Rêveberiya Nexweşxaneya Miştenûrê destnîşan kir ku ji ber hejmara nexweşan 3 qet zêde bûye û gotin: “Em bi qrîzeke mezin re rû bi rû ne. Bi riyeke ewle derman bişînin.”
Rêveberiya Nexweşxaneya Miştenûrê ya Kobanê diyar kir ku ji ber hejmara welatiyên koçber bûne, hejmara nexweşxan 4 qet zêde bûye û da zanîn ku heke hejmar zêde bibe ew ê nikaribin xizmeta tenduristiyê bidin.
‘Nexweş 3 qet zêde bûn’
Bijîşk Evîn Xelîl a ji Rêveberiya Nexweşxaneya Miştenûrê da zanîn ku beriya niha rojê 150-170 kes dihat nexweşxaneyê û wiha got: “Piştî ku koçberî zêde bûn û welatî ber bi bajêr ve hatin hejmara nexweşan 3 qet zêde bûn û ev yek jî gelek zorê dide me. Niha rojê nêzî 450 kes tê nexweşxaneyê. Her ku nexweş tên, hemar zêde dibe nexweşî jî zêde bû. Taybetî jî zarok û jinên ducanî di bin metirsiyê de ne.
‘Ji deriyeke ewle dermanan bişînin’
Evîn Xelîl anî ziman ku hezaran kesên ji cih û warên xwe de hatine dûrxistin hene û wiha pê de çû: “Hezaran kesên koçber bûne dibistanê sar û qampên sar de dijîn. Kobanê jî dorpêçkirî ye. Em bang li aliyên têkildar dikin. Ji bo pêdiviyên sereke bila rêyeke ewle were vekirin û taybetî jî derman bila ji me re werin şandin.







