Amed – Li Tirkiyeyê nexweşiya penceşêrê zêde dibe. Salê nêzî 165 hezar mirov bi penceşêrê dikevin. Onkolog Dr. Halîs Yerlîkaya diyar kir ku divê welatî zû bikevin pey nexweşîniya cureyên penceşerê û li xwe bipirsin û got: “Em li dijî penceşêrê ne bêçare ne.”
Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê salane 165 hezar kes bi nexweşiya penceşêrê dikevin. Hejmara kesên ku nexweş dikevin yên mêran ji yên jinan zêdetir in. Li gorî Îstatîstîkên Saziya Penceşêrê ya Tirkiyeyê ji sedî 20-30 mirin ji penceşêrê pêk tên. Her wiha sedema van nexweşiyên penceşêrê jî ji kişandina cixareyê, xwarin û vexwarinê, bikaranîna amûrên elektronîk yên weke telefon, tablet, televîzyon, kompîtor û hwd. Ji ber vê yekê bijîşk her roj bang li mirovan dikin ku her tim xwe ji şekir, rûn û xwarinên biyanî dûr bixin. Di heman demê de jî bijîşk vê hişyariyê jî didin û dibêjin, “heta ji destê we bê xwe nexin nava stresê û ji xwe re sporê bikin.”
Onkolog Dr. Halîs Yerlîkaya têkildarî nexweşiya penceşêrê axivî û da zanîn ku sedemên nexweşiya penceşêrê ji xwarin, vexwarinan, cixare û ji qirêjiya wesayîtan a li bajaran pêk tên û got: “Di demên dawî de di nava xwarin û vexwarinan de tiştên fabrîkasyon û ji xwezaya xwe dûr hene.”
Pêşîlêgirtina nexweşiyan
Halîs Yerlîkaya diyar kir ku her diçe hejmara nexweşiya penceşêrê li seranserê cîhanê zêde dibe û wiha got: “Sedem yek jê ew e dema mirov pîr dibe, bi wê pîrbûnê re nexweşî jî zêde dibin. Her wiha em dikarin bibêjin nexweşiya penceşêrê bi piranî li mirovên pîr ên ku temenê wan ji 65an berjortir peyda dibe. Ya dinê jî her çiqas hejmara mirovan zêde dibe ew qas nexweşiyên giran jî dertên holê. Sedema duyemîn jî ew e ku wek cixare, nargîle û gelek cureyên bi vî awayî dibin sedem. Dema ku li hemû cîhanê fabrîqeyên tutûnê ji holê bên rakirin dê zarokên biçûk jî nekşînin û ev nexweşiyên giran li wan nayên peydakirin. Ji ber ku li her dera cîhanê her tim reklamên wan tên kirin dibe sedema kişandinê û nexweşiyê. Heke ku pêşî li van tiştan bê girtin dê pêşî li nexweşiyan jî bê girtin. Kişandina cixareyê dibe sedema nexweşiya pişikê, kezeba reş, qirikê û dibe gelek sedem. Yek jê qelewbûna obezîteyê û di tiştên xwarin û vexwarinan de tiştên nebaş hene. Di demên dawî de di nava xwarin û vexwarinan de tiştên fabrîkasyon û ji xwezaya xwe dûr hene. Li bajaran jî ji ber ku çûyîn û hatin hemû bi wesayîtane êdî jiyan sedanter bûye. Çiqas mirov tevger, werzîr û meşê neke dibe sedema jiyana sedanter û penceşêrê. Ji bo ku teşhîsa penceşêrê zû bê peydakirin li nava welatan jî rêze zêde dibe. Dema ku zûtir bihatana teşhîskirin rêjeya nexweşiya penceşêrê ew qas zêde nedibû. Her sedemên weke enfeksiyon hewaya hawirdor a nepaqij û maddeyên kîmyewî, radyasyon vana jî hemû sedemin ku rêjeya nexweşiya penceşêrê zêde dike. Ji hêlekê ve jî welatê ku aramî lê tune be û şer lê hebe, hemû kiryarên antî-demokratî be mirov ji qehr û kulan jî nexweş dikeve. Cihekî ku bingeha wir ne zexm be û her roj rastî her cureyên êrîşan bê dibe wek travmayek di nav gel de û derûnî pê xirab dibe.”
‘Kişandina mamografiyê’
Halîs Yerlîkaya anî ziman ku ya herî girîng ew e teşhîsa penceşêrê leztir bê kirin û got ku ji bo wê jî hewcedarî her tim bi kontrolê heye û wiha axivî: “Wek Jinên ku nexweşiya wan a pêsîrê û mêrên ku nexweşiya wan a prostatê hebe, nexweşiyên penceşêrê ya roviyan hebe divê ku zûtir biçin lê bipirsin. Diruşmeya ku dibêjin; ‘Ji penceşêrê netirse ji derengbûnê bitirse’ bi rastî jî diruşmeyek gelek girîng e. Hewceye ku mirov ji penceşêrê ne tirse ji derengbûnê bitirse. Hin kontrol kirin hene ku ji nexweşiya pêsîrê piştî 40 salî pêde hewcedarî pê heye ku hemû jin mamografiyê bikşînin. Ev kişandina mamografiyê jî jinên ku temenê wan bi seriya 25an ket divê her meh biçin kontrole. Ev gelek girîng e. Ne tenê ji bo penceşêra roviyan, a malzarokê û ji ber vê yekê jî wek cixare, obezîte, jiyana sedanter û bi kontrolkirinan mirov dikare pêşî li nexweşiyan bigire.”
‘Parzeya Kubayê’
Halîs Yerlîkaya di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn dema ku çiqas zûtir teşhîsên penceşêrê bên kirin dê ewqas zûtir jî penceşêr rizgar bibin û tedawiya wan serketîtir bibe û wiha qal kir: “Em li dijî penceşêrê ne bêçare ne. Di salên dawî de nexweşî gelek çêdibin, weke dermanên ku jê re dibêjin Smat, yanî weke dermanên biaqil jê re tê gotin. Dermanên ku bandorên wan ên neyînî hindik be bandora wan a erênî bi tenê dema mirov xwar û weke fîşeka ku li hedefa xwe bixe, bandora wê kêm be li hemû laşê mirov belav dike. Hin derman jî hene weke Parzeya Kubayê, tê binavkirin, dermanê Îhmîlot terapî, jê re tê gotin. Ew derman jî dema mirov li ser nexweşan bikar tîne ew rasterast naçin bi hucreyên ku penceşêr pêre heye bi wan re şer nake. Bi tenê pergala laşê mirov a parastinê ku şer dike li ser bandor dike û pergala parastinê hişyar dike. Her wiha em dikarin bibêjin di hêla Koleniterapî, Cerahî de jî pêşketineke mezin heye. Bi rêya emeliyatê ku penceşêr tê tedawîkirin di wir de jî gelek pêşketin hene. Vana hemû sedem in ku em dikarin zûtir teşhîs bikin. Li dijî nexweşiya penceşêrê gelek amûrên me hene.”
‘Kîmyeyên senayîyan’
Halîs Yerlîkaya bal kişand ser gelek madeyên ku hene dibin sedemên nexweşiya penceşêrê û hin nexweşiyên nû û hê jî di senayîyan de asbest tê bikaranîn û wiha pêde çû: “Li dora bajarê Amedê jî asbest gelek e û weke nexweşiya termîk tê peydakirin. Ew made bixwe jî weke kirêcê ye. Her wiha li hin welatan hê jî di cihên boyax, zelqok û kîmyayên senayîyan de benzen medeyek heye ew jî dibe sedem. Di sektorên mobîlya û tekistîlan de jî ev tê bikaranîn. Her wiha polîklormdû, bîfenîlen ew jî di amûrên elektronîk de heye, weke boyax û qaplamayan de tê bikaranîn. Madeyek heye jê re pestîsîr dibêjin ew jî di dermanên cotkarî û zîretê de heye û dibe nexweşî. Her wiha mertalên giran ên weke fîşek, cîvate, arsenîk û gelek cure sedem in. Ya dinê jî bikaranîna wesayîtan, benzîn, mazot û cureyên bi vî awayî êdî bêhnê li mirovan teng dikin. Hewceye ku paqijiya bajaran ji nû ve bê kirin. Ji bo ku rûmeta gundan gundîtiyê baştir bê zanîn ku li wan deran jiyaneke xwezayî baştir e û mirovan ji nexweşiyan dûr dixe.”
‘Gihandina nexweşxaneyan zor bûye’
Halîs Yerlîkaya di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku li nexweşxaneyan rewşa tendirustiyê pir baş nîn e û destnîşan kir ku li gelek deveran mirov êdî nikarin randevû bigirin û biçin nexweşxaneya û ev tişt got: “Kesên ku nexweş dikevin hejmara wan gelek e. Gihandina nexweşxaneyan jî çiqas diçe zor û zehmet dibe. Dibê ku ji bo vê tiştê hişmendiyek bê avakirinê û bi awayekî zanistî mirov tevbigere. Ji bilî ku nexweşî çêbibe û belav bibe, mirov biçe nexweşxaneyan tenê mirov nikare tendirustiyê binav bike. Beriya ku nexweşîn li merivan pîr bibe divê mirov li xwe bipirse û pêşî lê bigire. Ji bo vê jî hewcedarî bi pergaleke nû heye.”