Amed – Sê jinên kedkar ku li Ars Tekstîlê ya li navçeya Bismilê karê dirûnê dikin, diyar kirin ku ji ber krîza aborî heye debara xwe dikin û destnîşan kirin ku ji bo jin hewcehî ber destê kesî nebin divê karê xwe bikin.
Li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê krîza aboriyê heye û welatî ji bo debara xwe bikin bi gelek zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Sê jinên kedkar li Ars Tekstîlê ya li navçeya Bismilê ji bo debara xwe bikin û bikaribin di nava vê tora jiyanê ya zehmet de xwe li ser linga bigirin, karê dirûnê dikin. Jinên ku li kargeha xwe rûnivîn, balîf, lihêf, doşek, perde û kelûpelên cihêzên dawetan didirûn dan zanîn ku weke 4 jin di tekstîlê de dixebitin. Jinan diyar kirin ku Bismil di nav de ji Stenbol, Îzmîr, Antalya, Edene, Colemêrg, Şirnex, Cizîr, Amed, Farqîn û Êlihê sîparîşan digirin û bi vê yekê kêfxweş in.
‘Bila jin hewceyî ber destê zilaman nebin û bixebitin’
Yek ji jinên kedkar Nezahat Ozdemîr diyar kir ku beriya di Ars Tekstîlê de bixebite li cihekî din dixebitî û wiha got: “Em rûnivînan, doşekan, balifan, cihêzên dawetan çêdikin. Gelek bikirên me ji derveyî bajêr li me diğerin. Em sparîşên wan digirin, didûrin û bi kargoyê ji wan re dişînin. Ez dixwazim jin hewceyî ber destê zilaman nebin û xwe bi xwe bixebitin. Bila destê xwe li ber zilaman venekin.”
‘Hem debara xwe dikim hem jî ji vî karî hez dikim’
Vahîde Soyer jî ku 6-7 sal in di tekstîlê de dixebite û wiha got: “Ez rûyê lihêfan, balifan, mînder û doşekan çêdikim. Hem debara xwe pê dikim hem jî ji vî karî hez dikim. Jin bila karê xwe bi xwe bikin. Zana û şiyar bin. Bila jin hewceyî ber destê zilaman nebin, zilam hewceyî ber destê wan bin.”
‘Dema mirov weke jinekê li ser lingên xwe disekine tiştekî xweş e’
Serfiraz Kûdat jî da zanîn ku 9 sal in vî karî dikin û wiha axivî: “Ewilî me weke hevalekê dest bi kar kir. Dû re em bûn sê, niha hevaleke din jî bi me re dixebite em bûn çar kes. Zehmetiyên kar pir in. Barê jinan hinekê giran e. Hem berpirsyartiya malbatê hem ya zarokan heye. Hem karê malê dike hem jî kare xwe bi xwe dike. Ji ber wê zehmetiya wê zêde ye. Lê dema mirov weke jinek li ser lingên xwe disekine tişteke pir xweş e. Malbata min jî piştevaniya min dike.”
Sîparîşan dişinin derveyî welat jî
Serfiraz Kûdat anî ziman ku li derveyî welat jî ji wan re sîparîş tên û wiha domand: “Bikirên derveyî welat bi telefonê li me digerin, parçe ji wan re bi kargoyê dişinin. Zêdetir em dişînin Fransa û Almanyayê. Ew jî gelê me yê kurd in. Modelan dixwazin li gorî wê ji wan re çêdikim û dişinin.”
‘Divê mirov bikare li ser lingên xwe bisekine’
Serfiraz Kûdat diyar kir ku ji ber krîza aboriyê heye debara malê dikin û ev tişt gotin: “Jinek bixwaze dikare her tim li ser lingên xwe bisekine. Heta jin destê xwe ji hevjînê xwe re veke, bila destê wê di berîka wê de be. Gotineke pêşiya heye dibêje ‘Şêr şêr e çi jin e çi mêr e’. Dema berpirsyartiya malê dikeve ser milê mirov, mirov dikare li ser lingên xwe bisekine.”