• Nûçeyên Herî Dawî
‘Parastina mafê Abdullah Ocalan parastina mafê hemû girtiyan e’

‘Parastina mafê Abdullah Ocalan parastina mafê hemû girtiyan e’

27 SIBAT 2025 - 09:47
‘Recep Îkîncîsoy li ku ye?

‘Recep Îkîncîsoy li ku ye?

19 TÎRMEH 2025 - 13:17
Cemîl Bayik: Tu kes nikare Rêber Apo û tevgera wî bixapîne

Cemîl Bayik: Tu kes nikare Rêber Apo û tevgera wî bixapîne

19 TÎRMEH 2025 - 12:37
MKG: Pênûsa Ayfer Serçe hê jî dinivîsîne

MKG: Pênûsa Ayfer Serçe hê jî dinivîsîne

19 TÎRMEH 2025 - 11:42
KJK: HTŞ siya hêzên hegomonîk e

KJK: HTŞ siya hêzên hegomonîk e

19 TÎRMEH 2025 - 11:13
Gel bi baldarî sînevîzyona merasimê temaşe dike

Gel bi baldarî sînevîzyona merasimê temaşe dike

19 TÎRMEH 2025 - 10:48
‘Ew her dem rûken bû’

‘Ew her dem rûken bû’

19 TÎRMEH 2025 - 10:19
KCK: Çareserî rêveberiya xweser e

KCK: Çareserî rêveberiya xweser e

19 TÎRMEH 2025 - 10:05
‘Gorên bêkesan tespît bikin û bidin malbatan’ 

‘Gorên bêkesan tespît bikin û bidin malbatan’ 

19 TÎRMEH 2025 - 09:47
Şoreşa 19ê Tirmehê: Bû azadiya zimanê Kurdî

Şoreşa 19ê Tirmehê: Bû azadiya zimanê Kurdî

19 TÎRMEH 2025 - 09:00
Îhsan Çapan: Rojava bi ser ket

Îhsan Çapan: Rojava bi ser ket

19 TÎRMEH 2025 - 08:46
ROJEVA 19ê TÎRMEHA 2025an

ROJEVA 19ê TÎRMEHA 2025an

19 TÎRMEH 2025 - 08:00
Civîna gel a Xinûsê: Birêz Ocalan rêberê gel e

Civîna gel a Xinûsê: Birêz Ocalan rêberê gel e

18 TÎRMEH 2025 - 20:05
Girtiyê nexweş Guler ji girtîgehê derket

Girtiyê nexweş Guler ji girtîgehê derket

18 TÎRMEH 2025 - 19:13
Bernameya Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê aşkera bû

Bernameya Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê aşkera bû

18 TÎRMEH 2025 - 16:44
Ji bo şervanê HSDê Abdullah Akyuz mewlîd hate dayîn

Ji bo şervanê HSDê Abdullah Akyuz mewlîd hate dayîn

18 TÎRMEH 2025 - 15:56
  • |
  • Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
  • Hemû Nûçe
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
19 TÎRMEH 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Recep Îkîncîsoy li ku ye?

    ‘Recep Îkîncîsoy li ku ye?

    Cemîl Bayik: Tu kes nikare Rêber Apo û tevgera wî bixapîne

    Cemîl Bayik: Tu kes nikare Rêber Apo û tevgera wî bixapîne

    MKG: Pênûsa Ayfer Serçe hê jî dinivîsîne

    MKG: Pênûsa Ayfer Serçe hê jî dinivîsîne

    Gel bi baldarî sînevîzyona merasimê temaşe dike

    Gel bi baldarî sînevîzyona merasimê temaşe dike

    ‘Ew her dem rûken bû’

    ‘Ew her dem rûken bû’

    KCK: Çareserî rêveberiya xweser e

    KCK: Çareserî rêveberiya xweser e

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • ROJANE
    ‘Recep Îkîncîsoy li ku ye?

    ‘Recep Îkîncîsoy li ku ye?

