• Nûçeyên Herî Dawî
Şandeya DEM Partiyê çû Îmraliyê

Hevdîtina şandeya DEM Partiyê ya li Îmraliyê bi dawî bû

6 TÎRMEH 2025 - 14:58
Li Şirnexê bekçî tundiya fîzîkî li jinekê kir

Li Şirnexê bekçî tundiya fîzîkî li jinekê kir

6 TÎRMEH 2025 - 18:15
Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari CHP ziyaret kir

Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari CHP ziyaret kir

6 TÎRMEH 2025 - 18:12
‘Barê herî mezin li ser siyasetmedaran e’

‘Barê herî mezin li ser siyasetmedaran e’

6 TÎRMEH 2025 - 18:03
Şandeya Îmraliyê dê sibê bi Tayyip Erdogan re hevdîtine bike

Şandeya Îmraliyê dê sibê bi Tayyip Erdogan re hevdîtine bike

6 TÎRMEH 2025 - 15:28
Dewleta Tirk rêwîtiya bi balafiran a Silêmaniyê 3 mehên din dirêj kir

Dewleta Tirk rêwîtiya bi balafiran a Silêmaniyê 3 mehên din dirêj kir

6 TÎRMEH 2025 - 12:45
MKG: Di hezîranê de 7 rojnameger hatin binçavkirin

MKG: Di hezîranê de 7 rojnameger hatin binçavkirin

6 TÎRMEH 2025 - 11:24
‘Xebatê xurt bikin’

‘Xebatê xurt bikin’

6 TÎRMEH 2025 - 10:24
Şandeya DEM Partiyê çû Îmraliyê

Şandeya DEM Partiyê çû Îmraliyê

6 TÎRMEH 2025 - 10:14
Kî xwezaya Şirnexê talan dike? 

Kî xwezaya Şirnexê talan dike? 

6 TÎRMEH 2025 - 08:51
‘Ji bo zimanê Kurdî her kes peywîrdar e’

‘Ji bo zimanê Kurdî her kes peywîrdar e’

6 TÎRMEH 2025 - 08:36
Keça Siddik Guler: Bavê min zû berdin 

Keça Siddik Guler: Bavê min zû berdin 

6 TÎRMEH 2025 - 08:10
Welatî ji dikandaran, dikandar jî ji turistan ne razî ne

Welatî ji dikandaran, dikandar jî ji turistan ne razî ne

6 TÎRMEH 2025 - 08:03
ROJEVA 06ê TÎRMEHA 2025an

ROJEVA 06ê TÎRMEHA 2025an

6 TÎRMEH 2025 - 08:00
Tetwan bi konsera Sorjiyan û Babetna geş bû

Tetwan bi konsera Sorjiyan û Babetna geş bû

6 TÎRMEH 2025 - 00:44
Civînên gel ên li Rihayê bi girseyî didomin

Civînên gel ên li Rihayê bi girseyî didomin

5 TÎRMEH 2025 - 23:10
  • |
  • Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
  • Hemû Nûçe
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
06 TÎRMEH 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Şirnexê bekçî tundiya fîzîkî li jinekê kir

    Li Şirnexê bekçî tundiya fîzîkî li jinekê kir

    ‘Barê herî mezin li ser siyasetmedaran e’

    ‘Barê herî mezin li ser siyasetmedaran e’

    Şandeya Îmraliyê dê sibê bi Tayyip Erdogan re hevdîtine bike

    Şandeya Îmraliyê dê sibê bi Tayyip Erdogan re hevdîtine bike

    Şandeya DEM Partiyê çû Îmraliyê

    Hevdîtina şandeya DEM Partiyê ya li Îmraliyê bi dawî bû

    MKG: Di hezîranê de 7 rojnameger hatin binçavkirin

    MKG: Di hezîranê de 7 rojnameger hatin binçavkirin

    Şandeya DEM Partiyê çû Îmraliyê

    Şandeya DEM Partiyê çû Îmraliyê

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE

Navenda Nûçeyan /AW

6 TÎRMEH 2025 - 14:58
Kategorî: ROJANE
A A

Şandeya DEM Partiyê ku serê sibê ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevditinê bike çû Girava Îmraliyê. Hevdîtina şandeyê piştî 2.5 saetan berdewam kir, bi dawî bû.

Şandeya DEM Partiyê ku ji Pervin Buldan, Mîthat Sancar û Ozgur Faik Erol pêk tê, serê sibê ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike, çû Girava Îmraliyê. Endamên şandeyê piştî li Îmraliyê nêzî 2.5 saetan bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kir, hevdîtin bi dawî bû. Şande dê têkildarî hevditinê daxuyaniya nivîskî bide.

Li gel banga banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heta niha aliyê dewletê gavên şênber neavêtiye. Di 8 mehan de Rêberê Gelê Kurd bi bangên xwe û gavên avêt ket rojeva cîhanê. Hemû gelê Kurd û gelê cîhanê , her wiha gelek pêşengên dewletan û akademîsyenên navneteweyî piştgirî dan banga Rêber Abdullah Ocalan. Lê di van 8 mehan de dewletê çi gav avêt. Hîn girtiyên siyasî nehatiye berdan. Operasyonên leşkerî berdewam dikin. Her roj balafirên şer ji Amedê radibin. Hîn komîsyona Aştî û Civaka Demokratîk li meclisê nehatiye avakirin. Li ser parastin û mîsogerkirina mafên gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê gavên hiqûqî nehatiye avêtin. Hîn malbat û parêzer bi rêk û pêk nikarin biçin Îmraliyê û nikarin hevdîtinan bikin. Hîn rojnameger, siyasetmedar û nûnerên saziyên civakî nikarin hevdîtinê bikin.

Tenê 6 caran çûn Îmraliyê

Di vê pêvajoyê de tenê şande 6 caran çûn Îmraliyê û hevdîtin pêk anîn. Di van hevdîtinan de her tim Abdullah Ocalan daxuyaniyên ji bo çareseriya demokratîk, aştî û civaka demokratîk peyam parve kir.
Di vê pêvajoyê de hevdîtinên hatin kirin û peyama hat dayîn wiha ye:

06ê Tîrmeha 2025: Şandeya DEM Partiyê ku serê sibê ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevditinê bike çû Girava Îmraliyê. Hevdîtina şandeyê piştî 2.5 saetan berdewam kir, bi dawî bû.

18 Gulan-2025: Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Faîk Ozgur Erol, ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re çûn Girava Îmraliyê.

21 Nisana 2025: Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bikin serê sibê çûn Îmramliyê. Endamên şandeyê piştî hevditin kirin ji Girava Îmraliyê vegeriyan.

27 Sibat 2025: Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî. Şandeya ku ji 7 kesan pêk te, piştî çûn li Îmraliyê bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin, têkildarî hevdîtinê daxuyanî da. Di nava şandeyê de siyasetmedar Ahmet Turk, Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogûllari, wekîlên DEM Partiyê Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder, Cengîz Çîçek û parêzerê OHD Faîk Ozgur Erol cih girtin. Şandeyê piştî hevditinê li Stenbolê daxuyanî da û banga “Aştî û Civaka Demokratîk” bi raya giştî re parve kir.
Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a “Aştî û Civaka Demokratîk” wiha ye:

PKK; di sedsala 20an de, di sedsala herî tund a dîrokê de ava bû. Zemîna ku PKK tê de hat afirandin zemîna du şerên cîhanê, reel-sosyalîzm û dema şerê sar ê li cîhanê bû. Di vê zemînê de înkarkirina rastiya Kurdan, qedexekirina azadiyan, bi taybetî jî qedexekirina azadiya ramanê li dar bû.
Di warê teorî, bername, stratejî û taktîkan de bandora rastiya pergala reel-sosyalîst a sedsalê li ser vê avabûnê çêbûye. Di salên 1990î de, ji ber sedemên navxweyî hilweşîna reel-sosyalîzmê, şikestina înkara nasnameyê li welat û pêşketinên azadiya ramanê bû sedem ku PKK wateya xwe biborîne û xwe zêde dubare bike. Ji ber vê yekê ew jî wekî yên din hatiye dawiya jiyana xwe û pêwîstî bi fesihkirina wê heye.
Têkiliyên Kurd û Tirkan; di dîroka zêdetirî hezar salan de Tirkan û Kurdan ji bo hebûna xwe bidomînin û li dijî hêzên hegemonîk li ser piyan bimînin, her tim pêwîstî pê dîtine ku bi dildarî di nava tifaqekê de bimînin.
Du sed salên dawî yên modernîteya kapîtalîst, şikandina vê tifaqê ji xwe re kiriye armanc. Hêzên ku bandor li wan bûye, ligel bingehên xwe yên çînî, xizmeta vê yekê esas girtine. Ev pêvajo bi şîroveyên yekreng ên Komarê leztir bûye. Erka sereke ew e ku têkiliya dîrokî ya îro şikestiye, bi ruhê biratiyê û yekîtiyê, tevî em baweriyan jî paşguh nekin, ji nû ve birêxistin bikin.
Pêwîstiya civaka demokratîk jêneger e. PKK, di dîroka Komarê de tevgera serhildan û şîdetê ya herî dirêj û berfireh e. Ji ber ku rêya siyaseta demokratîk girtî bû, PKK bi hêz bû û destek stend.

Netew-dewletên cuda, federasyon, xweseriya îdarî û çareseriyên kulturalîst ku encama pêwîst a neteweperestiya tund in, nikarin ji sosyolojiya civaka dîrokî re bibin bersiv.
Rêzgirtina nasnameyan, azadiya ramanê, rêxistinbûna demokratîk, avakirina civakî-aborî û siyasî ya hemû pêkhateyan, tenê bi hebûna civak û qada siyasî ya demokratîk mimkin e.
Sedsala duyemîn a Komarê tenê dema ku bi demokrasiyê were tacîdarkirin dikare bibe xwedî yekîtî û berdewamiyek mayînde. Ji demokrasiyê pê ve tu rêyeke lêgerîna pergalan û pêkanîna wan tuneye û ne mimkin e. Lihevkirina demokratîk rêbaza bingehîn e.
Divê zimanê serdema aştî û civaka demokratîk jî li gorî vê rastiyê bê pêşxistin.
Banga ku Birêz Devlet Bahçelî kir, îradeya ku BirêzSerokkomar nîşan da û nêzîkatiyên erênî yên partiyên din ev pêvajo ava kir û ez jî di vê pêvajoyê de banga çekdanînê dikim û ez berpirsyariya dîrokî ya vê bangê hildigirim ser xwe.
Çawa ku her civak û partiya hemdem ku hebûna wê bi darê zorê nehatiye bidawîkirin, hûn jî bi dildarî Kongreya xwe bicivînin û biryaran bistînin; divê hemû kom çekên xwe deynin û PKK xwe fesih bike. Ez silavên xwe ji hemû kesan re dişînim ku baweriya jiyana hevpar dikin û guh didin banga min.
25 Sibat 2025
Abdullah Ocalan”
Nîşe: “Bêguman ji bo di pratîkê de çek werin berdan û PKK xwe fesix bike, divê aliyê siyaseta demokratîk û hiqûqî bê naskirin.”

22 Çile-2025: Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê bi boneya bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne, serê sibê çû Îmraliyê û piştî hevdîtinpêk anî vegeriya.
Parlamenterên DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan di 28ê Kanûnê de li Girtîgeha Îmraliyê bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Şandeya ku ji Sirri Sureyya Onder, Pervîn Buldan û siyasetmedar Ahmet Turk pêk dihat, piştre jî bi serokên partiyên siyasî yên koma wan li Meclisê heye, bi siyasetmedarên girtî, pêkhateyên DEM Partiyê û derdorên cuda re hevdîtin kiribûn. Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê serê sibê ji bo cara duyemîn bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne çû Girava Îmraliyê. Şandeyê piştî li Îmraliyê 4 saetan hevdîtin pêk anî, vegeriya.

28 Kanûn-2024: Parlamenterên DEM Partiyê ji bo hevdîtina bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re, serê sibê çûn Îmraliyê. Alîkarê Serokê Giştî yê DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan çûn Girava Îmraliyê. Piştî Pervîn Buldan û Sirri Sureya Onder bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin ji Girava Îmraliyê vegeriyan. DEM Partiyê têkildarî mijarê daxuyanî da û got: “Şanda me ya ji Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder pêk dihat, îro li Îmraliyê bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk anî. Ev hevdîtin bi dawî bû û heyeta me vegeriya. Şanda me dê di saetên pêş de agahî û nirxandinên li ser naveroka vê hevdîtinê bi çapemenî û raya giştî re parve bike.”

FacebookTweet

Nûçeyên Din

Li Şirnexê bekçî tundiya fîzîkî li jinekê kir

Li Şirnexê bekçî tundiya fîzîkî li jinekê kir

6 TÎRMEH 2025
Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari CHP ziyaret kir

Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari CHP ziyaret kir

6 TÎRMEH 2025
‘Barê herî mezin li ser siyasetmedaran e’

‘Barê herî mezin li ser siyasetmedaran e’

6 TÎRMEH 2025
Şandeya Îmraliyê dê sibê bi Tayyip Erdogan re hevdîtine bike

Şandeya Îmraliyê dê sibê bi Tayyip Erdogan re hevdîtine bike

6 TÎRMEH 2025
Dewleta Tirk rêwîtiya bi balafiran a Silêmaniyê 3 mehên din dirêj kir

Dewleta Tirk rêwîtiya bi balafiran a Silêmaniyê 3 mehên din dirêj kir

6 TÎRMEH 2025
MKG: Di hezîranê de 7 rojnameger hatin binçavkirin

MKG: Di hezîranê de 7 rojnameger hatin binçavkirin

6 TÎRMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2025 (102)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Nafiye Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne