Piştî peymana di navbera HSD û Hikûmeta Demkî ya Sûriyê de di çarçoveya pêkanîna mafê siyasî de dê nûnerên Kurd li ser navê herêma Hesekê biçin Meclisa Sûriyê.
Nîqaşên li ser peymana di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Demkî ya Şamê de berdewam dikin. Bi peymanê înkara sed salan a gelê Kur dli Sûriyê bi dawî bû. Niha dema bicihanîna kîteyên peymanê ye. Ji van kîteyan jî temsîla siyasî ya Kurdan li Şamê ye.
Nûnerên siyasî dê biçin Meclîsa Sûriyê
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên di nav pêvajoyê de cih girtî gelek kîteyên mijarê hene. Ji van yek jî temsîlîyeta siyasî ya Kurdan li Şamê ye. Çavkaniyan bi bîr xist ku Hikûmeta Demkî hibijartinek pêk anî bû lê ev hilbijartin li herêmên Kurdan çene bibû. Heta hilbijartinê dê nûnertiya Kurdan bi rêbazek nû bê bi cih anîn.
Dê ji kotaya Serokomariya Sûriyê biçin meclîsê
Çavkaniyan anî ziman ku di hilbijartinan de kotaya serokomariyê heye û dê ji vê kotayê nûnerên Hesekê biçim Meclisa Sûriyê. Heta çêkirina destûra bingehîn a nû û hilbijartinê dê temsiliyeta siyasî bi vî awayî bê çareserkirin.













