*Endama Meclîsa Edaletê ya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê Atiye Ûsiv anî ziman ku piştî damezrandina Rêveberiya Xweser Meclisa Edaletê hatiyê avakirin û qanûn ji bo mafê jinan û civakê hatinê derxistin û mafê wan mîsoger dike.
*Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal, anî ziman ku şerê li Rojhilata Navîn encama qeyrana cîhanî ye û wiha got: “Rêber Apo berê analîza vê yekê kiriye. Meseleya kurd meseleya sedsalê ye. Yên sed sal berê Kurdistan parçe kirin, parçe dibin. Tewleta Tirk li dijî PKKê encam negirt. Ji ber vê yekê dixwaze li gorî xwe rojevekê çêke.”
* Nûçegihana şer a Ronahî TV Cûdî Elî der barê xebatên ku di nav şer de dimeşînin de got: “Divê hevalên rojnameger, nûçegihan û kameravan zanibin ku ew di nav şer de têkoşîna zîhnî dikin.”
*Bersûcên cînayeta Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî hatibûn beraetkirin. 9 sal in kujerên wî nehatine cezakirin. Tahîr Elçî di salvegera 9emîn de tê bibîranîn. Seroka Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç bi boneya salvegera qetilkirinê diyar kir ku dewletê bersûcên cînayeta Tahîr Elçî parast û nexwest ceza bike.
*Nivîskar Salih Serhedî ku jiyana Delala Dînik nivîsandiye, destnîşan kir ku Delal semboleke Komkujiya Geliyê Zîlan e û wiha got: “Çîroka Delalê rastiya komkujiyê radixe li ber çavan û divê neyê ji bîr kirin.”
* Endamê Buroya Hiqûqê ya Asrinê Ozgur Erol, diyar kir ku ji bo Mafê Hêviyê têkeve meriyetê û girtî karibin ji mafê xwe yê hêviyê sûdê bigirin, divê di serî de li Tirkiyeyê zagona înfazê bê guhertin û gelek zagon ji nûve saz bibin.
*Hevserokê MEBYA-DERa Amedê Mehmet Emîn Kiliç ê derbarê serlêdanên malbatên ku cenazeyên wan radestî wan nayên kirin de axivî, da zanîn ku ji bo ku dewlet malbatan aciz bike cenazeyan nade malbatan û bang li malbatan kir ku ji bo wergirtina cenazeyan serî li wan bidin.
*Koçerî ku li Kurdistanê xwedî dîrokeke kevnar e, li dijî modernîteya kapîtalîst çanda dîrokî ya civakî diparêzin. Koçerên Hezexê ku bi hatina demsala payîzê re ji zozanan vêgeriyan deştê bi lêv kirin ku ji ber qedexeyên zozanan gelek zahmetiyan dijîn û lêşkerî sîxurtiyê li ser wan ferz dike.
*Lîstikvanê Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Ozcan Ateş diyar kir ku amadekariyên lîstikên nû dikin. Ozcan Ateş anî ziman ku ew ji bo 2025an amadekariyên Mihrîcana Şanoyê ya Jinan, 10emîn Mihrîcana Şanoyê ya Amedê û Mihrîcana Şanoyê ya ji bo Zarokan dikin.
*Di serdema AKP’ê de qada çandiniya genim ji 9.8 milyon hekdaran daket 6.8-6.6 milyon hektaran. 3 milyon hektar çandiniya genim kêm bû. Tirkiye beriya AKP’ê genim ji derve nedikirî. Lê di 22 salan de 48 milyon ton genim ji derve kirî.
*Hostayê hesin Xaçoyê Ermenî ku gelek hoste perwerde kiriye, li Sûka Hesin a Amedê li dû xwe hedadiya 200 salî hiştiye.
*Her nebatek xwedî taem û sûdek e. Yek ji van nabetan jî hinar e. Hinar hem bi hebên xwe û hem jî bi qalikê xwe ji bo tenduristiya mirovan gelek sûdewer e. Li gorî lêkolînên zanistî 14 sûdên kalikê hinarê hene.
*Der û dorê sûrên Amedê û baxçeyên Hewselê bi rengên payîzê xemilîn.