37 sal di ser komkujiya kîmyabarana Helebceyê derbas bûn. Lê êşa birîna Helebceyê hê jî jan dide. Birîn nû ye. Yek ji kesên ku bû şahidê komkujiyê Kuwêstan Ferec a wê demê 21 salî bû ye. Kuwêstan Ferec rizgarbûna xwe wekî mucîze dibîne û wiha dibêje: “Helepce ji bo hikûmeta Baasê pirsgirêka kor bû. Bi komkujiyê kêrek li dilê bajêr xistin.”
Di 16ê Adara 1988an de rejîma Baasê ya di bin serokatiya Sedam Hisên de biryara kîmyabarana Helebceyê da. Gaza xerdelê li ser gelê Helebceyê barand û zêdeyî 5 hezar jin, zarok, ciwan û pîr kuştin. Rejîma Sedam bi hezaran kes birîndar kirin û bi hezaran kes koçber kirin. Gelek şêniyên Helebceyê heta niha jî êşa vê komkujiyê dijîn. Kîmyabarankirina Helebceyê gelek zarokan bê dayîk û bav hişt û gelek malbatan bi temamî jiyana xwe ji dest dan. Çiqas behsa vê karesatê bê kirin û were bibîranîn wê kêm bimîne. Wê demê gelek kes bi birîndarî rizgar bûn. Yên bi birîndarî rizgar bûn xelasiya xwe wekî mucîze dibînin. Yek ji kesên bi birîndarî rizgar bûye Kuwêstan Ferec a 58 salî ye. Kuwêstan Ferec di dema kîmyabaranê de 21 salî bû. Bi çavê xwe dibe şahidê roja kîmyabaranê. Wê qêrîn û hawara dayik, zarok, kal û pîran bi guhê xwe dibihîze. Ew qêrîn û sewt hêj wekî îro di guwê de olan dide. Nûçegîhana NÛJINHAyê Rêjne Selam bi minasebeta salvegera komkujiya Helepçeyê bi Kuwêstan Ferec re axivî. Kuwêstan Fereç qala wan rojan kir.
Kuwestan Ferec li 37 sal berê vedigere û wiha qala wan rojan dike: “Wê demê ez 21 salî bûm. Min peymangeha teknolojiyê ya Kerkûkê nû temam kiribû. Mala me li taxa mamosteyan bû, min hemû bi çavên xwe dît, hê jî di bîra min de maye. Malbata me ya ji 5 xwîşk û birayan li gel dayîka min û bavê min û mamosteyek ji Silêmanî hat li gel me diman pêk dihat. Li gorî xelkê Helebceyê dema mêvanek bihata destûr nedidan biçin malekê kirê bigrin, yan jî bi tenê bijîn, ji ber wê ew jin jî li gel me bû, temenê wê bi qasî yê min bû, bûbû hevala min û niha jî têkiliya me bi hev re heye.”
‘Sûcên giran kirin’
Kuwêstan Ferec destnîşan dike ku di roja 13ê Adarê de rewşa siyasî ya Helebceyê nebaş bû û bi van gotinan rewşê tîne ziman: “Her kes fikrek wê yê cuda hebû hinekan digot wê hêzên pasdar werin bajar, digotin wê bombeyê kîmyewî werin avêtin. Di encamê de sûcekî mezin li hemberî xelkê Helebceyê çêbû, bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan û heta niha jî birînên wê nehatine dermankirin. Gelek kesan dipirsî çima Helebce bû qurbanê şerê 8 salên di navbera Iraq û Îranê de. Sedema sereke ew bû her wiha Helebce malbenda çalak a tevahî partiyan bû bi awayekî sereke wê demê partiya Şîa û Zehmetkêşan û Komeleya Yekitî û Partî hebûn û xebatên xwe didan meşandin gelek caran bajar tije pêşmerge dibû. Me gelek caran dît xalê min diçû taxa Kanî Şêx û Kanî Eşqan. Ev hemû sedem bûn. Êdî ev ji bo hikumeta Baasê bûbû girêka kor, kêrek bû li dilê bajar ket û li dijî xelkê Helebceyê sûcên mezin kirin.”
‘Bû şahidê komkujiyê’
Kuwêstan Ferec di berdewamiya axaftina xwe bîranînên xwe yê roja komkujiyê bi van gotinan vedibêje: “Saet 11.35ê beriya nîvroyê bû ez û mamoste Behre li serbanê bûn me xwest em bizanibin çi diqewime, balafira yekem hat taxa Seray bombebaran kir û em çûn malê ji ber dengê teqînê, perwaneya me ket xwarê. Em çûn jêrzemîna mala pîra min, bav û birayên min cuda çûn jêrzemînê malên cîranan. Em ketin jêrzemîna mala pîra min û em hemû ditirsiyan. Di saet 6.00’ê êvarî de bombebaran kêm bû xelk dihat û diçû bavê min xeber şand got em bajar biterikînin. Wê demê em vegeriyan gundê Ebabelî di rê de hewar dikirin digotin destên zarokan bernedin ji bo ku winda nebin, qerebalixiyek zêde hebû. Em nikaribûn ronahiyek pê bixin ger ronahî hebûya rejîmê bombebaran dikir.”
‘Hinek digiriyan hinekan dikirin qêrîn û hawar’
Kuwêstan Ferec rizgarbûna xwe wekî mûcîze dibîne û dibêje: “Me hinek kes dîtin rûyê wan sor bû, bê sedem dikeniyan, rondik dirijandin, hinek hebûn digiriyan û hinek hebûn hawar dikirin. Ev dîmen her dem me didîtin. Piştî 5 rojan em li Ebebalî man dayîk û bavê min vegeriyan Helebceyê ji bo xwarin û kel û pelên malê bînin, pêşmergeyan ji wan re gotin ‘venegerin ji ber bombeyên kîmyewî avêtine dibe ku ketibe nava xwarinan.’ Çar roj piştî kîmyabarana Helebceyê Pêşmerge û Pasdarên Îranê gotin gund vala bikin. Di roja 20’ê Adarê de hejmarek zêde ya leşkeran hatin gotin divê hûn biçin Îranê. Weke îro dîmenên ku tu carî ji bîra min neçin hebûn. Em bi ên leşkerî diçûn, gelek cenaze hebûn, rê tunebû em derbas bibin. Her wiha ajal û balinde hebûn. Dema em nêzîk bûn mezinan gotin bila kes serê xwe bilind neke da ku wê dîmenî nebînin. Lê belê serê xwe rakir û dît, hemû bi cilên reng û reng ketibûn, ew dîmen hê di bîra min de ye. Piştî em gihîştin Îranê me birin dibistanekê heta 20 rojan em li wê derê man. Piştre em ber bi Hersinê ve çûn.”
Jiyana li kampê
Kuwêstan Ferec qala koçbûna xwe ya kompa Îranê jî dike û dibêje: “Piştî ku me li kampan bi cih kirin, em çûn kampa Kamyaran li wê derê me sê mehên gelek giran derbas kir. Bûm mamosteya baxçeyê zarokan. Piştî sê mehan me hewl da em vegerin, ji ber ku kes û karên me li Silêmanî bûn. Êdî bavê mi biryar da di riya Qendîlê de vegere, ji ber ku wesayîd tunebû em bi suwarî hatin min gelek dixwest Qendîlê bibînim. Piştî şevekê em li herêma Qendîlê man ji wê derê em çûn Ranyayê. Li Ranyayê xala rawestandinê hebû. Dizanibûn em Helebceyî ne gelek xêrhatina me kirin û me got em ê biçin mala xwe. Piştre çend pirs kirin bavê min rastî bersîv da, wesayîd anîn û ji wê derê em berin Silêmanî, em xistin girtîgeha Silêmanî. Wê demê dema kesek ji Îranê bihata dihat girtin. Jin û mêr ji hev cuda kirin. Em birin girtîgeha jinan. Jinên ciwan û bi temen lê hebûn gotin hûn Helebceyî ne? Helebceyî dema tên şevek du şev dimînin derdikevin.”
‘Du mehan girtî man’
Li ser koçberî û girtina xwe jî Kuwêstan Ferec bi van xalan vedibêje: “Em jî bi hêviya ku em ê şevek du şev bimînin û azad bibin man. Li girtîgehê gelek kes hebûn ji ber kur û hevjînên wan pêşmerge bûn karên rêxistinê kiribûn hatibûn girtin û demek dirêj bû girtî nehatibûn dadgehkirin. Piştî du rojan girtiyên Helebceyî birin. Ên ku neketin ber efuya giştî, li wê derê diman. Em nêzî du mehan li wê derê man. Du meh li wê derê tiwalêt tunebû, cihê xweşûştinê tunebû rojê carekê derî vedikirin, xwarin parçeyek nasê somun bû jiyana di nava girtîgehê de gelek nexweş bû. Jinên ducanî hebûn, piştre bi efuya giştî em azad bûn hemû kes piştî 14’ê meha Îlona 1989’an hatin Helebceyê qedexeya derketinê hebû. Piştî ku dala 1991’ê em vegeriyan Helebceyê, me dît ku hemû wêran bûye. Me ji sifrê dest pê kir. Di sala 1993’an de rêxistin û baregeh vegeriyan Helebceyê qonax bi qonax wê rêxistinê kar li ser dozên kîmyabaranê kir, piştî hilweşîna rejîma Baasê êdî dadgeha bilind a cezayan dest bi karê xwe kir. Ez yek ji wan kesan bûm di dadgehê de min giliyê Elî Hesên Mecîd kir, piştî wê dadgehê guh da giliyên du hezar kesûkarên şehîdan, doz cuda bûn lê belê îfadeya me hamûyan yek bû em 7 rojan li Bexdayê man. Dema ku dadwer got ‘tu dikarî li pişt perdeyê biaxivî’, min got na bi şanazî ez şahidiyê dikim û bila hemû kes min bibînin.”