    Cemîl Bayik: Tu kes nikare Rêber Apo û tevgera wî bixapîne

    Cemîl Bayik: Tu kes nikare Rêber Apo û tevgera wî bixapîne

    MKG: Pênûsa Ayfer Serçe hê jî dinivîsîne

    MKG: Pênûsa Ayfer Serçe hê jî dinivîsîne

    Gel bi baldarî sînevîzyona merasimê temaşe dike

    Gel bi baldarî sînevîzyona merasimê temaşe dike

    ‘Ew her dem rûken bû’

    ‘Ew her dem rûken bû’

    KCK: Çareserî rêveberiya xweser e

    KCK: Çareserî rêveberiya xweser e

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Parastina mafê Abdullah Ocalan parastina mafê hemû girtiyan e’

Mehmet Alî Ertaş / AW

27 SIBAT 2025 - 09:47
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Parêzer û endama OHDê û MAF-DADê Rengîn Ergul diyar kir ku Tirkiye mafê azadî û hêviyê yê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan binpê dike û xwest Tirkiye demildest qanûnên xwe rast bike û mafê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêk bîne.

Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ji 15ê Sibata 1999an heta niha li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di yek hucreyê de tê girtin. Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bi taybetî ji sala 2020an heta 2024an di tecrîdeke mutalaq de hat girtin û bi tu awayî agahî jê nehat girtin. Lê tevî tecrîda giran, Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di hevdîtina 23ê Cotmeha 2024an de diyar kir ku şert û merc bêne avakirin dikare pirsgirêkê çareser bike. Dîsa di hevdîtina 22ê kanûna 2024an de nexşerêya çareseriyê pêşkêşî Tirkiyeyê kir. Îro tê payîn ku Abdullah Ocalan bi rêya şandeyê peyameke dîrokî bi raya giştî re parve bike. Çavê hemû kesan li peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan a di saetên êvarî de bi raya giştî bê parvekirin e.

‘Şertê Îmraliyê şertê îşkenceyê ye’

Endama OHD û Endama MAF-DARê Rengîn Ergul axivî. Endama OHDê û MAF-DADê Rengîn Ergul li ser şert û mercên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ji bernameya Mijarek û Mêvanek a Rojnameya Xwebûnê re nirxandin kir û wiha got: “Ji roja girava Îmraliyê hatiye avakirin û heta îro şertên ku Rêber Abdullah Ocalan têde, şertê îşkenceyê ye. Şertê binpêkirina mafên mirovan e. Li gorî zagonên Tirkiyeyê, li gorî zagonên ceza û înfazê binpêkirina mafan e. Her çiqas di mehên dawî de şande biçin Îmraliyê jî hîna parêzer û malbat nikarin biçin hevdîtinê. Ev jî dibe sedem ku mafên Birêz Abdullah Ocalan ên siyasî, civakî û hiqûqî bên binpêkirin.”

Divê şertên Abdullah Ocalan li gorî peymana navneteweyî bên rastkirin

Prz. Rengîn Ergul da zanîn ku dewlet mafê Birêz Ocalan binpê dike û wiha axivî: “Wekî girtiyekî siyasî mafê Birêz Ocalan tê binpêkirin. Lê birêz Ocalan ji kesekî zêdetir rolek wî ya di nava civakê de heye. Gel wî wekî nûnerê xwe û muxatabê xwe qebûl dike. Ji ber civak wî ji bo xwe rêber qebûl dikin, divê teqez şert û mercên wî bêne rastkirin. Divê şert û mercên Birêz Ocalan hem li gorî qanûnên Tirkiyeyê û hem jî li gorî şertên navneteweyî bêne rastkirin. Di vê demê de divê teqez şert û mercên Birêz Ocalan li gorî peymanên Naventeweyî bêne guhertin.”

Tecrîd binpêkirina mafên mirovan e

Parêzer Rengîn Ergul da zanîn ku tecrîda di şertê muebeta giran de berdewam dike û wiha axivî: “Ev tecrîda îro li Îmraliyê berdewam dike, li gorî qanûnên Tirkiyeyê jî tê wateya binpêkirina mafên mirovan. Divê di serî de Tirkiye wekî girtiyekî bigire dest. Mafê girtiyekî siyasî yê qanûnî û hiqûqî çibe, divê van mafan biparêze û bi cih bîne. Muebeta giran tê wateya ku heta sax be jî divê di girtîgehê de be. Ev jî li gorî Dadgeha Mafên Mirovan binpêkirina mafê hêviyê ye. Divê her girtiyekî ku cezayê muebeta giran lê hatibe birîn ji mafê hêvîyê sûdê bigire. Cezayê muebeta giran li dijî qedexekirina îşkenceyê ye. Divê îşkence qedexe be. Lê bi cezayê muebeta giran îşkence tê kirin. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) di îlona 2014an de ji bo Birêz Abdullah Ocalan biryara mafê hêviyê derxist. Li gorî vê biryarê divê Tirkiye mecbûr zagonên xwe biguherîne. Dema ev zagon bênê guhertin jî rê li pêşiya azadiya fizîkî vedibe. Lê Tirkiye hîn zagonên xwe neguhertiye.”

‘Divê mafê hêvî û azadiyê bê parastin’

Parêzer Rengîn Ergul li ser nêzîkatiya Tirkiyeyê ku di neguhertina mafê hevîyê de israr dike û nêzîkatiya Konseya Ewropa ya li dijî Tirkiyeyê jî rawestiya û wiha berdewam kir: “DMMEyê di mafê hêvîyê de tenê Tirkiye mahkûm nekiriye. Gelek welatên ewropa jî mahmuk kiriye. Van dewletên ewropa ku hatine mahkumkirin jî gav avêtine û zagonên xwe guhertine. An jî van dewletan bi awayekî defokto mafê muebetê ji holê rakiriye. Li gorî biryara DMMEyê divê rêya azadiyê bê vekirin û mafê heviyê bê parastin. Divê hem di zagonan de maf hebe, hem jî di aliyê fîîlî de ev maf hebe.”

‘Konseya Ewropa erka xwe pêk neani’

Prz. Rengîn Ergul, da zanîn ku li gorî biryara DMMÊ divê kes di bin tecrîdê de û heta heta girtî nemînin û wiha lê zêde kir: “Lê heta niha dewleta tirk tu gav neavêtiye û zagonên xwe neguhertine. Piştî biryara DMMEyê erka Konseya Komîteya Wezîran a Ewropayê ew e ku biryaran bişopîne. Binere ku dewlet van biryaran pêk tîne an na? Ev biryar ji 2015an ve di rojeva Komîteya Wezîran de ye. Lê heta niha Konseya Wezîran erka xwe ya li dijî Tirkiyeyê pêk neanîye. Salek berê di îlonê de civînên Konseya Ewropa pêk hatin. Di vir de ji bo mafê hêviyê salek dem dan Tirkiyeyê. Biryarek erênî ye, lê 9 sal dereng ev biryar dane. Konseya wezîran jî divê di serî de wextekî bide dewletan û li gorî wê biryarê bişopînin. Heta niha erkax we pêk neanîbû û zext li ser Tirkiyeyê nekiribûn. Lê di civîna dawî de dem dan Tirkiyeyê. Erênî ye. Lê dereng mayî ye. Ev qeyrana mafên mirovan hem ji bo Tirkiyeyê û hem jî ji bo Neteweyên Yekbûyî derbas dibe. Di sedsala dawî de ji aliyê mafên mirovan ve qeyranek heye.”

Ji bo muzakereyan divê mafê hêviyê bidin’

Prz. Rengîn Erglu, destnîşan kir DMMEyê di serî de ji bo Birêz Ocalan ev biryara mafê hêviyê daye û ev agahî parve kirin: “Mafê Hêviyê ne mafê muzakere û mafê bazarê ye. Ji bo em karibin qala muzakereyan bikin, divê ewil mafê hêviyê pêk bînin. Ji bo ev maf bê parastin divê zagon bê guhertin. Ev mafekî hiqûqî, qanûnî, civaki, siyasî û rewa ye. Ji bo muzakere û diyalog dest pê bikin divê berî her tiştî mafê heviyê têxin meriyetê. Şertê heyî şertê înkenceyê ye. Şertê îşkenceyê bi tu awayî û tu demê nayê qebûlkirin. Di rewşa awarte û rewşa şerte bi tu awayî îşkence nayê qebûlkirin. Dewlet mecbûr e mafê kesan biparêze. Ji bo wê divê zagonên xwe biguherîne. Ne ji bo bazarê, ji bo muzakereya demokratîk divê di serî te teqez zagonan biguherînin û hemû mafên pêkhateyan bêne parastin.”

‘Di şexsê Abdullah Ocalan de mafê 4 hezar girtî binpê dikin’

Prz. Rengîn Ergul li ser aliyê hiqûqî yê înkenceyê jî rawestiya û wiha got: “Birêz Abullah Ocalan di bin tecrîdek giran deye. Dibe ku Wezîrê Dadê îstatîstîkan bi me re parve nake. Lê di civîna navneteweyî de mecbûr man ku hinek îstatîstîk parve kirin. Li gorî daxuyanî û raporên wan nêzî 4 hezar girtiyên siyasî li Tirkiyeyê rastî cezayê muebeta giran hatine. Zêdetirî 4 hezar kesên ku cezayê muebeta giran li wan hatiye birîn jî kurd in. Ev ciwan bi piranî li Nisêbîn, Cizîr, Sûr û bajarên din hatin girtin. Di bin çavan de îşkence li wan hat kirin. Ciwanên ku di şerê bajaran de hatin girtin tevan cezayê muebeta giran xwarine. Hem îşkenceya fizîkî li wan hat kirin û hem jî cezayê muebeta giran xwarine. Ev jî tê wateya ku li dijî 4 hezar girtiyên siyasî qedexeya îşkenceyê binpê dike û rê li pêşiya îşkenceyê vedike. Tirkiye vê yekê jî bi hinceta Abdullah Ocalan rewa dike. Lê parastina mafê hêviyê yê Birêz Ocalan tê wateya parastina mafê hêviyê yê hemû girtiyan. Hemû parastina mafan bi hev ve girêdayî ne.”

‘Tirkiye zagonên xwe binpê dike’

Rengîn Ergul li ser mijara mevzûatê jî rawestiya û wiha berdewa kir: “Di demek nêzîk de Komîteya Wezîran li ser serlêdana parêzeran, biryar da ku Tirkiye mafê hêviyê yê Birêz Abdullah Ocalan binpê dike û xwest bi lez rêya hevdîtinê vekin. Dîsa di demek nêzîk de CPT di rapor û biryarên xwe de navê girtiyên li Îmraliyê nivîsî. Ji Tirkiye xwest demildest deriyê Îmraliyê vekin. Ev saziyên ku em wan rexne dikin, ji Tirkiyeyê xwest ku dawî bi binpêkirina mafan bîne û deriyê Îmraliyê veke. Dewleta Tirk hemû zagonên der barê mafê girtiyan de li Îmraliyê binpê dike. Berê digot koster xerab e. Şertên hewayê ne guncav in. Niha jî dibêje ‘Cezayê dîsîplînê’ heye. Li gorî qanûnênn navneteweyî nikare li ser hev cezayê dîsîplînê û cezayê hucreyê bide. Ev qedexe ye. Girtî di hucreyê de be jî mafê wî yê bi malbat û parêzeran re hevdîtinê bike heye. Dewleta Tirk qanûnên xwe jî peymanên navneteweyî jî binpe dike. Mevzûat ji bo dîmenan astengiyan dernaxe. Ez dikarim xal bi xal bibêjim li Îmraliyê kijan maf binpê kiriye. Rejîma Îmraliyê rejîma awarte ye. Ji roja ewil heta niha roja awarte heye. Di demên dawî de tecrîda mutlaq heye. Em bi tu awayî ji Birêz Abdullah Ocalan agahî nagirin. Em dizanin çawa dijî.”

‘Divêrêya muzakere û diyalogê vekin’

Rengîn Ergul herî dawî li ser reyên çareseriyê jî rawestiya û wiha got: “Divê berî her tiştî li gorî zagonên xwe tev bigere û zagonên asteng jî biguherîne. Divê rêya hevdîtinan veke. Di demek nêzîk de bi guhertina zagonan mafê hêviyan veke. Gelê kurd her tim diyar dike ku muxatab Birêz Ocalan e. Ji bo vê yekê divê rêya muzakere û rêya diyalogan veke.”

FacebookTweet

Nûçeyên Din

‘Recep Îkîncîsoy li ku ye?

‘Recep Îkîncîsoy li ku ye?

19 TÎRMEH 2025
Cemîl Bayik: Tu kes nikare Rêber Apo û tevgera wî bixapîne

Cemîl Bayik: Tu kes nikare Rêber Apo û tevgera wî bixapîne

19 TÎRMEH 2025
MKG: Pênûsa Ayfer Serçe hê jî dinivîsîne

MKG: Pênûsa Ayfer Serçe hê jî dinivîsîne

19 TÎRMEH 2025
KJK: HTŞ siya hêzên hegomonîk e

KJK: HTŞ siya hêzên hegomonîk e

19 TÎRMEH 2025
Gel bi baldarî sînevîzyona merasimê temaşe dike

Gel bi baldarî sînevîzyona merasimê temaşe dike

19 TÎRMEH 2025
‘Ew her dem rûken bû’

‘Ew her dem rûken bû’

19 TÎRMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2025 (370)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne