Amed – Li Amedê saziyên demokratîk wê ji bo têkoşîna li dijî tiryakê di 26ê Nîsanê de bi meşekê avakirina “Platforma Şiyar Bin! Li Dijî Hişbirê Têkoşîn” îlan bikin.
Belavkirina madeyên hişbir û fihûş yek ji polîtikayên dewletên mêtinger e ku li dij gel û civakên di bin serweriya wan de nin bikar tînin. Bi van polîtîkayan ciwan û jînên wan gel û civakan ji rastiya wan, ji çand, exlaq hişmendiya civakî dûr dixin. Bi vî awayî polîtîkayên bişaftin, qirkirin û mêtingeriyê rihetir dimeşînin. Taybetî di van 10 salên dawiyê de ev êrîşan li bakûrê Kurdistanê pir zêde bûne. Bajarên ku ev êriş lê herî zêde bûne yek jî Amed e. Saziyên civakî yên demokratîk jî li hember van êrîşan platforma têkoşînê ava dikin. Endamên platforma “Şiyar be! Li dijî Hişbirê Têkoşîn” Helîm Barîn û Şerefhan Aydin polîtîkayên berbelavkirina hişbirê û armancê platformê ji ajansa me re (AW) nirxandin.
Dewlet hişbirê weke amûreke şer bikar tîne
Endamê platforma “Şiyar be! Li dijî Hişbirê Têkoşîn” Helîm Barîn diyar kir ku li hemû cihanê madeyên hişbir belav bûye lê taybet li Kurdistanê zêdetir belav bûye û got: “Li Kurdistanê sedema evqas belavbûna tiryakê şerê heyî ye. Dewlet û pergala mêtinger dixwaze hişbirê wek ensturmanekî şer bikar bîne. Bi rêya hişbirê gelê me ji rojeva polîtîk dûr bixe. Bi vî awayî civakê li hember êrişên çandî, polîtîk û aborî bêparastin dihêle. A din jî pergala kapîtalîst hişbirê wek rêyeke kazancê bi kar tîne. Gelek çete di bin çavdêriya dewlwtan de ticareta hişbirê dikin. Yanê li Kurdistanê sedema bingehîn ya evqas zêdebûna hişbirê polîtikayên mêtingeriyê ne.”
‘Polîtîkayên hişbirê civakê ji xwebûna xwe dûr dixe’
Helîm Barîn bilêv kir ku polîtîkayên hişbirê civakê ji xwebûna xwe dûr dixe û ber bi rizîbûnê ve dibe û wiha axivî: “Li gor lêkolînên vê dawiyê bikaranîna hişbirê heya nav zarkoên 9 salî belav bûye. Gelê me ji vê rewşê aciz e lê ev rewş wek pandemiyê belav dibe. Li hember vê jî hevgirtin û têkoşîn lazim e. Hişbir ji aliyekî ve jî civakê ji hev belav dike, ferdperestiyê, şidetê di nav civakê de pêş dixe. Ev rewş wek nexweşiyeke civakî di belavbûye. Em jî heldidin ve nexweşiyê pak bikin.”
‘Di nav civakê de hişbir hebe aştî pêk nayê’
Helîm Barîn da zanîn ku ewên platforma xwe di 26ê Nîsanê de li Sumer Parkê bi meşekî îlan bikin wiha axaftina xwe domand: “Ji ber ku hemû kes, hemû sazî, siyaset di vê meselê de berpiesyarin me jî wek platform xwe rêxistin kir. Ji bo ku her kes xwe dina de bibîne. Armanca me ya sereke ew e ku ciwanên hê bi vê nexweşiyê neketene, em nehêlin ew bikevin. Kesên ku tiryakê difroşin em ê li dijî wan jî têbikoşin, wan deşîfre bikin, dewlet çima çavên xwe ji van kesan re digre vêya deşîfre bikin. Gere xebatên çandî û hunerî bi vîzyona dij hişbirê bên meşandin. Qadên alternatîf ji bo ciwanan bên pêşkêşkirin. Ji xwe bi banga Birêz Abdullah Ocalan ya 27ê Sibatê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk destpê kir. Aştî ne tenê meselaeyeke siyasî ye ku di navbera dewlet û partiyekî de pêk were ye. Aştî meseleyeke navxweyî, civakî ye jî. Di nav civakê de hişbir hebe ji xwe aştî pêk nayê. Ji bo ku aştî civakî bibe gere xebatên li dijî tiryakê jî xurt bibin. Çareserkirina pirsgirêkên civakî hewldana avakirina civaka demokratîk e. Banga min ji bo hemû saziyên sivîl yên civakî, nivîskar, hunermend siyaseta demokratîk e. Bila werin di nav vê platformê de cih bigirin, em hemû bi hev re li hember vê meselê civaka xwe biparêzin.”
Belavbûna tiryakê encama şerê taybet e
Yek ji endamê platformê Şerafhan Aydin jî da zanîn ku taybetî di van deh salên dawî de li gelek bajar û navçeyên Kuedistanê mixabin tiryak pir zêde belav bûye û wiha lê zêde kir: “Li gelek qadan, li hemû taxên Amedê, li hemû taxên Kurdistanê mixabin mirov dikare bandora wê bibîne. Ji xwe rapor têne amadekirin, di raporan de mirov baştir dibîne tiryak çikas belaw bûye. Tabî ev jî encama şerê taybet e. Şer tenê bi çek nayê kirin. Şer di alîyê çandî de, di alîyê aborî de, di alîyê têkbirina xwezayê de, di alîyê têkilyên ciwakî de tê meşandin. Li hember vê rewşê me jî got wek saziyên civakî pêwîst e em pêngavekî bidin destpêkirin û ji bo vê xetereya mezin rizîbûna civakê tiştekî bikin. Li ser van nîqaşan me biryara avakirina platformekî girt. Bêguman têkoşîna li dij vê rewşê dê ne hêsan be ji ber ku pergal vê rewşê teşvîk dike. lê em wek kes û saziyên li hember vî gelî xwe berpirsyar dibinin em dikarin li dij vê rewşê têbşkoşin, qet nebe bandora wê kêm bikin. Ez bawer im em ê encam jî bigrin.”
Pergal dixwaze bi tiryakê ciwanan bitevizîne
Şerefhan Aydin bilêv kir ku di encama şerê ku pêncî sal in didome de gelek valatî derketin holê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pergal jî dixwaze van valatiyan tije bike. Ji bo ku ciwan li ser heqîqeta welat nefikirin dixwaze bi vî awayî ciwanan bitevizîne. Hişê wan ji sere wan hilîne, wan bê îrade bike û bixe bin qontrola xwe. Tiryak te ji hebûna te, ji rastiya te, te dûr dixîne û rêyeke cuda dide pêşiya te. Ev rê jî ji bo kesayeta mirov, ji bo civakê rêyeke xetere ye.”
Em ê hişmendiya dij tiryakê xurt bikin
Şerefhan Aydin herî dawiyê diyarkir ku ewên wek platform ji bo ku bandora vê rewşê li nav civakê de, li ser zarok û ciwanan kêm bikin dê hewlbidin hin bernameyên şênber derxin û wiha bi dawî kir: “Mînak dema zarok û ciwan derdikevin kolanan pêwist e tiştên ku pê re mijûl bibin hebin ku nekevin valatiyê û nekevin tora tiryak û fihûşê. Ji bo vê jî em ê hewlbidin li taxên diyar ji bo zarokan malên polîstokan amede bikin. Dîsa ji bo ku li dij tiryakê hişmendiyek bê avakirin em ê atolyeyen, konferansan, şanoyan, çalkiyên çandî, hunerî pêk bînin.”