîlan Aras bi rojnamegeriya xwe, bi wêrekî û bi rûmeta jinbûna xwe rê li ber me vekir.

Em ê meşa di wê rêyê de dewam bikin.

Ayfer Serçe (Şîlan Aras) nemir e!”

FacebookTweet

Nûçeyên Din

MKGê li Wanê şaxa xwe vekir

MKGê li Wanê şaxa xwe vekir

18 ÎLON 2025
HSDê civîna xwe ya asayî li dar xist

HSDê civîna xwe ya asayî li dar xist

18 ÎLON 2025
Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Divê meclis ‘mafê hêviyê’ bigire rojeva xwe

Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Divê meclis ‘mafê hêviyê’ bigire rojeva xwe

18 ÎLON 2025
Civîna komîsyonê ya vê heftê bi dawî bû

Civîna komîsyonê ya vê heftê bi dawî bû

18 ÎLON 2025
Civîn a 11an a Komîsyonê: Divê mafê ziman û wekhevî di mekazagonê de be mîsogerkirin

DEM Partiyê civîn terk kir

18 ÎLON 2025
Civîn a 11an a Komîsyonê: Divê mafê ziman û wekhevî di mekazagonê de be mîsogerkirin

Civîn a 11an a Komîsyonê: Divê mafê ziman û wekhevî di mekazagonê de be mîsogerkirin

18 ÎLON 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÎLON 2025 (303)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne