Endamê Meclisa HDKê Sedat Şenoglu, têkildarî konferansa ku dê di 8-9ê Sibatê de li ser jiyana azad û aştiyê pêk bînin nirxandin kir û got: “Emê model û mînakên cîhanê niqaş bikin. Hewldan û projeya Birêz Abdullah Ocalan a Neteweya Demokratîk ji bo gelê kurd, tirk û gelên Rojhilata Navîn şensekî mezin e.”
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) dê di 8-9ê sibatê de bi dirûşmeya “Di rêya wekhevî û jiyana azad a gelan de, çareserî di aştiyê de ye” konferansa aştiyê ya navneteweyî pêk bîne. HDK plan dike ku konferans di navbera saet 10.30-18.00’an de li Navenda Çandê ya Bariş Manço ya navçeya Avcilara Stenbolê pêk bîne. HDKê piştî di çile de bi dirûşmeya “Di rêya wekhevî û jiyana azad a gelan de, çareserî di aştiyê de ye” kampanyaya 1 milyon îmze da destpêkirin, niha jî lez daye amadekariya konferansê. Xebatên HDKê yên ji bo konferansê ku nêzî 2 meh in didomin, ber bi dawî ve diin. Dê gelek siyasetmedar, akademîsyen, nivîskar, rewşenbîr, nûnerên saziyên civakî û demokratîk û partiyên siyasî beşdarî konferansê bibin. Dê di konferansa ku 2 rojan bidome de mijarên ji bo aştî û çareseriyê û mînakên cîhanê yên aştiyê bêne niqaşkirin.
Endamê Lijneya Giştî ya HDKê Sedat Şenoglû li ser armanca konferansê û amadekariyên konferansê her wiha hewldanên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ji Ajansa Welat (AW) re axivî. Sedat Şenoglu ewil anî ziman ku HDKê di cotmeha 2024an de Lijneya Giştî pêk anî û wiha got: “Di civîna vê lijneyê de biryara konferansê hat girtin. Biryara konferansê biryara giştî ye. Wê demê zêde niqaşên der barê meseleya kurd de tunebûn. Lê me bi pêşdîtinê li ser aştiya li Tirkiyeyê biryara konferansê da. Nêzî 2 meh in ji bo konferansê em bi awayekî çalak dixebitin. Ev geşedanên rojane yên derbarê meseleya kurd de nîşanê me dan ku ev biryara konferansê rast hatiye dayîn. Lêgerînên li ser çareseriya pirsgirêka kurd êdî xwe nû dikin. Em jî wekî HDK hewldan û pratîkên ji bo aştiya civakî girîng dibînin. Aştiya civakî yek ji sedema heyîn û hebûna HDKê ye. Aştiya civakî ku di nava gelan de pêş bikeve, di nava gelan de hiş û fikra aştî û demokrasiye pêş bikeve muhîm e. Em armanc dikin ku hemû gel bi hevre piştgiriyê bidin aştî û demokratîkbûna civakî. Di vê çarçovê de ji bo aştiya civakî ya nava gelan me pêdivî bi vê konferansê dît.
Rojava mînak e
Sedat Şenoglu, derbarê naveroka wê de jî agahî dan û wiha got: “Pirsgirêka kurd di aliyê dîrokî de xwe dispêre sed salên dawî. Di vê pêvajoyê de nêzîkatiya li hemberî pirsgirêkê û hem jî daxwazên gelan bû sedem ku li ser erdnîgariya kurdan gelek serhildan û îsyan pêş ketin. Daxwazên gelan derketin pêş. Em dixwazin bi vê konferansê hem aliyê wê yê dîrokî niqaş bikin û bibînin û hem jî têkoşîna ji bo statuyê û destûra bingehîn, daxwazên ji bo çareseriya demokratîk, di nava dîrokê de çawa pêş ketiye nîşan bidin. Em dixwazin vê meseleyê di konferansê de bidin xuyakirin. Dîsa mînak û çerebeya Rojava heye. Di aliyê aştiya civakî de wekî perspektifekî ye. Em fikirîn ku vegotina modela Rojava girîng e. Dîsa mijareke rojane bi Abdullah Ocalan re diyalogek tê kirin. Dîrok û boçûneke vê yekê jî heye. Hem meseleya Oslo û hem jî diyalog û hevdîtinên berê yên li Îmraliyê ku di navbera 2013-2015an de pêk hatin. Vegotina van cerebeyan jî girîng e. Di vê mijarê de cerebeyên navneteweyî jî hene. Ji Efrîqayê heta Bakurê Amarîkayê, dîsa têkoşînên li Ewropayê hene. Di esasê xwe de lêgerîna aştiyê û lêgerîna çareseriya demokratîk e. Em dikarin çawa civakê tev li van niqaşan bikin. Dikarin çawa civakê bikin parçeyekî vê yekê. Em dikarin çawa nûner û rêxistinên civakê di vê mijarê de bikin xwedî parek û tev li van niqaşan bikin. Aştiyeke bi tevlêbûn çawa pêkan e? Em dixwazin vê yekê pêş bixin. Me li ser van hemû mijaran bernameyek amade kir.”
