• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
29 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Parêzerê doza Gulistan Doku giliyê 108 wezîfedarên emniyetê kir

    Parêzerê doza Gulistan Doku giliyê 108 wezîfedarên emniyetê kir

    Ji bo bîranîna cangoriyên 14ê Tîrmehê berhemeke nû

    Ji bo bîranîna cangoriyên 14ê Tîrmehê berhemeke nû

    Li Amedê panela ji bo Şêx Seîd: Têkoşîna wî têkoşîna hebûn û tunebûnê bû

    Li Amedê panela ji bo Şêx Seîd: Têkoşîna wî têkoşîna hebûn û tunebûnê bû

    Orhan Dogan hat bibîranîn: Wî her tim şerê aştiyê dikir

    Orhan Dogan hat bibîranîn: Wî her tim şerê aştiyê dikir

    Rojnameger Mazlûm Erencî li ser gora xwe hat bibîranîn

    Rojnameger Mazlûm Erencî li ser gora xwe hat bibîranîn

    Çalakiyên li dijî NATOyê: Gelek ciwan hatin binçavkirin

    Çalakiyên li dijî NATOyê: Gelek ciwan hatin binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Parastina kurdî li ser her kurdî ferz e’

Mahmût Altintaş / AW

19 SIBAT 2025 - 08:01
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Şirnex – Hevserokê berê yê Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek Cahît Akil diyar kir ku ji avabûna Komara Tirkiyeyê û vir ve zimanê kurdî bi polîtikayên pişaftinê re rû bi rû ye û got: “Li dijî polîtikayên pişaftinê, parastina kurdî li ser hemû kurdan ferz e.”

Ji bo parastina zimanên neteweyan ji aliyê Konseya Giştî ya Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) ve di sala 1999an de 21ê Sibatê wek “Roja Zimanê Dayikê yê Cihanê” hat qebûlkirin. Ji sala 2000î û vir ve 21ê Sibatê roja zimanê dayikê ya cihanê tê pîrozkirin. Gelek neteweyên ku ji ber pergala netew dewletê zimanê wan rastî tunehesibandin û polîtikayên pişaftinê tên, vê rojê weke roja têkoşîna parastina zimanê xwe pîroz dikin. Gelê kurd ku ji avabûna Komara Tirkiyeyê û vir ve zimanê wan bi polîtikayên pişaftinê tune tê hesibandin, 21ê Sibatê li qadan pîroz dikin û dixwazin perwerdehiya ziman bibe fermî. Hevserokê berê yê Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek Cahit Akil tekildarî 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê yê Cihanê ji Ajansa Welat (AW) re axivî û destnîşan kir ku parastina zimanê kurdî berpirsyariya hemû kurdan e.

Cahit Akil anî ziman ku zimanê kurdî bi salane bi polîtikayên pişaftinê tê tunekirin û got: “Ziman hêmaneke herî bingehîn ê civakê ye. Nasnameya civakê ye û her netew bi zima xwe pênase dike. Ji aliyê UNESCOyê ve 21ê Sibatê “Roja zimanê dayikê ya cihanê” tê pîrozkirin. Bi taybet jî gelen zimanê wan tê tunehesibandin û rastî polîtikayên pişaftinê tên, vê rojê bêtir bi watedar dibînin. Ji bo gelê kurd jî ev roj rojeke girîng e. Tirkiye jî endamê UNESCO ye. Her çendî UNESCO perwerdehiya pir zimanî esas digire jî, Tirkiye tevî endamê UNESCO ye jî, ji bo perwerdehiya pir zimanî gav neavetine. Gelê kurd ji bo parastina ziman û çanda xwe berdelin giran dane. Heta niha jî astengiyên pêşiya zimanê kurdî nehatinê rakirin. Weke zimanê nayê zanîn tê pênasekirin. Ew jî ji bo neteweyekî heqareta herî mezin e. Gelê kurd sed salin rastî polîtikayên pişaftinê yên pir alî tên. Li dijî van polîtikayan jî berdêlên giran hatine dayin.”

‘Divê her civak bi zimanê xwe perwerde bibe’

Di berdewama axaftina xwe de Cahit Akil bi lêv kir ku ji ber tunehesibandina zimanê kurdî gelek qirîzên mezin jî di nava civakê de derketine holê û wiha dirêj kir: “Tunehesibandina zimanê kurdî aloziyên pir mezin ava kirine. Heke tu bixwazî neteweyekê ji holê rake, divê tu ewilî ji ziman dest pê bike. Tirkiye jî li dijî kurdî înkara kurdî pêş xistiye. Dewleta Tirkiye ji ber ku li ser bingeha yekperestiyê hatiyê avakirin zimanên din înkâr dike. Ew jî bi xwe re hertim aloziyan tîne. Ji ber ku mafê perwerdehiya fermî ya zimanê kurdî hatiyê binpêkirin gelê kurd bi gelek pirsgirêkan ve rû bi rû dimînin. Her sal ji ber axaftina kurdî bi dehan kes tên qetilkirin. Ji ber ku di dibîstanan de li ser yekperestiyê perwerdehî tê pêşxistin dema kurdek bi kurdî biaxivê rastî êrişan tê. Ji bo ew ji holê rabe divê ew pergala yekperestiyê biguhere. Divê hemû gel bi ziman û nasnameya xwe bijîn. Heta statuya zimanê kurdî û perwerdehiya fermî ya zimanê kurdî pêkneyê pirsgirêk ji holê ranabin. Pêvîste her civak bi zimanê xwe perwerdehiyê bibine.”

‘Peywîreke ehlaqî û polîtîk e’

Cahit Akil destnîşan kir ku li dijî polîtikayên pişaftinê têkoşîna parastina kurdî berpirsyariya hemû kurdan e û wiha pê dê çû: “Parastina kurdî li ser her ferdekî kurd ferz e. Lê ji ber ku hişmendiya kurdî lewaz e ew yek kêm dimîne. Komele, sazî û dezgehên kurdî bi salan e têkoşîna parastina zimanê kurdî dikin. Gelek berdelin giran jî didin. Her sal mamosteyên zimanê kurdî tên girtin. Lê parastina ziman ne tenê berpirsyariya ser van saziyan e. Di heman demê de peywîreke ehlaqî û polîtîk e. Ji bo partiyên siyasî, saziyên hiqûqî, tendûristiyê û ji bo hemû qadan peywîreke ehlaqî û polîtîk e. Gelê kurd di wergirtina mafê tendûristiyê de jî zahmetiyên mezin dijîn. Ji bo wê jî divê hemû saziyên civakî, partiyên siyasî, saziyên hiqûqî û gelê kurd divê xwedî hişmendî bin. Di meclisê de jî rojeva sereke divê ziman be. Ji ber ku bingeha hemû qirîzan nenaskirina zimanan e. Ji bo ew qirîz çareser bibe pêvîste mafê xwezayî di zagonên bingehîn de bê naskirin. Divê nîqaşa vê yekê jî neyê kirin. Ji ber ku ew mafekî xwezayî ye. Lê mixabin em îro nîqaşa vê yekê dikin.”

Di dawiya axaftina xwe de Cahît Akil bal kişand ser hevdîtinên bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re tên kirin û nîqaşên heyî û got: “Niha li Tirkiyeyê hevdîtin hene. Em jî piştgiriya van hevdîtinan dikin. Ji bo civak ji vê pêvajoyê bawer bike divê gavên şenber bêne avetin. Bi wesileya 21ê sibatê em jî li vir dibêjin zimanê kurdî divê bibe zimanê perwerdehiya fermî. Ji bo qeyrana civakî û aborî çareser bibe divê ew yek pêk were.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Parêzerê doza Gulistan Doku giliyê 108 wezîfedarên emniyetê kir

Parêzerê doza Gulistan Doku giliyê 108 wezîfedarên emniyetê kir

29 HEZÎRAN 2026
Ji bo bîranîna cangoriyên 14ê Tîrmehê berhemeke nû

Ji bo bîranîna cangoriyên 14ê Tîrmehê berhemeke nû

29 HEZÎRAN 2026
Li Amedê panela ji bo Şêx Seîd: Têkoşîna wî têkoşîna hebûn û tunebûnê bû

Li Amedê panela ji bo Şêx Seîd: Têkoşîna wî têkoşîna hebûn û tunebûnê bû

29 HEZÎRAN 2026
Orhan Dogan hat bibîranîn: Wî her tim şerê aştiyê dikir

Orhan Dogan hat bibîranîn: Wî her tim şerê aştiyê dikir

29 HEZÎRAN 2026
Rojnameger Mazlûm Erencî li ser gora xwe hat bibîranîn

Rojnameger Mazlûm Erencî li ser gora xwe hat bibîranîn

29 HEZÎRAN 2026
Çalakiyên li dijî NATOyê: Gelek ciwan hatin binçavkirin

Çalakiyên li dijî NATOyê: Gelek ciwan hatin binçavkirin

29 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Serhado: Repbêjî di eslê xwe de çîrokbêjî û dengbêjî ye

    Serhado: Repbêjî di eslê xwe de çîrokbêjî û dengbêjî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 29ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komeleya Şêx Seîd: Mîrateya wan bûye bingeha têkoşîna azadiya gelê me

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Mekanîzmayên ku sûcdaran diparêzin bi saya têkoşîna jinan teşhîr bûne’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Ziman: Konfederasyona/Komuna Saziyên Zimanê Kurdî bê avakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Welatiyan ji mitîngê bang kir: Ji bo azadiya civakê divê Serok Apo azad be

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Gora Şêx Seîd û hevalên wî eşkere, îtîbara wan teslîm bikin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bûyera destdirêjiyê: Îfadeya kiryar piştî 6 mehan hat girtin!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rapbêj Serhado bi stranên xwe girse coşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Roja yekemîn a Konferansa Zimanê Kurdî dawî bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (805)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne