• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
05 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Sabahat Tuncel hate berdan  NÛÇEYA LEZGÎN

    Sabahat Tuncel hate berdan NÛÇEYA LEZGÎN

    Zelensky, Şara û Fîdan li Şamê dicivin

    Zelensky, Şara û Fîdan li Şamê dicivin

    Li Şengalê Cejna Jîngehparêzî û Zarokan a 4ê Nîsanê hate pîrozkirin

    Li Şengalê Cejna Jîngehparêzî û Zarokan a 4ê Nîsanê hate pîrozkirin

    Rektor gotubêja Sebahat Tuncel betal kir

    Sabahat Tuncel hate binçavkirin

    Polîsan êrişî pîrozbahiya 4ê Nîsanê kir: 3 kes hatin binçavkirin

    Polîsan êrişî pîrozbahiya 4ê Nîsanê kir: 3 kes hatin binçavkirin

    Rejîma Îranê 2 ciwanên girtî darve kir

    Rejîma Îranê 2 ciwanên girtî darve kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Sabahat Tuncel hate berdan  NÛÇEYA LEZGÎN

    Sabahat Tuncel hate berdan NÛÇEYA LEZGÎN

    Zelensky, Şara û Fîdan li Şamê dicivin

    Zelensky, Şara û Fîdan li Şamê dicivin

    Li Şengalê Cejna Jîngehparêzî û Zarokan a 4ê Nîsanê hate pîrozkirin

    Li Şengalê Cejna Jîngehparêzî û Zarokan a 4ê Nîsanê hate pîrozkirin

    Rektor gotubêja Sebahat Tuncel betal kir

    Sabahat Tuncel hate binçavkirin

    Polîsan êrişî pîrozbahiya 4ê Nîsanê kir: 3 kes hatin binçavkirin

    Polîsan êrişî pîrozbahiya 4ê Nîsanê kir: 3 kes hatin binçavkirin

    Rejîma Îranê 2 ciwanên girtî darve kir

    Rejîma Îranê 2 ciwanên girtî darve kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

OHD, MED TUHAD-FED: Ji bo mafê heviyê dest bi gavên hiqûqî bikin

29 KANÛN 2024 - 18:10
Kategorî: DARAZ, ROJANE
A A
OHD û MED TUHAD-FEDê rapora têkildarî girtîgehan aşkere kir. Di raporê de anîn ziman ku li girtîgehan binpêkirin zêde bûye û wiha gotin: “Di çarçoveya mafê hêviyê de divê demildest Rêber Abdullah Ocalan û hemû girtiyên muebeta giran bên berdan.”

Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) rapora xwe ya têkildarî girtîgehan eşkere kir. Daxuyanî, li pêşiya Kampusa Girtîgeha Amedê dan. Rapora bi sernavê “Binpêkirinên Mafan ên li Girtîgehên Tirkiyeyê ya 2024an” ku daneyên wê dê di rojên pêş de bên eşkerekirin, 92 girtîgehan dihewîne.

Hevseroka Giştî ya OHDê Ekîn Yeter, Hevserokên Giştî yên MED TUHAD-FEDê Pinar Sakik Tekîn û Kerem Canpolat û gelek endamên OHD û MED TUHAD-FEDê yên bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî tev li daxuyaniyê bûn. Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a Navenda Giştî ya OHDê Ayşe Şehrîban Demîrel daxuyanî da.

‘Li girtîgehan binpêkirin zêde bûne’

Ayşe Şehrîban Demîrel diyar kir ku binpêkirinên li girtîgehan her ku diçe zêde dibin û wiha got: “Rapor, li ser serlêdanên hatine kirin hatiye amadekirin. Girtî, rastî cezayên disiplînê yên keyfî û derhiqûqî tên.” Ayşe Şehrîban Demîrel, bi bîr xist ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an heta niha di tecrîdê de tê ragirtin û wiha got: “Normên herî biçûk ên hiqûqê jî tên binpêkirin û cezayên disiplînê yên neheq tê dayin, daxwaza hevdîtina bi malbat û parêzeran re tên astengkirin û ev yek, mînaka herî şênber a tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan e.”

Ayşe Şehrîban Demîrel, anî ziman ku bi hevdîtinên di 23yê Cotmehê û 28ê Kanûnê de yên bi Abdullah Ocalan re tecrîd ji holê ranebûye û wiha got: “Ji bo jiholêrakirina bêhiqûqiya bi salan tê domandin divê gavên şênber bên avêtin. Divê demildest di çarçoveya mavê hêviyê de ji bo azadiya fîzîkî ya birêz Abdullah Ocalan gav bên avêtin. Salên domdirêj e mafê hevdîtinê yê bi parêzer û malbatan re yên birêz Abdullah Ocalan, birêz Omer Hayrî Konar, birêz Hamîlî Yildirim û birêz Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Girava Îmraliyê tên ragirtin, bi awayekî derhiqûqî tên astengkirin. Tevî vê rewşê jî CPT’yê di 13- 22’yê Sibata 2024’an de ji bo armanceke taybet serdana Tirkiyeyê kiriye. Lê belê rapora xwe eşkere nekir û bi vê yekê nîşan da ku li ser şopa Tirkiyeyê ye. Di çarçoveya mafê hêviyê de hewceye pêvajoya hiqûqî ya derheqê birêz Abdullah Ocalan û hemû girtiyên din ên di rejîma muebbeta girankirî de tên ragirtin, tavilê were destpêkirin.”

‘Rê li pêşiya berdanê vekin’

Ayşe Şehrîban Demîrel, destnîşan kir ku yek ji pirsgirêkên herî mezin a di pergala înfazkirina cezayê ya Tirkiyeyê de jî girtiyên nexweş in û wiha pê de çû: “Girtiyên rewşa wan giran, tevî serlêdanan jî serlêdanên wan bi demê re tên vehêlandin û bi hinceta raporên saziyên tipa edlî yên ne li gorî pîvanên zanistê hatine amadekirin tehliyeyê girtiyên nexweş tên astengkirin. Bi vê yekê re mafê jiyanê tê binpêkirin. Berdana gelek girtiyan tê taloqkirin û astengkirin. Mafê ewlehiya hiqûqî tê binpêkirin, nirxandinên subjektîf tên kirin û bi pêvajoyên îdarî yên kefî re gelek caran daxwaza tehliyeya bişert tên redkirin. Têgeha ‘başhaliyê’ ku yekser bandorê li mafê azadî û ewlehiyê dike, bi vî awayî ji biryarê keyfî yên rayedarên girtîgehê re hatiye hiştin. Bi hincetên weke derbasî qawîşên kesên serbixwe nebûne, zextên poşmantiyê, hincetên weke girtî teserûfa bikaranîna av û ceyranê nekiriye, cezayên disiplînê yên berê hatine dayin, ji pirtûkxaneya girtîgehê biqasî tê xwestin pirtûk nexwendiye, biryarên fikaredar e yên ji bo nameyên hatine şandin, ji bo gardiyanan nebûne alîkar, navbera wî/wê ya bi personelan re nîne û hwd. ên lijneya îdare û çavdêriyê tehliye tên astengkirin. Ji bo ku girtiyên mafê wan ê tehliyeya bişert hatiye astengkirin tavilê bên tehliyekirin, divê karûbarên pêwîst bên kirin.”

Zext berdewam dikin

Ayşe Şehrîban Demîrel, da zanîn ku li gorî agahiyên ji girtiyan girtine, di demên dawî de gelek girtî li girtîgehên cuda hatine sirgunkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Sewqên ji bo girtîgehên dûr tên kirin hem ji bo girtiyan hem jî ji bo malbatên wan dibe pirsgirêk. Zext li malbat, vasî û parêzerên ji girtiyan re pereyan dişînin dikin. Kes tên binçavkirin, derheqê wan de doz tên vekirin û ceza tên dayin. Girtinên bi îdiaya ‘fînansoriya rêxistinê dikin’ hêj didomin. Ji ber vê zextê, girtî nikarin pêdiviyên xwe pêşwazî bikin û ev yek jî bi xwe re hem pirsgirêkên fîzîkî hem jî yên ruhî tîne. Kesên rastî zexta darazê tên jî tên binçavkirin, doz lê tên vekirin û girtin. Ev yek li ser xizmên girtiyan rê li ber encamên jêneveger vedike. Ji karên xwe dibin, ji azadiya xwe mehrûm dibin û ji hêla civakî zirar digihije wan.”

