Şirnex – Li herêma Gova Reşo ya navçeya Elkê mehek berê ji aliyê TPAOyê ve bîrên petrolê hatin vekirin û dest bi lêgerîna petrolê hat kirin. Bi vebûna bîrên petrolê re habîtat û floraya zozanan bi destê şîrketan tê wêrankirin.
Li Şirnexê bi birîna daran, lêgerîna petrolê, kanên madenê ên komir, kevir, xîz û bendavan xweza tê talankirin. Bi talankirina xwezayê re ava rûbar û newal û kaniyan kêm dibe û ev talankirin bandorê li ser avhewaya herêmê jî dike. Li Çiyayê Gabarê ya Şirnexê ji sala 2022yan vir ve lêgerîna petrolê berdewam dike û ji ber lêgerîna petrolê her derê çiya hatiyê kolandin û dar hatine birîn. Tevî ku xwezaya Şirnexê ji ber lêgerîna petrola Çiyayê Gabarê hatiyê talankirin û tunekirin jî vê carê li quntarê Çiyayê Kato ya navçeya Elkê ya Şirnexê lêgerîna petrolê dest pê kir.
Niha jî bi lêgerîna petrolê zozanên Elkê wêran dikin
Şîrketa Hevkariya Petrolên Tirkiyeyê (TPAO) li herêma Gova Reşo ya bi sernavçeya Elkê ve di 25ê Gulanê de bîrên petrolê veda û dest bi lêgerîna petrolê kir. Tevî ku ji salên berê ve jî li heman herêmê 8 milyon TL hatibû xerckirin û bîrên petrolê hatibûn vedan û ji ber ku nehatibû dîtin dev jê hatibû berdan jî mehek berê careke din lêgerîna petrolê dest pê kir. Welatiyên ku erdê wan li Gova Reşo hene ji ber bîrên petrolê bên vedan neçar mane ku erdên xwe bifiroşin. Li bendê ye ku ji bo bîrên petrolê yên niha tên vedan budçeyek pirr zêde bê razandin.
Zozanên welatiyan pêşkeşî şîrketan kirin
Gova Reşo li quntarê Çiyayê Katoyê cih digire. Welatiyên Elkê ku bi sewalkarî û çandiniyê debara xwe dikin her sal di demsala havînê de berê xwe didan Gova Reşo. Her wiha ji ber ku li Gova Reşo av zêde ye welatiyan li wir bi çandiniyê re jî mijûl dibûn û li wir erdên gelek welatiyan hene. Lê piştî ku bîrên petrolê li wir hatin vedan, welatî jî nikarin biçin nav erdên xwe û pezên xwe bibin biçêrînin. Gova Reşo ku bi hincetên “Ewlehiyê” ji welatiyan re hatiye qedexekirin pêşkeşî şîrketan hatiye kirin. Bîrên petrolê dibin sedema xerakirina xwezaya zozanan.
Bi bîrên petrolê zozanan wêran dikin
Makîneyên xebatê ya lêgerîna petrolê li qadeke fireh belav bûn e û li petrolê digerin û ji bo dîtina petrolê bîran vedidin. Her wiha derdor jî hatiye kolandin û erdên welatiyan di bin axê de mane. Gova Reşo ya berê di nav şînahiyê de winda dibû niha bûye seha sondaja petrolê. Her roj bi dehan qamyonên mezin jî li ser rê diçin û tên ev yek jî dibe sedema rabûna toz û dûmanê. Ev toz û dûman bandorê li ser bax, bostan û xwezayê û jiyana welatiyan dike. Bîrên petrolê dibin sedema erozyona axê û ziwakirina çem û kaniyan. Ev yek jî bandoreke mezin li ser jiyana welatiyên navçeyên Elkê dike. Her wiha ev yek ekosîstema herêmê jî xera dike.