Şirnex – Medresya Feqiyê Teyran a gundê Finikê Rewî ya navçeya Basayê hilweşiyaye û hindik maye şopa wê winda bibe. Tevî ku ev berhem di bin parastina Wezareta Çand û Turîzme de ye jî, banê medresê bi tevahî hilweşiya ye.
Medreseya Feqiyê Teyran a li gundê Finikê Rewî ya navçeya Basayê ya Şirnexê ku li gor lêkolînan di sedsala 16yan de ango di navbera 1501 û 1600an de hatiyê çêkirin ji holê rabûnê re rû bi rû ye. Medrese tevî ku di bin parastina Wezareta Çand û Turîzme, Midûriyeta Çand û Turizmê ya bajêr de ye û di statuya “Hebûna Çandî” de ye jî nehatiyê parastin û banê medreseyê ji tevahî hilweşiyayê û diwarên medreseyê jî ruxiyanê. Medrese di 2ê Tirmeha 2009an de bi qanûna 2364an ve di bin parastinê de ye jî ew qanûn li ser kaxizê maye û medrese qet nehatiyê parastin. Parlamenterê AKPî Aslan Tatar di meha Tebaxa 2024an de ragihandibû ku ji bo parastina medreseyê xebatên restorasyonê destpêbikin lê tevî salek ji ser re derbas bû jî tu xebat nehatinê kirin.
Li Kurdistanê gelek alim, zana, wêjevan û feylesof derketine û bandoreke mezin li wêje, dîrok û civaka Kurd kirine. Yek jî ji wan Feqiyê Teyran e. Feqiyê Teyran ango Muhammedê Teyranî di navbera salên 1590î û 1660an de jiyayê. Li gor lêkolînên dîrokî navê Feqiyê Teyran Muhammed e. Rojekî di medreseyê de dema mele perwerdeyê dide bala Feqiyê Teyran ji ber çûkan belav dibe û guhdarî çûkan dike. Li ser vê yekê mele ango mamosteyê Feqiyê Teyran ji jê re dibêje êdî tu bûyî Feqiyê Teyran. Ji wê rojê şûn ve Muhammedê Teyranî dibe Feqiyê Teyran. Lê ew lêkolîn ne zelal in û rastiya wê nehatiye ispatkirin. Feqiyê Teyran bi helbest, pirtûkên tasavufî û felsefî mohra xwe li wêjeya Kurdî xistiye û helbestên wî bûne stran û heta roja me ya îro jî li ser zimanan in.
Li Cizîrê bi rê diket û dihat medreseyê perwerde didît
Feqiyê Teyran li navçeya Geverê ya Colemêrgê ji dayikbûye û ji bo perwerdehiyê li gelek cihan geriyayê. Feqiyê Teyran ku li pey zanebûnê bû li bajarên Wan, Bîtlîs û Cizîrê geriyayê û li medresyan perwerde dîtiye. Medresya li gundê Fenikê Rewî ya li ser rêya Basayê jî tê gotin ku di dema Osmaniyan de ji bo rêwiyên alim hatiyê çêkirin û di wir de perwerdehî hatiyê dîtin. Feqiyê Teyran ku ji bo fêrbûna ilim hatibû Cizîrê tê gotin ku her roj li navçeya Cizîrê bi rê diket û 25 kîlometre dimeşiya û dihat vê medreseyê perwerde didît. Ji ber ku Feqiyê Teyran li vê medreseyê perwerde dîtiye û helbestên xwe di vê medreseyê de nivisînê jê re Medreseya Feqiyê Teyran hatiyê gotin. Ji ber wê jî tevî ku Medrese ji beriya Feqiyê Teyran hatiye çêkirin jî weke Medreseya Feqiyê Teyran tê pênasekirin.
Finikê Rewî
Gundê Fenikê Rewî jî bi qasî medreseyê gundekî dîrokî ye. Li gund gelek şikeft hene û sûrên Finikê jî li vî gundî ne. Gund navê xwe jî ji van sûran digre. Gundê Fenikê Rewî di bin quntarê Çiyayê Gabarê de ye û li ser çemê Dîcleyê ye. Gelek cihên dîrokî li gund hene. Ji bilî Sûrên Finikê û kelha Fenikê cihê pençeyên Tîmûr jî li vî gundî ne. Gundê Finikê Rewî gundekî mezin e. Hin malên gund di salên 90an de hatine valakirin. Malên derdora medreseyê jî di salên 90î de hatine valakirin û xaniyên li gund hilweşiyane û kavilên wan mane. Lê gund tevahî hilneweşiyaye û taxa din ya gund hê jî welatî hene.
Medrese heke neyê parastin wê ji holê rabe
Her çiqas dîroka Medreseyê nayê zanîn jî li gor lêkolînan di navbera salên 1501 û 1600an de hatiye çêkirin. Medrese di dema Osmaniyan de ji bo kesên di rêvitiyê de ne li wir perwerdeyê bibinin hatiyê çêkirin. Piştî ku Feqiyê Teyran li vir perwerde dîtiye û helbest nivisîne navê medreseyê jî bûye Medreseya Feqiyê Teyran. Medrese tevî ku di bin parastina Wezareta Çand û Turzîmê û Midûriyeta Çand û Turîzmê de ye jî nehatiyê parastin û hilweşiyayê. Banê medreseyê tevahî hilweşiyaye û dara ku di hûndirê medreseyê de şîn bûye guliyên wê li ser banê ketine. Diwarê medreseyê jî ji aliyê derî ve bi temamî hilweşiyayê. Dîwarên hindir ên medreseyê jî qelişîne û rûxiyane. Di salên 90î de di xebata rê de medrese hatiyê texrîpkirin û piştî wê jî ji bo restorasyonê tu xebat nehatine kirin. Tevî ku parlamenterê AKPyî Aslan Tatar salekî berê gotibû dê xebata restorasyonê bê kirin jî tu xebat nehatine kirin. Medrese ku ji holê rabûnê re rû bi rû ye di wêne û dimenan de jî xuya dike ku heke tu xebat neyê kirin, dê wê bi temamî ji holê rabe. Weke gelek cihên dîrokî yên Kurdistanê ku ji holê rabûne, ew medrese jî ji holê rabûnê re rû bi rû ye.
Projeya me ya restorasyonê tuneye
Têkildarî mijarê em li Miduriyeta Çand û Turîzmê ya Şirnexê geriyan û me pirs kir ka ji bo parastina medreseyê tu xebat an jî projeya restorasyonê heye yan na? Miduriyeta Çand û Turîzmê bersiv da û diyarkir ku tu projeya wan niha tuneye û di demên pêş de dibe ku ji bo parastina medreseyê proje pêş bikevin. Lê niha tu projê an jî xebateke wan tune ye.