Gel ji sedî 80-90 aştî û çareserî xwest
Sedat Şenoglu, li ser xwetevlêkirina gelan jî agahî da û wiha got: “Dem dem bindestan û gelan rola xwe lîstin. Her dem têkilî bi çareseriyê re peş xistin. Ku bê bîra we di hevdîtinên li Îmraliyê yên 2013-2015an de anketên cuda hatin amadekirin. Wê demê nameyên Birêz Abdullah Ocalan jî di Newrozê de hatibûn xwendin. Hewaya aştiyê pêş ketibû. Wê demê ji sedî 80-90ê civakê nêzî hewldanên aştiyê bû. Piştgirî da pêvajoyê. Ev ji aliyê raya giştî ve hat dîtin. Lê divê tevlêbûneke bi rêxistin pêş bikeve. Divê mirov gel teşwîkî tevlêbûnê bike. Ev hewldanên tevlêbûna gel a pêvajoyê bi sînor mabû. Di aliyê xwe rexnedayînê û nirxandina hewldanên xwe de em kêm mabûn. Hûn dizanin li Tirkiyeyê bi awayekî pir cîdî zimanekî cudakariyê heye. Politikaya şoven tê meşandin. Gel dikeve bin bandora vê yekê. Şikandina vê yekê têkoşînekê dixwaze. Em dibînin ku gel aştî û çareseriyê dixwaze. Lê divê mirov vê daxwazê bi rêxistin û dîsîplîn bike. Divê kêmasiyên berê bên temamkirin. Hinek jî armanca vê konferansê kêmasiyên berê bên dîtin û gavên nû bên avêtin e.”
Divê rêxistinên civakî li aştiye xwedî derkevin
Sedat Şenoglu, li ser hewldanên rêxistinên civakî jî rawestiya û wiha berdewam kir. “Ji bo gel bêtir xwe tev li vê pêvajoyê bike divê rêxistinên civakî rola xwe baştir bilîzin. Şertê yekem ê ji bo aştiyeke mayînde û bi ewle peş bikeve, divê rêxistinên civakî li aştiyê xwedî derkevin. Dema em dibêjin aştiya civakî, em dizanin ku bi hevdîtinên di nava partiyan û dewletan de pêş nakeve. Divê teqez gel li vê yekê xwedî derkevin. Divê di nava gelan de hişê aştiyê û jiyana hevpar bê avakirin. Divê ev daxwaza aştî û jiyana hevpar bê rêxistinkirin. Divê teqez tevlêbûna gel bê pêşxistin. Bi taybetî di demên dawî de tişta Birêz Ocalan balê dikişîne ser gelek krîtîk e. Di serî de divê hemû partiyên li meclisê rola xwe bilîzin. Dîsa divê civak, saziyên civakî û hemû hêzên muxalif xwe tev li vê pêvajoyê bikin. Di vê konferansê de em hewl didin hemû beşan beşdar bikin.”
Dê gelek akademîsyen û siyasetmedar beşdar bibin
Sedat Şenoglu, li ser tevlêbûna konferansê jî rawestiya û ev agahî parve kirin: “Kesên li ser vê mijarê lêkolîn kirine, kesên siyasetmedar, akademîsyen, nivîskar û gelek kesên din dê beşdar bibin. Me profîleke fireh amade kir. Konferans dê 2 rojan berdewam bike. Dê ji 15 rûniştin û civînan pêk bê. Dê di her rûniştin-civînê de 3 kes biaxivin. Mînak di konferansê de Namik Kemal Dînç, dê li ser beşa dîroka pirsgirêkê raweste. Lêkolîner Yuksel Genç dê li ser îsyan û berxwedanan raweste. Li ser Destûra bingehin û statuya kurdan Prof. Dr. Levent Goker dê mijarê pêşkêş bike. Sebahat Tuncer dê li ser nêzîkatiya Birêz Abdullah Ocalan a mijara neweteya demokratîk, komara demokratîk û konfederalîzma demokratîk biaxive. Dr. Amy Austn Holmes li ser modela Rojava bi taybet xebitîye. Dîsa Dr. Arzû Yilmaz ku li ser Rojava xebitîye heye. Li ser meseleya bingehîn meseleya tecrîdê dê ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê beşdar bibin. Dê li ser rola Birêz Ocalan a aştiyê rawestin. Her wiha Cengîz Çîçek ku yek ji parêzerê Birêz Ocalan e, dê li ser piştperdeya Osloyê biaxive. Pau Rio li ser Îrlanda, Kolombiya dê beşdar bibe. Metîn Yegîn dê beşdar bibe. Dîsa Gulten Kişanak, Erdogan Aydin, Dr. Noem Levy-Aksu, Prof. Dr. Hamît Bozarslan dê beşdar bibin. Dîsa rûniştina dawî jî dê ji nûnerên saziyên civakî pêk bê.”
‘Em dixwazin her kes beşdar bibe’
Sedat şenoglu, li ser amadekariyên konferansê jî rawestiya û wiha lê zêde kir: “Konfedans dê bi awayekî weşana zindî bi raya giştî re bê parvekirin. Dê di konferansê de wergera zimanan bê kirin. Ji bo kesên astengdar dê bi zimanê bedenê bê vegotin. Dê nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî beşdar bibin. Bang li hemû nûnerên partiyan û rêxistinên civakî hatiye kirin. Em dixwazin hemû nûnerên têkoşîna jinan, ekolojiyê,, têkoşîna baweriyan dane û di saziyên civakî û rêxistinên demokratîk de têkoşîn dane em dixwazin her kes beşdar bibin.”
‘Divê tu kes pişta xwe nede meseleyê’
Sedat Şenoglu, li ser rol û rista saziyên civakî û rêxistinên demokratîk ên ji bo çareseriyê jî rawestiya û wiha pêde çû: “Ev pêvajo divê hemû beşên civakê û nûnerên civakê xwe tev lê bike. Divê tu kes pişta xwe nede vê meseleya çareseriyê û aştiyê. Ev meseleya aştiyê hemû kesan eleqeder dike û bandorê li ser her kesî dike. Em tevlêbûna nûnrên saziyên civakî jiyanî dibînin. Divê bi taybetî meclis di çareseriyê de rola xwe baş bilîze. Hewldanên ji bo çareseriyê hene. Lê ev têr nake. Ji bo avakirina zagon û destûra bingehîn a vê meseleyê meclis girîng e. Divê meclis bi hemû pêkhateyên xwe beşdar bibin. Hewldanek heye. Lê tam têr nake. Em texmin dikin ku piştî daxuyaniyeke din a Birêz Ocalan ev pêvajo dê bêtir bi lez bibe.
‘Divê şertên Abdullah Ocalan bên rastkirin’
Sedat Şenoglu, li ser şert û mercên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ên ji bo çareseriyê jî rawestiya û wiha lê zêde kir: “Êdî zelal bûye ku Birêz Ocalan muhatab e. Ji bo karibe xebatekê bike, divê şertên xebatê, şertên ewlehiyê û tenduristiyê bêne rastkirin. Tenê hevdîtina bi heyetê re têr nake. Divê bi hemû partî, rêxistinên civakî û rêxistina xwe re karibe hevdîtinê bike. Divê dawî li vê rewşa heyî bê anîn. Hat gotin ku mesele ne tenê berdana çekan e. Perspektifa Birêz Ocalan nîşan dide ku li Tirkiyeyê pirsgirêka demokrasiyê heye. Rê li pêşiya demokratîkbûna Tirkiyeyê vedike. Perspektifa Birêz Ocalan çareseriya hemû Rojhilata Navîn dixe nava xwe. Ji bo vê yekê jî divê şertên azad bên avakirin. Di qada navdewletî de jî mînaka vê yekê heye.”
‘Ji xeynî projeyên Abdullah Ocalan projeyên çareseriyê tune ne’
Sedat Şenoglnu, herî dawî bal kişand ser hewldan û projeyên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û wiha bi dawî kir: “Hewldanên Birêz Ocalan ên ji bo çareseriyê şensekî mezin e. Di 100 salên dawî de û îro jî têkoşînêke rast a ji bo jiyana hevpar a gelan, jiyana aram û aştiyane tune ye. Ji xeynî perspektifên Birez Ocalan ên çareserî û aştiya gelan perspektifên çareseriyê tune ye. Ji xeynî proyên birêz Ocalan projeyên çareseriye tune ne. Tu carî bi înkar, bi şer û çekan pirsgirêk çareser nebûne. Hewldanên bi çekan ne mayînde ne, her tim di nava gelan de çudakariyan zêde dike. Perspektifa birêz Ocalan a xwe dispêre Neteweya Demokratîk ji bo jiyana hevpar a gelan şensekî mezin e. Firsendeke mezin e. Ji bo gelê kurd û tirk û rojhilata Navîn firsendeke mezin e. Divê gelê kurd û tirk vê firsendê ji dest nerevînin.”