Ayşe Şehrîban Demîrel, bibîr xist ku nameyên girtiyan desteser dikin û wiha bi dawî kir: “Nameyên girtî ji malbatên xwe re jî dinivîsin bêyî hincetek were nîşandan tên astengkirin. Bi taybet jî nameyên bi Kurdî yên girtî dişînin an jî yên ji girtiyan re tên şandin, tên astengkirin. Ev yek nîşan dide ku zexta li ser Kurdî li girtîgehan jî didome. Di heman demê rojname û kovar bi awayekî keyfî tên qedexekirin. Mafên azadiya xweîfadekirinê û ragihandinê yê girtiyan ku bi qanûnên navneteweyî û destûra bingehîn hatine misogerkirin jî tên binpêkirin. Di vê çarçoveyê de pirtûk hatine bisînorkirin, rojname û kovar tên asetngkirin. Divê ev qedexe û astengkirin tavilê bi dawî bibin. Divê demildest sepanên keyfî, derhiqûqî û mafan bisînor dikin tavilê bên bidawîkirin. Divê derheqê xebatkarên cemaweriyê yên bi awayekî fiîlî derhiqûqî tevdigerin de mekanîzmayên lêpirsînê bi awayekî çalak bikevin meriyetê. Em ê binpêkirinên li girtîgehan bişopînin û ji bo bidawîkirina binpêkirinên mafan em banga berpirsyartiyê li her kesî dikin.”

Etîket: Ayşe Şehrîban DemirelMED TUHAD-FEDOHD
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Muhîttîn Muguç: Mûsa Bendaş ji ber helwesta xwe ya Kurdewarî hat girtin

Muhîttîn Muguç: Mûsa Bendaş ji ber helwesta xwe ya Kurdewarî hat girtin

3 NÎSAN 2026
‘Operasyonên binçavkirinê zirarê didin pêvajoya heyî’

‘Operasyonên binçavkirinê zirarê didin pêvajoya heyî’

27 ADAR 2026
‘Tevgerên heyî ne li gorê ruhê pêvajoyê ne’

‘Tevgerên heyî ne li gorê ruhê pêvajoyê ne’

26 ADAR 2026
MED TUHAD-FED: Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan

MED TUHAD-FED: Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan

25 ADAR 2026
OHD: Ji bo aştî û demokrasiyê yek ji gava pêşî pêkanîna mafê hêviyê ye

OHD: Ji bo aştî û demokrasiyê yek ji gava pêşî pêkanîna mafê hêviyê ye

18 ADAR 2026
Ûgûrlû: Mafê hêviyê ji bo birêz Ocalan mafekî rewa, mirovî û hiqûqî ye

Ûgûrlû: Mafê hêviyê ji bo birêz Ocalan mafekî rewa, mirovî û hiqûqî ye

6 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Rektor gotubêja Sebahat Tuncel betal kir

    Sabahat Tuncel hate binçavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Bayrakliyê pîrozbahiya 4ê Nîsanê: Tu bûyî ronahiya hemû cîhanê!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Yek ji rûspiyên Sîpkiyan: Em êdî dixwazin Serok Ocalan di nav xwe de bibînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Veysî Aktaş: Em hêvî dikin 4ê Nîsana 2027an Rêbertî di nav me de be

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Wanê panela ekolojiyê hat lidarxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sabahat Tuncel hate berdan NÛÇEYA LEZGÎN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Girtî Seda Baykan 4 roj in di greva birçîbûne de ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Polîsan êrişî pîrozbahiya 4ê Nîsanê kir: 3 kes hatin binçavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ciwanên Geverê 4ê Nîsanê pîroz kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Amedspor îro di riya şampiyonî û Sûper Lîgê de Bolusporê pêşwazî dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (218)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne