Wan – Sekreterê Giştî yê Baroya Wanê Parêzer Alî Şapkaci ku behsa pêvajoya aştiyê kir, bal kişand ser giringiya bingeheke hiqûqî û got: “Cihê çareseriyê parlemento ye. Lewma divê li parlementoyê komîsyonek ku ji çend beşan pêk tê, bê ava kirin.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir. Ev bang li seranserê cîhanê bi rojan bû rojev û li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê jî gelek hat axaftin. Piştî bangê Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) jî di 5-7ê Gulanê de Kongreya xwe ya 12emîn pêk anî û di 12ê Gulanê de encamnameya wê par ve kir. Li gorî encamnameyê PKKê xwe fesih kir. Di van rojên dawî de ji bo pêşxistina pêvajoyê banga avakirina komîsyonekê tê kirin û ji bo destûreke nû xebat tên meşandin.
Sekreterê Giştî yê Baroya Wanê Parêzer Alî Şapkaci ji ajansa me (Ajansa Welat) re pêvajo aştiyê ji aliyê hiqûqî ve nirxand û bal kişand ser girîngiya bingeheke hiqûqî. Alî Şapkaci, diyar kir ku ev pevajoya di qada siyasetê de despêkirî hêviyeke nû ji bo civakê çêkiriye û her çiqas ji hêla hiqûqê ve rewşeke zelal tunebe jî di civakê de bertekên cidî û erênî tê dîtin. Alî Şapkaci, anî ziman ku weke Baroya Wanê vê pêvajoyê girîng dibînin û wiha berdewam kir: “Di warê hiqûqî de bi teybetî ji bo zimanê kurdî em avêtinên gavên wêrek ku dê dewlet biavêje pêwist dibînin. Ji ber ku kakilê vê mesleyê xwedî derkeftina zimane. Helbet Ji bo ku serkeftina pêvajoyên bi vî rengî , bingehek hiqûqî bi qasî vîna siyasî girîng e û ji xwe li Bakur tecrubeyên siyasî nîşan dide ku dema di van prosesan de bingeheke hiqûqî neyê amadekirin pêvajo yan nîvco dimînin an jî valahiyên mezintir li dû xwe dihêlin. Girîngiya vê yekê Brêz ocalan jî behs kir. Got ji bo cekberdanê jî helbet divê bingehek hiqûqî bê avakirin.”
Mînakên aştiyê yên Ewropayê
Bi domdarî Alî Şapkaci, bal kişand ser mînakên li cîhanê û destnîşan kir ku li Ewropayê mînakên aştiyê yên bi vî rengî hene û wiha axivî: “Di dema muzakereyên bi dewleta Spanyayê û Rêxistina ETAyê re ku dev ji têkoşîna çekdarî berda, di mijarên weke rewşa girtiyan, şert û mercên ceza xwarîyan û azadiya raman de reformên cidî yên hiqûqî hatin kirin. Bi heman awayî, di pêvajoya çareseriyê ya ku IRA bi Îngilîstanê re dimeşand, ne tenê daxwazên siyasî, mekanîzmayên hiqûqî ya ji nû ve darizandinê hatin pêkanîn. Ev mînak nîşanî me didin ku aştiya mayînde tenê bi cek danîn nabe û divê bingehek hiqûqî jî hebe.”
‘Divê li parlementoyê komîsyonek bê avakirin’
Alî Şapkaci, ji bo çareseriyê parlemento nîşan da û wiha pê de çû: “Despêkirina vê pêvajoyê û ji bo encamgirtina vê çekdanînê cihê çareseriyê parlemento ye. Lewma, divê di bin banê parlementoyê de komîsyonek ku ji çend beşan pêk tê, bê ava kirin. Duyemîn, divê komisyonek ku çavdêriya hiqûqî bike were damezrandin. Divê raporên periyodîk li ser pirsgirêkên weke binpêkirina mafan, girtin û astengiyên li pêşiya zimanê kurdî û azadiya derbirînê bên amadekirin û weşandin. Sêyemîn, divê ji bo girtiyên siyasî qanûna bicihkirinê ji nû be bê saz kirin. Weke din divê cezayê mutleq ên weke cezayên zindankirina sermed ên girankirî û mafê hêviyê ji nû ve bên nirxandin. Di sala 2011an de Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) biryarek daye ji bo mafê hêviyê. Lê heta niha li Tirkiyeyê ev yek nehatiye bi cih kirin. Heke îro bê bicihkirin, ji bo Birêz Ocalan jî derbasdar be, lê mixabin bicihkirina wê tê astengkirin. Ji bilî vê, divê bi temamî entegrekirina biryarên DMME di hiqûqa navxweyî de bê misogerkirin û divê hemû astengiyên li ser mafên bingehîn, bi taybetî mafê parastinê û qedexeya hevdîtina parêzeran bên rakirin.”
‘Divê bingeheke hiqûqî bê amadekirin’
Alî Şapkaci, bi bîr xist ku axiftinên rojane û jargona siyasî heta astekê dikare pêvajoyên bi vî rengi bidomîne, ji demekê şûnda dixetime. Alî Şapkaci, anî zman ku ji ber vê yekê divê bingeheke hiquqî ku wekhevî û qanûnên beraqil di xwe de dehewîne bê amadekirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Weke Baroya Wanê em dibêjin ku divê sazî û dezgehên hiqûqî û aştixwaz jî di vê pêvajoyê de cî bigirin û em hêvî dikin aştiyeke dadmendane û mayînde çêbibe.”