• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
19 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Wanê pêşengeha Navdarên Kurd hat vekirin

    Li Wanê pêşengeha Navdarên Kurd hat vekirin

    Dengbêjên Amedê Mihemedê Nenyasî bi bîr anî

    Dengbêjên Amedê Mihemedê Nenyasî bi bîr anî

    Zanîngehê derbarê çalakiya bo Kabaîş de lêpirsîn da destpêkirin

    Zanîngehê derbarê çalakiya bo Kabaîş de lêpirsîn da destpêkirin

    Rojnameger Civîroglû: Tevlibûna Kurdan a Konferansa Munîhê encama civîna Kongreya Amerîkayê bû

    Rojnameger Civîroglû: Tevlibûna Kurdan a Konferansa Munîhê encama civîna Kongreya Amerîkayê bû

    Welatiyan rapora hevpar nirxand: Em azadiya mîsogerkirî dixwazin

    Welatiyan rapora hevpar nirxand: Em azadiya mîsogerkirî dixwazin

    Mamosteyên Kurdî: Pêwist e Kurdî bibe zimanê bazarê û perwerdehiyê 

    Mamosteyên Kurdî: Pêwist e Kurdî bibe zimanê bazarê û perwerdehiyê 

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Şanogerê Kurd Emîn Kerîmî 25 roj in di bin çavan de ye

Wan /AW

25 TÎRMEH 2025 - 11:17
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Wan – Şanoger û lîstikvanê Kurd Emîn Kerîmî ku beriya 25 rojan ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû binçavkirin hêj jî di bin çavan de ye.

Şanoger û lîstikvanê Kurd Emîn Kerîmî ku li rojhilatê Kurdistanê xebatên çandî dimeşîne, beriya 25 rojan ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû binçavkirin. Emîn Kerîmî ku li ser medyayê weke “Emîno” tê naskirin, li bajarê Ûrmiyeyê dijî û li ser platformên medyaya dîjîtal skecên Kurdî belav dike. Emîn Kerîmî yê ku di 1ê tîrmehê de hatiye binçavkirin, ev 25 roj in di bin çavande ye. Li gorî Saziya Mafên Mirovan a Hengawê malbata Emîn Kerîmî ji roja ku ew hatiye binçavkirin ve tu agahî jê negirtine û Emîn Kerîmî li Girtîgeha Îdareya Îtlaatê ya li Ûrmiyeyê di bin çavan de ye. Saziyê da zanîn ku rûpelên Emîn Kerîmî yên torên civakî jî ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve têne birêvebirin.

Di dema tevgera “Jin jiyan azadî” de jî hatibû girtin

Saziya Mafên Mirovan a Hengawê têkildarî binçavkirina Emîn Kerîmî de ev agahî parvekirin: “Hêjayî gotinê ye ku, heta niha ev welatiyê Kurd ji mafê pêwendîgirtin û hevdîtinê ya bi malbat û xizmên xwe re û her wiha ji mafê hevdîtina bi parêzer re bêpar hatiye hiştin. Ev welatiyê Kurd roja Sêşemê 1ê Tîrmeha 2025an, dema ku ji Tirkiyeyê vedigeriya, li sînorê ‘Sêro’ yê ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatibû girtin. Hêjayî gotinê ye ku, Emîn Kerîmî di dema tevgera Jin, Jiyan, Azadî de ji aliyê saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve jî hatibû girtin. Heta dema belavbûna vê nûçeyê, zanyariyek serast ji sedemên girtin, tohmetên li dijî wî hatine sepandin, cihê ragirtin û çarenivîsa vî welatiyê Kurd li ber dest nîne.”

Hezkiriyên wî bertek nîşanî girtina wî dan

Gelek hezkiriyên Emîn Kerîmî li ser platformên dîjîtal, bertek nîşanî girtina wî dan û xwestin demildest ew bê berdan. Emîn Kerîmî di sala 2024an de li ser platformên dîjîtal dest bi belavkirina skeca xwe ya çîroka evîndariyê ya “Emîne û Tajdîn” vedibêje kiriye û di demeke kin de ji aliyê Kurdan ve gelek hate hezkirin û temaşekirin. Emîn Kerîmî salên dirêj e li Rojhilat karê şanogeriyê dike û di nava xebatên çand û hunerê de cih digire.

Etîket: 25 rojbinçavkirinEmîn KerîmîRejîma ÎranêRojhilatÛrmiye
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Îran û Rojhilat şîna 40 rojî bi xwepêşandanan hat pêşwazîkirin

Li Îran û Rojhilat şîna 40 rojî bi xwepêşandanan hat pêşwazîkirin

17 SIBAT 2026
Civîna Amerîka û Îranê ya li Cenevreyê dest pê kir

Civîna Amerîka û Îranê ya li Cenevreyê dest pê kir

17 SIBAT 2026
Li Amedê 5 ciwanên enternasyonalîst hatin binçavkirin

Li Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin

17 SIBAT 2026
Trump: Ez ê nerasterast beşdarî civîna Cenevreyê bibim

Trump: Ez ê nerasterast beşdarî civîna Cenevreyê bibim

17 SIBAT 2026
Lindsey Graham: Îran di serdema herî lawaz de ye dê têk biçe

Lindsey Graham: Îran di serdema herî lawaz de ye dê têk biçe

15 SIBAT 2026
Navên 240 xwepêşanderên Kurd ên Rejîma Îranê qetil kirine hat eşkerekirin

Navên 240 xwepêşanderên Kurd ên Rejîma Îranê qetil kirine hat eşkerekirin

14 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Xwerêveberiya Civakî an Reforma Îdarî?

    Xwerêveberiya Civakî an Reforma Îdarî?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Heta ku Kurdî nebe zimanê perwerdeyê êş û têkoşîna me wê bi dawî nebe’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hunermend: Kurd dikarin bi ruhê çand û hunera xwe yekîtiyê ava bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Platforma Yekîtiya Jinên Kurd a Bakur bersiv da banga Rojava: Divê kongreya neteweyî bi derengî nekeve

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo meşa 21ê Sibatê bang: Ziman xelata dilê mirov e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şaredariya Farqînê bi Kurdî û Tirkî tabelayên navçeyê nû kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ceylan Akça: Konferansê kir ku Kurd dîplomasiya xwe xurttir bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnameger Civîroglû: Tevlibûna Kurdan a Konferansa Munîhê encama civîna Kongreya Amerîkayê bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Meral Daniş Beştaş: Ya girîng vebûna rêya siyaseta demokratîk e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mamosteyên Kurdî: Pêwist e Kurdî bibe zimanê bazarê û perwerdehiyê 

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (717)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne