Amed – Girtiyê nexweş Adnan Yalçin ê 29 sal in girtî ye û nexweşiya penceşêrê lê peyda bûye li Girtîgeha Dîlokê tê ragirtin. Piştî 34 salan dozeke nû li Adnan Yalçin hate vekirin. Adnan Yalçin destnîşan kir ku ji bo berdana wî dirêj bikin ev doz hatiye vekirin.
Li gorî rapora Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a nû li girtîgehên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê 335 jê rewşa wan giran bi giştî herî kêm hezar û 412 girtiyên nexweş hene. Girtiyên nexweş, her çend nexweşiyên wan giran in û raporên wan ên “nikarin di girtîgehê de bimînin” hene jî nayên berdan û gelek ji wan di girtîgehan de jiyana xwe ji dest didin. Yek ji van girtiyên nexweş jî Adnan Yalçin (64) e.
Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) di sala 1996an de, bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” û “xerakirina yekitî û yekgirtina dewletê” cezayê muebedê giran li Adnan Yalçin birî. Adnan Yalçin ê di sala 1996an de li Mêrsînê hate girtin û ew şandine Girtîgeha Tîpa E ya Konyayê. Adnan Yalçin salekê li Konyayê maye û pişt re ew sirgûnî Girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê kirine. Piştî 4 salan li vir dimîne bi dorê sirgûnî Girtîgehên Nevşehîr, Mereş, Dîlok, Ceyhan a Edeneyê Goksû ya Mereşê, Semsûr, Çewligê û Amedê hatiye kirin û ji vir jî di sala 2016an de sirgûnî Dîlokê hatiye kirin. Yalçin ku niha di Girtîgeha Tîpa Hyê ya Dîlokê de ye, di 29 salên girtîgehê de gelek nexweşîn lê peyda bûne.
‘Ji bo ku min bernedin ev doz hatiye vekirin’
Xwişka girtiyê nexweş Adnan Yalçin, Nûrcan Yalçin ku di 6ê Gulanê de bi kekê xwe re hevdîtin kir têkildarî rewşa wî axivî. Nûrcan Yalçin bal kişand ser rewşa girtîgehên li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê û wiha got: “Van demên dawî li girtîgehan zext û zor hene. Înfaza girtiyan tê şewitandin. Girtiyên ku 30 salan tên ragirtin bi hincetên cûr bi cûr cezayê wan ê girtîgehê tê dirêjkirin û heta 32-33 salan li girtîgehan tên ragirtin. Salek û nîv cezayê girtîgehê yê birayê min maye. Lê bi hincetên ku ev ceza were dirêjkirin doz vekirin. Ez herî dawî vê hefteyê çûm hevdîtinê min bi birayê xwe re hevdîtin pêk anî. Ji min re got ‘vê hefteyê ji min re dozek hatiye vekirin. 34 sal berê li ser min nasnameyeke sexte hatibû girtin. Ji ber cezayê li min hatiye birîn kêm maye, ji bo ku min bernedin ev doz hatiye vekirin. Ez derketim pêşberî dozgeriyê jî min got 34 sal bi ser re derbas bûne, hewce ye weke demborî were nirxandin û ev dosya nehatibûya pêşiya min’. Lê mixabin li Tirkiyeyê rewşa girtîgehan bi vî awayî ye.”
‘Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan’
Nûrcan Yalçin destnîşan kir ku her roj zextên li ser girtiyên siyasî zêde dibin û wiha domand: “Çiqas girtiyên nexweş bin jî nayên berdan û bêtir cezayê wan tê zêdekirin, înfazên wan tên şewitandin. Em jî weke malbat dibêjin ev girtiyên nexweş in û divê demildest ji girtîgehê bên berdan. Bila girtiyên nexweş bi van hincetan salên dirêj li girtîgehan nemînin. Hûn dizanin li Tirkiyeyê rewşa girtiyên nexweş di asteke xeter de ye. Her sal jî bi dehan cenazeyên girtiyan ji zindanan tê derxistin. Di vê pêvajoya ku niha tê meşandin de jî daxwaza sereke berdana girtiyên nexweş e. Em jî weke malbateke girtiyê nexweş hêvî dikin ku ev pêvajo bi awayekî erênî bimeşe û girtiyên nexweş demildest bên berdan.”
Tedawî nayê kirin
Nûrcan Yalçin da zanîn ku gelek nexweşiyên kekê wê hene û wiha domand: “Berê hepatîta wî û fitika wî ya piştê hebû û bi gopalî digeriya. Di sala 2014an nexweşiya penceşêra kolonê lê peyda bû. Li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê emeliyat bû. Du salan li vir tedawiya wî berdewam kir. Piştî ku sirgunî Dîlokê hate kirin, tedawiya wî nayê kirin. Dema sewqa xwe ji bo nexweşxaneyê dixwazin carna piştî 2 meh carna 3 meh carna jî piştî 6 mehan bersiv didin. Ji ber tedawî nayê kirin, niha rewşa nexweşiya wî di çi astê de ye em nizanin.”
‘Sirgunkirina girtiyan a bajarên dûr ji bo malbatan pirsgirêk e’
Nûrcan Yalçin diyar kir ku sirgunkirina girtiyan a bajarên dûr ji bo malbatan pirsgirêk e û ev tişt gotin: “Birayê min 29 sal in girtî ye. Berê li Amedê bû me bi hêsanî dikarî biçin hevdîtina wî. Ji ber nexweşiyê jî moral ji me digirt lê ji ber niha sirgunî Dîlokî hatiye kirin mehê carekê an jî du mehan carekê ji bo hevdîtinê em diçin. Ev hem zexteke li ser girtiyan hem jî ya li ser malbatan e. Şerekî psîkolojîk tê meşandin. Ji ber vê yekê em dixwazin ev sirgunkirina girtiyan bê rawestandin. Ev yek ji bo malbatan îşkenceyeke.”