Rojnamegerên Kurd li Tirkiyeyê têne girtin û li dervê Tirkiyeyê jî têne kuştin. Di 2024an de 5 rojnamegerên Kurd li Başûr û Rojavayê Kurdistanê hatin kuştin. Li Tirkiyeyê jî 26 rojnamager hatin girtin. Serokê Basin-Îşê ya DÎSKê Tûrgut Dedeoglu got: “Bi girtin û cezayan azadiya çapemeniyê bisînor dikin. Em ê rojnamegeriya rast berdewam bikin.”
Binçavkirin, girtin û kuştina rojnamegeran berdewam dike. Herî dawî rojnameger Reyhan Hacioglû, Necla Demîr, Rahîme Karvar, Ahmet Guneş, Welat Ekîn û Vedat Oruç ku di 17ê Çile de hatin binçavkirin, di 20ê Çile de ji aliyê Dadgeha Stenbolê ve bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hatin girtin.
Hikûmeta Tirkiyeyê li dijî rojnamegerên Kurd şerê taybet dimeşîne. Hikûmeta Tirkiyeyê rojnamegerên Kurd ên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê dikujin, yên li Tirkiyeyê jî digirin û davêjin zindanan. Li gorî daneyên DFGê di 2024an de 118 rojnameger hatine binçavkirin û 26 rojnameger jî hatine girtin. Li Başûr û Rojava jî 5 rojnameger ji aliyê SÎHAyên Tirkiyeyê ve hatin kuştin. Hikûmeta Tirkiyeyê li dijî rojnamgerên Kurd û rojnamegerên azad polîtîkaya şer dimeşîne. Rojnamegerên ku li gorî daxwaz û polîtîkayên hikûmet û dewletê tevnagerin, wan binçav dikin, digirin û ceza li wan dibirin. Yên ku nikarin wan binçav bikin û bigirin jî bi SÎHAyan wan dikujin. Ligel ku Tirkiye vê yekê aşkere dike jî saziyên parêzvanên mafên mirovan û dadgehên navneteweyî li hemberî kiryarên dewletê bêdeng, kerr û lal dimînin.
26 rojnameger girtin û 5 rojnameger kuştin
Li gorî rapora DFGê li Tirkiyeyê di 2024an de 118 rojnameger hatin binçavkirin û 26 rojnameger hatin girtin. Li dervê Tirkiyeyê jî bi SÎHAyan 5 rojnameger kuştin. Di 5 salên dawî de 12 rojnamevan bi êrişên balafirên keşfê yên Tirkiyeyê yên li ser Herêma Kurdistana Federe û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn. DAIŞ û PDKê jî di êrişan de 2 rojnameger kuştin. Dewlet di şeran de herî zêde rojnamegeran dike hedef. Li gorî daneyên IFJ û RSFê di salek dawî de li Kurdistanê û Filistinê 102 rojnameger hatin kuştin. Li gorî daneyên MKG û DFGê di 2 salên dawî de li Kurdistanê 8 rojnamegerên Kurd hatin kuştin.
Di 8ê Tîrmeh 2024an de li dijî wesayîta xebatkarên Çira TV û Çira FMê yên ku li Şengalê nûçe dişopandin, êrişa hewayî pêk hat. Nûçegihanê ÇIRA TVyê Mûrat Mîrza ku di encama bomberdûmanê de birîndar bûbû, di 11ê Tîrmeha 2024an de jiyana xwe ji dest da.
Di 23yê Tebaxa 2024an de li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê wesayîteke şîrketa çapemeniyê Chatr Production bi SÎHAyê hat bombekirin. Di êrişê de rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behaddîn jiyana xwe ji dest dan û 6 rojnamevan jî birîndar bûn. Di 19ê kanûna 2024an de Rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ku geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dişopandin, li ser rêya di navbera Bendava Tişrîn û bajarokê Sirînê di encama êrişa SÎHAyê de jiyana xwe ji dest dan. Desthilatdariya AKP-MHPê di 2024an de jî dev ji dijberiya rojnamegeran berneda. 91 rojnameger dema nûçeyê dişopandin hatin astengkirin, 62 rojnameger bi pêkanînên xirab re rûbirû man, 47 rojnameger bi êrişan re rû bi rû man. Di 2024an de gef li 79 rojnamegeran hat xwarin.
Li 55 rojnamegeran doz vekirin
Di sala 2024an de derheqê 74 rojnamegeran de lêpirsîn vebû. Li 55 kesan doz vebû. Rojnameger bi giştî di 442 dosyeyan de hatin darizandin. Di van darizandinan de li 67 kesan bi giştî 149 sal û 9 meh cezayê hepsê hat birîn. Li gel 7 rojnamegerên ku li Stenbolê ji bo wêneyên Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê rakiribûn û hatibûn girtin hêjmara rojnamegeran li Tirkiyeyê di zindanan de derketin 43 kesan.
‘Bi kêfî rojnamegeran dikin binçavan û digirin’
SerokêBasin Îşê ya girêdayî DÎSKê Tûrgût Dedeoglû têkildarî binçavkirin, girtin û kuştina rojnamgerên Kurd diyar kir ku ev êrîş nîşan dide ku îro jî azadiya medyayê di bin gefan de ye û wiha got: “Ev girtin pir zelal nîşan dide ku azadiya medyayê di bin gefan de ye. Desthilata siyasî li aliyekî di bin navê têkoşîna li dijî dezenformasyonê bi zagonên hişk tedbîran digire, li aliyê din bi awayekî kêfî rojnamegeran dikin binçavan û digirin.”
Tûrgût Dedeoglû da zanîn ku hêzên ewlehiyê ango aktorên li dervê dewletê li dijî rojnamegeran tundiyê pêk tînin û nayên cezakirin û wiha axivî: “Em dibînin ku ev êrîşkar nayên cezakirin. Em dibînin ku rojnamegerên rastiyan dinivîsin, bi dozên bêbingeh re rû bi rû dimînin. Di sala 2024an de Tirkiye di nava Endeksa Azadiya Çapemeniya Cîhanê de ji 180 welatan ket rêza 155an. Dîsa di sala 2024an de 872 rojnameger hatin darizandin û 112 rojnameger hatin binçavkirin. Di sala borî de 26 rojnameger hatin girtin û der barê 60 rojnamegeran de lêpirsîn hat vekirin. Di darizandina rojnamegeran de li 58 rojnamegeran bi giştî 135 sal û 7 meh û 28 roj cezayê girtîgehê hat birîn. Sala borî 5 rojnameger hatin kuştin. Lê yên ku rojnameger kuştin der barê wan de lêpirsîn nehat vekirin.”
‘Em kefîlê rojnamegeran in’
Tûrgût Dedeoglû anî ziman ku dixwazin azadiya ramanê ya rojnamegeran û azadiya rojnamegeran bi sînor bikin û axaftina xwe wiha bi dawi kir: “Dixwazin bi cezayan azadiya rojnamegeran bi sînor bikin. Ev mudaxaleya azadiya çapemeniyê ya ragihandina agahiyê ye. Di heman demê de mudaxaleya azadiya xwegihandina agahiyan a civakê ye. Ev nîşan dide ku mafên demokratîk ên zagonî di bin gefan de ye. Rojnamegerî ne sûc e. Tevî hemû zextan em ê têkoşîna parvekirinên agahiyen rast berdewam bikin. Em ê rojnamegeriya rast berdewam bikin. Rojnamegerên hatin girtin endamên sendîkayê ne. Em şahid û kefilê rojnamegerî û pîşeya wan in. Em dibêjin çapemeniya azad nayê bêdengkirin.”