Platforma Têkoşîna Li Dijî Hişbirê ya Şiyar Be li Parqa Koşûyolûyê dest bi nobedê kiribû, di roja duyemîn de didome.
Platforma Têkoşîna Li Dijî Hişbirê ya Şiyar Be bi dirûşma “Em tarîtiyê ronî dikin” li Parka Koşûyolû ya Amedê kon vedabû û li vir dest bi nobedê kirin. Gelek endam û nûnerên saziyên civakî û welatî li kon kom bûn. Girse li vir pêşî govend geran û dest bi nobedê kirin.
Welatî û zarokên li parqê jî tev li nobedê bûn û govend gerandin.
Nobed dê sibe jî bidome.