Bedlis – Rapbêjên Kurd Ronî Artîn û Sîmyager diyar kirin ku rapbêj dikarin bi dawetan xwe bigihînin civakê û gotin: “Ji bo pêşketina rapa Kurdî divê ewil rêzgirtin hebe, divê hemû hunermend û muzîkjen ji hev re rêzê bigirin. Tiştê ku em dikin, ji tiştê ku ew dikin necudatir e.”
Şaredariya Tetwanê bi hevkariya Organîzasyona Sanatçayê 57emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Tetwanê bi dirûşma “Em rêya aştiyê bi hunera azad re dihonin” di 27ê hezîranê de da destpêkirin. Di çarçoveya mîhrîcanê de gelek çalakiyên cûr bi cûr tên lidarxistin û her şev hunermendên ji Kurdistan û Tirkiyeyê tên, derdikevin pêşberî guhdarvanên xwe. Rapbêj Ronî Artîn û Sîmyager jî derketin ser dikê û bi stranên xwe dilê guhdarvanan geş kirin. Rapbêj Ronî Artîn û Sîmyager ji bo ajansa me behsa hîphop a Kurdî kirin û bal kişandin ser giringiya rapê.
Ronî Artîn di 13ê saliya xwe de dest bi Hîp Hopê kiriye û ewilî bi brekdansê dest pê kiriye. Ew bi beatboxê re jî eleqedar bûye ku ev tişt tev weke rapê di bin banê Hîp Hopê de ne. Ronî Artîn di 15-16 saliya xwe de bi saya rapbêjê şoreşger ê Kurd Serhado rap naskiriye û wî jî dest bi rapbêjiyê kiriye. Ronî Artîn got her straneke Serhado ji bo wan dersek bûye û wî tevî taybetiyên bajarê xwe dest bi rapbejiyê kiriye.
‘Hîp Hop dişibe çanda Kurdan’
Ronî Artîn bal kişand ser rewşa Kurdan û Hîp Hopê ku li Amerîkayê li dijî faşîzmê derketiye holê û got ku ji xwe Kurd zû de ye hîphopê dikin. Ronî Artîn, da zanîn ku berê dengbêj û hunermendan çîrok û bûyerên dibihîstin vedigotin û wiha dirêj kir: “Hîp Hopê jî vegotina rewşekê yan jî çîrokekê ye û gelek dişibe çanda Kurdan. Di dawetan de berê amûr û enstruman tine bûn û stran tev tenê bi deng dihatin gotin. Meqsed jî ew bû ku ev çîrok an jî bûyer bigihije gundên din, bajarên din. Bûyereke li Amedê derbas dibe, bi xêra dengbêjan digihije Mêrdînê. Rap jî bi vî awayî li Amerîkayê dest pê kir. Afrîkayiyan li dijî nîjadperestiyê û zilmê rap derxistin. Kurd jî wisa ne, dengbêjiyên me behsa şer, zilm û tadeya li ser Kurdan dikin. Ew dengbêjî bûye rap a Kurdî.”
‘Strana ku çîroka wê ne be nabe rap’
Ronî Artîn, behsa nivîsandina straneke rapê kir û da zanîn ku ji bo stranên divê çîrok hebe. Ronî Artîn, destnîşan kir ku ji bo zehmetiyan binîn ziman divê zehmetî bên kêşandin û got: “Divê tû her derd û kulê li holê weke derd û kula xwe bibînî ku bikaribî straneke rapê çêbikî. Tu dikarî li malê rûnê tiştan binivîsî lê hesta wê nivîsa te wê kêm be. Ev yek jî nabe rap. Niha rapa Kurdî di rewşeke nebaş de ye, nameş e. Miletê me hêj jî şerm dike, ew şerm li ser xwe neavêtine. Bala gel nakşîne, em hewl didin bi tona wê, bi muzîka wê balê bikşînin ser rapa Kurdî. Ne weke 5 sal berê ye, lê niha divê em 10 sal pêştirbûna. Problem bi me de jî heye, em jî hêdî dimeşînin, na afirînin. Ez bi xwe salê stranekê çêdikim yan na. Maliyeta wê jî giran e, ankû qlîbeke me ne ji rêzê ye, konserên me ne ji rêzê ne. Lewma ev yek pişta mirov dişikîne.”
‘Mirov dikare bi rapê jî govendê bigerîne’
Ronî Artîn, da zanîn ku rapa Kurdî dikare bi dawetan xwe bigihîne miletê Kurd û wiha pê de çû: “Min ev yek fêm kir ku dawet dîscoya Kurdan e. Em li wir hevûdû dibînin, em li wir hevûdû hez dikin, hemû ciwan cilên xwe yên xweşik li xwe dikin û diçin ba hev. Kesên ku hev nasnakin jî bi hev re govendê digerînin. Lewma divê rap derbasî dawetan jî bibe, lê belê divê bi edeb û muzîkeke şirîn biçe dawetan. Ne weke stranbêj û muzîkjenekî, weke DJ’yekî. Mirov dikare bi rapê jî govendê bigerîne. Carna em diçin dawetên hevalan em stranên xwe dibêjin milet jî kêfê ji digire. Ji xwe ev fikir jî ji wir hat. Divê em edeb û exlaqê xwe xerab nekin û derbasî dawetan bibin. Rap jî giraniyeke xwe heye û heke mirov fêm bike tiştekî baş e.”
‘Zaraveya Soranî tam zimanê rapê ye’
Rapbêj Sîmyager jî di emreke biçûk de dest bi muzîkê kiriye û malbatê bandorek mezin li ser kiriye. Birayê Sîmyager guhdariya rapê dikir û di 9-10 saliya xwe de wî jî bala xwe daye li ser rapê. Sîmyager, behsa zûgotina rapê û lihevkirina wê ya Kurdî kir û da zanîn ku fonetîka zimanê Kurdî ji bo çêkirina kafiyeyan baş e. Sîmyager, anî ziman ku Kurdî ne zimanekî hişke û mirov nikare bitewîne û wiha berdewam kir: “Bi ya min zaraveya Soranî tam zimanê rapê ye. Stranên gelêrî û rap jî pir xweş li hev tên. Mînak min strana Cemalê Paşê Tozirme çêkiriye, min gelek kêm guhertin tê de çêkirin. Pir dişibe rapê.”
‘Divê rêzgirtin hebe’
Sîmyager, da zanîn ku ew pir dixwaze di siberojê de rapa Kurdî pêş bikeve, lê ew hinekî reşbîn e. Sîmyager, diyar kir ku nêzîkbûna rapê ji wî re xelet tê û wiha got: “Dibe ku ez hinekî reşbînî li mijarê binêrim, lê eleqeya ku rap heq dike nadinê. Em tev dixwazin di rapa Kurdî bibin gavek û rapê pêşve bibin. Ji bo vê yekê jî divê ewil rêzgirtin hebe, divê hemû hunermend û muzîkjen rêzê ji hev re bigirin. Tiştê ku em dikin, ji tiştê ku ew dikin necudatir e. Baş an jî lawaz ez behsa wê nakim, em hemû behsa derdên xwe dikin.”
‘Ji ber aboriyê em nikarin sedî sed xwe bidin muzîkê’
Sîmyager, bal kişand ser aliyê aboriyê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji aliyê boriyê ve me têr nake mixabin. Em tev karên cuda dikin. Ez bi xwe endezyarê ceyranê me û Ronî jî cotkar e. Lewma em nikarin enerjiya xwe ji sedî sed bidin muzîkê. Çêkirina muzîkeke rapê pir zihmet e, tu diçî amûran lêdixî û tomar dikî. Hinek stranên me hene bi 15-16 amûran hatine gotin. Stran bi stranê diguhere, lê hinek stran di nava 2 saetan de, hinek jî di çend rojan de diqedin.”