Nûnerê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê li Ewropayê Ebdulkerîm Omer anî ziman ku ev konferanseke dîrokî bû û biryara avakirina şandeyeke hevpar a diyalogê hate dayîn.
Di konferansê de hemû pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûrî li ser belgeyek hevpar bûn yek.
Partî û nûnerên saziyên Kurdan di 26ê Nîsanê de li Qamişloyê Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li dar xist. Pekhateyên konferansê piştî niqaşa rojekê encamnameya konferansê bi raya giştî re parve kir. Di encamnameyê de destnîşan kirin ku Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî piştî hilweşîna rejîma zordar a li Şamê di 8ê Kanûna 2024an de, ji bo parastina mafên hemû pêkhateyên wê yên neteweyî, olî û civakî pêdivî pêk hat. Di encamnameyê de hat destnîşan kirin ku li ser bingeha berpirsyariya dîrokî û bersivdayîna pêdiviyên qonaxa niha, avakirina dîtineke siyasî ya hevbeş a kurdî ku îradeyeke kollektîf û projeyeke rastîn ji bo çareseriyeke dadmend ji bo pirsgirêka kurdî li Sûriyeyê wek dewleteke demokratîk û nenavendî nîşan bide, pêwistî bi belgeyek hevpar hatdiye dîtin.
Di encamê de, konferansê biryar da ku di zûtirîn demê de şandeyeke hevbeş a kurdî ava bibe da ku li ser bingeha pêkanîna vê dîtinê ji bo rastiyeke siyasî bixebite û bi aliyên peywendîdar re dan û standinê bike û diyalogê bike da ku bigihêje naveroka wê û mîsoger bike.
Nûnerê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê li Ewropayê Ebdulkerîm Omer der barê konferansê de nirxandin kir.
Siyasetmedar û diplomat Ebdulkerîm Omer anî ziman ku demeke dirêje xebata vê konferansa neteweyî dihat kirin û wiha got: “Demeke dirêje di navbera partiyên Rêveberiya Xweser û partiyên meclisa wetanî kurdî yên wekî ENKS û yên din de niqaşên ji bo konferansê dihatin kirin. Bi alîkariya nûnerên hikûmeta Amerîka û Firansayê, her wiha bi garantoriya Fermandarê HSDê Mazlum Ebdî û Serokê PDKê Mesût Barzanî ev konferans pêk hat. Bi mehan e niqaşên vê konferansê dihatin kirin.”
Rojeke dîrokî bû
Ebdulkerîm Omer da zanîn ku di dîroka gelê Kurd de rojeke dîrokî bû û wiha berdewam kir: ”Cara yekemîn e hemû partiyên siyasî li ser mijarekê li hev dikin. Li ser belgeyekê li hev dikin. Nêzî 400 delegeyî beşdarî vê konferansê bûn. Nûnerên hemû partiyên siyasî beşdar bûn. Dîsa nûnerên saziyên civaka sivîl amade bûn. Akademîsyen, rewşenbîr û nûnerên civakê amade bûn. Dîsa gelek diplomat û kesên mêvan di konferansê de amade bûn Nûnerên PDKê beşdar bûn. Dîsa heyetek ji YNKê beşdar bû. Şandeyek ji Bakurê Kurdistanê ku di navde DBP, DEM partî û partiyên din hebûn. Hevseroka KNKê Zeyneb Mûradî beşdar bû. Di konferansê de belgenameya ku ji bo konferansê hatibû amadekirin hat xwendin û hat niqaşkirin. Piştî niqaşan ev belge xistin dengdanê û di encama dengdanê de hat qebûlkirin.”
Ji bo helwesteke hevpar girîng bû
Têkildarî armanca vê konferansê jî Ebdulkerîm Omer bilêv kir ku hikûmeta Şamê hat guhertin û dtiviya bû yekrêziyekê ava bikin û wiha pêde çû: “Pêwiste di vê dema pir nazik ku Rejîma Beşar Esad hat hilweşandin û li Şamû hikûmeteke nû hat avakirin de me xwest bi belgeyekê yekîtiya xwe ava bikin. Me xwest bi belgeyekê nerîn û helwesta gelê Kurd a Rojava çiye nîşan bidin. Me xwest nerîn û helwesta gelê Bakur û Rojhilatê Sûrî ji bo siberoja Sûrî û şeklê rêvebirina Sûrî bidin xuyakirin. Dîsa me xwest helwesta gelê kurd a ji bo mîsogerkirina mafê gelê kurd a di destûra bingehîn de bidin xuyakirin. Dîsa ji bo mîsogerkirina zimanê kurdî me xwest helwestek hevpar nîşan bidin.”
Dê şandeyeke hevpar ava bikin
Li ser encama konferansê jî Ebdulkerîm Omer wiha axivêi: “Me xwest ji bo hemû pêkhate, bawerî, ziman, çandên li Sûrî belgeyek hevpar îmze bikin. Ji bo di siberojê de Sûriyeyek ne navendî, dijberî navendîbûnê Sûrîyeke federal bê avakirin. Dewleta Sûrî, dewleteke pir netew û pir olî ye. Piştî belgeya hevpar a konfransê dê şandeyek hevpar bê avakirin. Ev şande dê nûnertiya hemû gelê Kurd ê Bakur û Rojhilatê Sûrî bike. Ev şande dê bi Hikûmeta Şamê re têkeve diyalogê û dan û stendinan bike.”