Li navçeya Tetwanê ya Bitlîsê li peravên Gola Wanê ji ber şûşeyên araqê, şûşeyên pet ên avê qirêj bûye û bêhna genî li der û dorê belav dike.
Navçeya Tetwanê bi xweşikbûna xwe balê dikişîne ser xwe. Lê peravên Gola Wanê yên aliyê Tetwanê ji ber qierêjiyê bêhna genî li der û dorê belav dibe. Ji ber bermahiyên qirêj ên wekî şûşeyên araqê, şûşeyên pet ên avê li peravê kom bûne, av qirêj bûye. Disa ji ber ava logara navçeyê diherike ser peravê golê, ava golê qirêj dibe û behna li der û dorê belav dibe.