Hesabên medyaya dîjîtal yên 32 dezgehên medyayê yên Kurdî ku li ser êrişên HTŞê yên li ser Rojava nûçeyan belav kirine, hatine astengkirin. 23 ji van hesaban ên rojnamegeran in û 16 ji wan ên ajans, rojname û kanalên televîzyonê ne. Bi giştî 39 hesab hatine astengkirin. Dezgehên medyayê yên hatine astengkirin bi tevahî 640 hezar şopîner hene û postên wan 232 mîlyon car hatine temaşekirin.
Êriş û berxwedana li Rojava ji bo ji hêla raya giştî ya cîhanê ve neyê dîtin dewleta Tirk di nava hewldanan de ye. Piştî çeteyên HTŞê bi Helebê dest bi êrişan kir û şer li tevahiya Rojava belav bû, yên destpêkê van êrişan bi raya giştî ya cîhanê re parve kirin rojnamegerên Kurd bûn. Lê belê ji bo ev hêza medyaya Kurd were qelskirin êrişeke berbiçav li ser çapemeniya Kurd heye. Medyaya Kurd li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê ku bûyeran dişopîne, di bin sansureke giran de ye.
Platforma “Veriler Ne Diyor” ya ku li ser înternetê şopandina astengiyan dike, lêkolînek berfireh ya di derbarê astengkirina medya Kurd de weşand.
Li gorî platformê gihîştina 39 hesabên medyaya dîjîtal 23 yên rojnameger in û 16 ji wan ajans, rojname û kanalên televîzyonê ku li ser şer û mirinên welatiyên li herêmê rapor dikirin, hatine astengkirin. Ev hesab yên 32 weşanên cuda yên Kurdî ne û ji bilî vê malperên Ajansa Mezopotamya (mezopotamyaajansi43.com) û Jin News (jinnews.net) jî hatin astengkirin. Sedema astengkirina van hesab û malperan “parastina ewlehiya neteweyî û aramiya giştî” bû.

Hesabên Xê, YouTube û Instagramê jî hatin astengkirin
Ji 39 hesabên ku hatin astengkirin, 36 X, 2 Instagram û yek jî hesabê YouTube bû. Amed Dicle, Dilan Babat, Medine Mamedoğlu, Nedim Türfent, Ruşen Takva û Sinan Tunçdemir di nav rojnamegerên ku hesabên wan ên medyaya dîjîtal hatin astengkirin de bûn.
Ji 23 rojnamegeran hesabên X yên 22 rojnamegeran hatin astengkirin, di heman demê de hesabê Instagramê yê Medîne Mamedoglu jî hat astengkirin. Bi 273,676 şopîneran, rojnameger Amed Dîcle di nav kesên ku hesabên wan hatine astengkirin de xwedî hejmara herî zêde ya şopîneran bû.
Ajansa Mezopotamya, Ajansa Welat, ETHA, Jin News û Rojnameya Yeni Yaşam di nav ajans, rojname û kanalên televîzyonê de bûn ku hesabên wan hatine astengkirin. Ajansa Mezopotamya bi şeş hesabên cuda xwedî hesabên herî zêde yên astengkirî ye. Gihîştina hesabên ajansê yên bi Tirkî, Kurdî û Îngilîzî hatin astengkirin.
Hesabê Xê yê The Amargi, rojnameyeke li Almanya ku nûçeyên li ser herêma Kurdan diweşîne, jî di nav yên ku hatine astengkirin de bû.

640 hezar şopîner, 232 milyon temaşekirin
Hejmara giştî ya şopînerên hemû hesabên ku hatine astengkirin 640 hezar û 820 e, ku piraniya wan şopînerên rojnamevanan in. Hejmara giştî ya dîtinên postên li ser van hesaban 232 milyon 730 hezar û705 e. Lê belê, berevajî hejmarên şopîneran, piraniya van dîtinan aîdî ajans, rojname û kanalên televîzyonê ne.
Bi 65 milyon car temaşekirinê Neşe Îdîl bû rojnamegera ku di nav kesên ku gihîştina wan hatibû astengkirin de herî zêde temaşekirinê wergirtiye. Îdîl bi 76 hezar parvekirinan gihîşt vê hejmarê. Piştî wê parvekirinên Amed Dîcle 37 milyon car hatine temaşekirin û di rêz duyemîn de cih digire.
Parvekirinên rojnameya Yenî Yaşamê 9 milyon car hatin temaşekirin, di nav kesên ku hatine astengkirin de bû rojnameya ku herî zêde parvekirinên wê hatiye temaşekirin. Piştî Yenî Yaşamê, parvekirin û postên Ajansa Welat 8 milyon car hatiye temaşekirin.
Tabloya tevahiya weşanên Kurd ên ku hesabên wan ên medyaya dîjîtal hatine astengkirin di wêneyê jêr de ye:














