• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
09 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Parêzgarê Hewlêrê ji wezîfeyê hate dûrxistin

    Parêzgarê Hewlêrê ji wezîfeyê hate dûrxistin

    Yuksekbag piştî 33 salan, Ûmûtgan jî piştî 32 salan ji girtîgehê derket

    Yuksekbag piştî 33 salan, Ûmûtgan jî piştî 32 salan ji girtîgehê derket

    CASENE: Weşana hinek dezgehan şerê navxweyî gur dikin

    CASENE: Weşana hinek dezgehan şerê navxweyî gur dikin

    Vegera koma sêyemîn a Efrîniyan dîsa hat paşxistin

    Vegera koma sêyemîn a Efrîniyan dîsa hat paşxistin

    Îlham Ehmed li ser rewşa dîlgirtiyan û rola jinan hevdîtin kir

    Îlham Ehmed li ser rewşa dîlgirtiyan û rola jinan hevdîtin kir

    HDKê li parka ku qeyûm dixwaze talan bike çalakî li dar xist

    HDKê li parka ku qeyûm dixwaze talan bike çalakî li dar xist

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Parêzgarê Hewlêrê ji wezîfeyê hate dûrxistin

    Parêzgarê Hewlêrê ji wezîfeyê hate dûrxistin

    Yuksekbag piştî 33 salan, Ûmûtgan jî piştî 32 salan ji girtîgehê derket

    Yuksekbag piştî 33 salan, Ûmûtgan jî piştî 32 salan ji girtîgehê derket

    CASENE: Weşana hinek dezgehan şerê navxweyî gur dikin

    CASENE: Weşana hinek dezgehan şerê navxweyî gur dikin

    Vegera koma sêyemîn a Efrîniyan dîsa hat paşxistin

    Vegera koma sêyemîn a Efrîniyan dîsa hat paşxistin

    Îlham Ehmed li ser rewşa dîlgirtiyan û rola jinan hevdîtin kir

    Îlham Ehmed li ser rewşa dîlgirtiyan û rola jinan hevdîtin kir

    HDKê li parka ku qeyûm dixwaze talan bike çalakî li dar xist

    HDKê li parka ku qeyûm dixwaze talan bike çalakî li dar xist

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Salîha Aydenîz: Eger çareseriyê dixwazin bila cenazeyan bidin

Navenda Nûçeyan /AW

7 ÇILE 2025 - 17:31
Kategorî: ROJANE
A A
Parlamentera DEM Partiyê Salîha Aydenîz, di çalakiya li ser sînorê Nisêbînê de axivî û got: “Eger dewlet çareseriyê dixwaze û ji dil e, wê demê divê malbatan asteng nekin û cenazeyên rojnamegeran bidin malbatan.”

Çalakiya nobetê ya li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê hatiye destpêkirin di roja 26an de berdewam kir. Çalakiya nobetê ya li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMOyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Nisêbîn a Mêrdînê û Qamişloyê hatiye destpêkirin di roja 26emîn de berdewam kir.

Gelek kes tev li çalakiya nobetê ya li ber deriyê sînor ê Nisêbîn-Qamişloyê tê lidarxistin bûn. Welatiyên di saetên serê sibehê de hatin cihê çalakiyê, dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Jin Jiyan Azadî” berz kirin û govend gerandin. Parlamentera DEM Partiyê Saliha Aydenîz û gelek kes tev li nobetê bûn. Çalakvanan, armanca çalakiyê ji kesên hatine serdana çalakiyê re veogtin. Di çalakiye dê Salîha Aydeniz, anî ziman ku 26 rojin çalakiya Nobeta sînor didome û wiha got: “Ev çalakî ji bo ronahiyê û azadiyê ye. Em dizanin kriz û kaos tenê li Tirkiye û Rojhilatê nîne. Li tevahiya cîhanê ye. Ji bo ev qeyran çareser bibe çareseriyek heye. Ev çareserî jî aramiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Pergala çareseriyê li Rojava hatiye avakirin. Lê em dibînin ev dewlet bi israr aştî û aramiyê naxwaze. Kaosê kûr dikin.”

Salîha Aydenîz, anî ziman ku bi ÎHA û SÎHAyan Rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan kuştin û wiha got: “Ev nîşanî me dide ku ev dewlet aramî û çareseriyê naxwaze. Hemû cîhan dizane ku Nazim û Cîhan rojnameger in. Li aliyê din heyeta me ku malbat jî di navde ne, 24 saet li ser sînor tên rawestandin. Li deriyê Xabûrê bi zanebûn û keyfî didin rawestandin. Dizanin ku ev sûcê wan aşkere bûye. Hemû cîhan dizane ku Cîhan û Nazim rojnamevan bûn. Wan rastî û qirêjiya heyî bi raya giştî re parve kirin. Ji ber vê yekê bi zanebûn kirin hedef. Ji bo malbat cenazeyên xwe negirin heyet 24 saet in li ser sînor tên rawestandin. Sedema vê yekê pir zelal e. Naxwazin sûcê wan bê aşkerekirin. Dizane ku dê sûcê wan aşkere bibe.”

Salîha Aydenîz, anî ziman ku ew tev dizanin ku li dijî rojnamevan û sivîlan sûcê mirovahiyê û sûcê navneteweyî hatiye kirin û got: “Ji vê saetê û şûnde dewlet nikare êdî sûcê xwe veşêre. Em bang dikin. Lazim e dewlet êdî cenazeyên Nazim û Cîhan radestî malbatan bikin. Em dizanin hûn ji heqîqet, rastî û demokrasiyê ditirsin. Heqîqet tu carî di tariyê de namîne. Rastî tu carî veşartî namîne û derdikeve holê.”

Heta statuya Rojava bê qebûlkirin dê çalakiya me bidome

Salîha Aydenîz, herî dawî anî ziman ku her tiştê dewletê aşkere bûye û wiha axivî: “Em vê nêzîkatiya we şermezar dikin. Ev nêzîkatiya we ya dijminantiyê ye. Ev nayê qebûlkirin. Hûn dê li aliyekê bibêjin em demokrasî û çareseriyê dixwazin, li aliyê din hûn ê cenazeyên malbatan nedin wan. Ev nêzîkatî dirûtî ye. Ev nêzîkatî rastî û dirûtiya wan nîşan didin. Eger hûn dixwazin aştî, demokrasî pêş bikeve, divê hûn cenazeyên malbatan bidin wan. Em bang dikin ku vê nêzîkatiya dijminantiyê terk bikin. Em çareseriyê nîşan didin. Em ji bo berpirsiyariya xwe li vir in. Em ê her tim li vir bin. Îro pergala ku li Rojava hatiye avakirin, ji bo tirkiyeyê û Rojhilata Navîn mînaka çareseriyê ye.
Heyeta me çû Îmraliyê û niha bi partiyan re hevdîtin dikin. Pirsgirêk jî li holê ye. Çareserî jî li holê ye. Çareserî bi rêbaza demokrasî li masê rûniştin e. Dîsa şansek hatiye dayîn. Divê hemû alî vê şansê rast binirxînin. Em dîsa dibêjin, heta statuya gelê Rojava neyê naskirin û qebûlkirin em ê nobeta xwe ya li ser sînor berdewam bikin. Çareserî pergala ku Rêber Abdullah Ocalan pêş xistiye. Werin em bi hevre vê pergalê têxin meriyetê.”

Piştî axaftinê li dijî astengkirina heyeta ku li ser sînorê Xabûrê dane sekinandin 5 deqîqeya çalakiya rûniştinê li dar xistin. Girseyê bê navber dirûşmeya “Biji Berxwedana Rojava” berz kirin.

 

 

Etîket: cîhanNazimSalîha Aydenîz
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Rojava dîrok nivîsand, ji cîhanê re bû ronahî’

‘Rojava dîrok nivîsand, ji cîhanê re bû ronahî’

29 ÇILE 2026
Hiqûqnasên Silêmaniyê xwestin gelê cîhanê piştgiriyê bidin Rojava 

Hiqûqnasên Silêmaniyê xwestin gelê cîhanê piştgiriyê bidin Rojava 

25 ÇILE 2026
Cîhan û Nazim li Amedê hatin bibîranîn: Bi sedan peyrewên wan hene

Cîhan û Nazim li Amedê hatin bibîranîn: Bi sedan peyrewên wan hene

19 KANÛN 2025
RSF: 67 rojnameger hatin kuştin

RSF: 67 rojnameger hatin kuştin

9 KANÛN 2025
KCDK-E: Ganî statuyê Şengalî bêro sinasnayîş

Felemez Ulug: Şengal cihê berxwedanê ye

2 TEBAX 2025
Kongreya PKKê di manşetên rojnameyên cîhanê de ye

Kongreya PKKê di manşetên rojnameyên cîhanê de ye

9 GULAN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Mexmûr 7 sal in di bin ambargoyê de ye

    Mexmûr 7 sal in di bin ambargoyê de ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Balekanî: Trump xwe dixapîne, Kurd nabin siwarê kesî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xelkê Wanê: Bajêr ji bo erdhejeke nû ne amade ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • TJA: Werin em ji bo azadiyê di 19ê Nîsanê de li Gemlîkê bicivin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Amerîka û Îranê agirbesta demkî ragihand, Îsraîlê jî qebûl kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 8ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Binyada Gerdûnê û Bûka Salê: Çarşema Sor

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Newroz Uysal: Nedîm Orûç û rojnamegerên girtî demildest berdin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nahît Eren bang li TRT Sporê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Şengalê pîrozbahiyên Cejna Çarşema Serê Nîsanê dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (313)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne