* Nivîskar û lêkolînerê Kurd Faîk Bulut diyar kir ku Amerîka û Îsraîl di şerê li dijî Îranê de qonax bi qonax pê ve diçe û got heke ku qonax neçin serî dê gelên Îranê li ber rejîmê rabin û ev car dê rejîm hilweşe. Bulut got ku rewşa Kurdan jî li Rojhilata Navîn baş e û divê Kurd bi serwextî tevbigerin.
* ÎHDê bi konferansekê malbatên gerîla û leşkeran anîn cem hev. Dayikên beşdarî konferansê bûn, xwestin tevahî dayîk destê xwe bidin destê hev û li dora aştiyê bibin yek.
* Li Şirnex warê sewalkarî û çandiniyê ye. Lê sal bi sal sewalkarî û çandinî kêm dibe. Cahît Ozkan li navçeya Elkê bi çandiniyê debara xwe dike. Dixwaze şaredariyên DEM Partî ji bo çandiyê polîtikayan pêş bixe da ku aboriya civakê baş bibe û mohtacî pergalê nebin.
* Platforma Yekitiya Jinên Kurd dê bi dirûşma “Bi yekitiya jinên Kurd ber bi yekitiya neteweyî ve” li Eywana Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) konferansa xwe berdewam bike. (10.00)
* Konferansa ku Navenda Giştî ya ÎHDê li Amedê bi tevlêbûna malbatên leşker û gerîlla li dar xist di roja duyemîn de didome. (10.00)
* Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) dê 3yemîn Kongreya xwe ya Asayî li Salona Navenda Çandê ya Amedê pêk bîne. (15.00)
* Çalakiya Platforma li dijî Tiryakê Şiyar Be dê li Parka Koşuyolu ya Amedê berdewam bike. (17.00)