Amed – Beriya çend rojan 3 ciwanên gundê Guherzê dîmenê bombebarana Tirkiyeyê qeydkirin û belavkirin. Li ser daxwaza artêşa Tirk çekdarên PDKê bi ser gund de girtin û wan ciwanan binçavkirin.
Carek din PDKê dilsozî û nokeriya xwe ya ji Tirkiyeyê re îspat kir. Ji bo berjewendî û daxwazên dewleta Tirk çekdarên PDKê hejmarek ciwanên ji gundê Guherzê ya ser bi navçeya Dêralok a Amêdiyê ya li sînorê parêzgeha Dihokê binçavkirin.
Li gorî agahiyên çavkaniyekê ji ajansa me re ragihandî, piştî di 20ê Mijdarê de gerîllayan çalakiyek dijî leşkeran pêkanî, artêşa Tirk herêmê bombebaran kir. Hejmarek ciwanên ji gundê Guherzê, bi telefonên xwe dîmenê bombebaran û êrişa dewleta Tirk qeydkirin û belavkirin.
Heman çavkaniyê da zanîn ku ew ciwan ji baregehên leşkerî yên dewleta Tirk ve hatine dîtin û demildest ferman ji bo çekdarên PDKê hatiye dayîn ku wan ciwanan binçav bikin. Li ser daxwaza artêşa Tirk jî çekdarên PDKê bi ser gundê Guherzê de girtin û ciwanên bi navê Awar Mihemed Tahîr, Rêdûr Tofîq û Amed Tofîq revandin.
Hate diyarkirin ku ciwanên hatîn revandin 3 rojin li asayîşa Dêralokê têne girtin û telefonên wan jî jê hatine girtin.
Beriya niha jî Menaf Nezmî, Xalid Necîb, Ehmed Îbrahîm, Talib Musa, Hewar Musa, Îbrahîm Cebraîl û Bedel Nurî bi heman sedemê bi 6 mehan ji aliyê PDKê ve hatibûn girtin û bi awayekî tund êşkence lêhatibûn kirin.
Hêjayî gotinêye ku di nava çend rojên borî Rojnews dîmenên çêkirina rê û baregehên nû ji aliyê artêşa Tirk ve li gundê Guherzê ku çekdarên PDKê çavdêrî û parastina wan dikir, belavkiribû.