• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
08 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Abdullah Ocalan: Em ê sedsala 21an bikin sedsala azadiya jinan

    Abdullah Ocalan: Em ê sedsala 21an bikin sedsala azadiya jinan

    Netanyahû gef xwar balefiran bobardiman kir: 4 kes mirin

    Netanyahû gef xwar balefiran bobardiman kir: 4 kes mirin

    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 8ê ADARA 2026an

    ‘Koma yekem a koçberên Efrînê dê roja duşemê vegere’

    ‘Koma yekem a koçberên Efrînê dê roja duşemê vegere’

    Nextgen Kurdî foruma bi navê ‘Ciwanî û Aştî’ li dar xist

    Nextgen Kurdî foruma bi navê ‘Ciwanî û Aştî’ li dar xist

    Li Esenyurt û Sancaktepeyê bernemayên fitarê

    Li Esenyurt û Sancaktepeyê bernemayên fitarê

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Abdullah Ocalan: Em ê sedsala 21an bikin sedsala azadiya jinan

    Abdullah Ocalan: Em ê sedsala 21an bikin sedsala azadiya jinan

    Netanyahû gef xwar balefiran bobardiman kir: 4 kes mirin

    Netanyahû gef xwar balefiran bobardiman kir: 4 kes mirin

    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 8ê ADARA 2026an

    ‘Koma yekem a koçberên Efrînê dê roja duşemê vegere’

    ‘Koma yekem a koçberên Efrînê dê roja duşemê vegere’

    Nextgen Kurdî foruma bi navê ‘Ciwanî û Aştî’ li dar xist

    Nextgen Kurdî foruma bi navê ‘Ciwanî û Aştî’ li dar xist

    Li Esenyurt û Sancaktepeyê bernemayên fitarê

    Li Esenyurt û Sancaktepeyê bernemayên fitarê

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Samî Tan: Ku ziman neyê axaftin peyv bêqîmet e

12 NÎSAN 2025 - 18:30
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Di rûniştina îro ya dawî de zimanzan Samî Tan û Malmisanij li ser mijara “Rewşa niha ya zaravayan li herêma me û politîkayên pêşdexistina wan” Serokê Konferderasyona Komeleyên Suryaniyan Evgîl Turker jî li ser mijara “Rewşa niha zimanên din li herêma me û polîtikayên pêşdexistina wan” axivîn.

Şaxên Sendîkaya Kedkarên Zanîst û Perwerdehiyê (Egîtîm-Sen) yên Amedê bi serenavê “Di perwerdehiya bi zimanê zikmakî de ber bi çareseriyê ve: Derfetên Heyî, Astengî, Pêşniyazî” li Çand Amedê (Navenda Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin) ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê komxebatek li dar xist. Komxebat îro bi rûniştina 4emîn bi dawî bû. Her axevêr li ser mijara xwe de axivî û pirsên beşderwanan bersivand. Di rûniştina çarem de axevêr Samî Tan, Malmisanij û Evgîl Turker axivîn.

‘Em dikarin zarokên xwe bi Kurdî perwerde bikin’

Ewilî Mamilsanij axivî û diyar kir ku dewlet naxwazê hejmara gelê Kurd aşkere bibe û got: “Yê ku zaravayê Kirmanckî diaxivîn sereke Elewîne. Gelê Dersîmê û Çewligê Kirmanckî diaxivê. Lê ji ber ku ev herêm baş nayê naskirin ji sedî çend Kurmancî û Kirmanckî diaxivîn nayê zanîn. Berê digotin em îro jî welatê xwe rizgar bikin jî em ê heta çend sala zarokên xwe Tirkî perwerde bikin. Lê îro em dibînin em dikarin Kurdî perwerde bidin zarokên xwe.”

‘Divê ziman her dem zindî bê’

Piştrê zimansaz Samî Tan xwest berî her tiştî zimanê xwe nasbikin û got: “Îro tiştê ji me tê xwestin naskirina rewşa xwe û zimanê xwe ye. Divê em rewşa gel nas bikin û li gorî vê xebatan li pêş xwe bixin. Ji bo em di encaman xebatan de bigirin divê em xebatên rû bi rû bikin. Îro rewşa zimanê Kurdî çi Kirmancî çi Kirmanckî be nebaş e. Divê ziman her dem zindî be. Di zimanê me de hezaran peyv hebin jî piştî nehat axaftin ev ziman dê winda bibe. Îro em dibînin dewletên cuda ji bo zimanê xwe biparêzin qanûnên fermî diderxe. Îro dê û bav di nav xwe de zimanê xwe zede diaxivin lê dîsa ev dê û bi bav zarokên xwe re Tirki diaxivin. Divê em zimanê xwe pêş bixin lê ne tenê di axaftinê de divê em aliyê nivisî de jî zimanê xwe pêş bixin.”

“Têkoşîna ziman têkoşîna herî rawa ye”

Di dawiya axaftina xwe de Samî Tan da zanîn ku xebatên ziman vegot û û wiha axivî: “Di Lozanê de mafê ziman heye. Lê tu carî ew maf nehatiyê pêk anîn. Polîtikayên dewletan ên yêk reng ji berê heye îro berdewam dike. Tiştê em dixwazin pir rengî ye. Têkoşîna ziman têkoşîna herî rawa ye. Gelan li dijî qirkirina ziman têkoşiya ye. Tevgera me ya ziman û siyasî di nav hev de tê meşandin. Divê em tevgerek pir rengî û pir zimanî avabikin. Zimanê Kurdî bibe xwedî statû. Ev xebata me ne tenê di nav solana de bimînê. Divê em mal bi mal kolan bi kolan xebatê xwe berdewam bikin. Divê xebatên guherandina hişmendiyê em xurt bikin.”

Herî dawî Serokê Konfederasyona Komeleyên Suryaniyan Evgil Turker axivî û diyar kir ku gelên Suryanî herî kem 3 zimanâ diaxivîn. Evgîl Tirker wiha got: “Zimanê Suryanî zimanê herî qadîm a Rojhilata Navîn e. Zimanê Suryanî feydaya xwe daye gelek zimana. Ji ber ku axaftina zimanê Suryanî gelek hêsan e. Dîroka Suryaniyan dikê heta Akada. Demên berê pirtîkxanê hebûn li wan pirtûkxaneyan gelek pirtûkên Suryanî hebû lê mixabin di nav şeran de ev pirtûkxanê hatin şewitandin. Divê zimanê dayikê bibe zimanê perwerde. Îro li Rojava û Başûr zimanê Suryanî zimanê perwerdeyê ye. lê Tirkiyeyê ev mafên mirovan tê binpêkirin.”

Piştî axaftinan beşa Komxebat dawîbû. Komxebata Egitim-Senê ye sibe jî berdwam bike.
Bernameya sibe wiha ye:
Rûniştina Pêncem
Saet:10.00-11.30
Nêrîneke rexneyî li ser cerebe û modelên cîhanê yên li ser perwerdeya bi zimanê zikmakî- Zimanzan Haydar Dilten
Weke modelek xweser, modela perwerdeya demokratîk – Yildirim Arslan
Nirxandinên li ser perwerdeya demokratîk ya bi azadiya jinê re – Fîgen Aras Kaplan (Akademiya Jinan)
Moderator: Serwer Ozer
Rûniştina Şeşem
Saet:11.45-16.30
Nirxandina Saziyan û Kursiya azad
Moderator: Fesîh Zîrek

Etîket: AFC ChampionshipEgîtîn SenKomxebatSamî Tanziman
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Encamnameya sempozyûmê: Divê perwerdehiya pirzimanî pêk were

Encamnameya sempozyûmê: Divê perwerdehiya pirzimanî pêk were

21 SIBAT 2026
DGD-KON: Her ziman beşek ji mîrateya hevpar a mirovahiyê ye

DGD-KON: Her ziman beşek ji mîrateya hevpar a mirovahiyê ye

21 SIBAT 2026
‘Rûmeta zarokan bi zimanê dayikê destpê dike’

‘Rûmeta zarokan bi zimanê dayikê destpê dike’

21 SIBAT 2026
Li Wanê panela ziman: Divê hişmendiya ziman bê pêşxistin

Li Wanê panela ziman: Divê hişmendiya ziman bê pêşxistin

20 SIBAT 2026
Li Enqereyê Roja Zimanê Dayikê hat pîrozkirin

Li Enqereyê Roja Zimanê Dayikê hat pîrozkirin

16 SIBAT 2026
Li Amedê standa hişmendiya ziman hate danîn

Li Amedê standa hişmendiya ziman hate danîn

16 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Nextgen Kurdî foruma bi navê ‘Ciwanî û Aştî’ li dar xist

    Nextgen Kurdî foruma bi navê ‘Ciwanî û Aştî’ li dar xist

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Êlihê mitînga 8ê Adarê: Divê jin ji bo azadiya birêz Ocalan têkoşîna xwe xurttir bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Pêşniyara Abdullah Ocalan bo Îranê: An demokratîkbûn an parçebûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji Navenda Çand, Huner û Wêjeyê ya Anatoliyayê bernameya 8ê Adarê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li ser sînorê Rojhilat daxuyanî: Divê li herêmê çareseriyeke aştiyane pêk bê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nobeta li Bestayê bi dawî bû dê çalakiyên cuda pêk bînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Aynûr Sarica: Bi saya felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ em îro li her derê ne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Roja hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezareta Dadê diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Em ê sedsala 21an bikin sedsala azadiya jinan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (296)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne