Mamoste û şagirtên Komelaya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avestayê ku hate girtin nerazîbûn nîşanî mohkirinê dan û gotin ku ew ê li dijî polîtîkayên bişaftinê heta dawî li ber xwe bidin.
Piştî ku bi fermana Walîtiya Îzmirê Komelaya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avestayê hate mohkirin ev yek rastî bertek û nerazîbûnan hat. Mamoste û şagirtên Komeleyê biryara girtinê bi tundî şermezar kir û xwestin komeleya wan demildest bê vekirin.
Divê dildarên zimanê Kurdî bêdeng nemîn in
Mamosteyê Komeleyê Ali Sayan diyarkir ku bi salan e ew li Îzmîrê kar û xebatên zimanê Kurdî dikin û got ku ev yek helwesta faşizan a hikûmetê ya li hemberî zimanê kurdî ye. Sayan bang li tevahî dildarên zimanê Kurdî kir û xwest li hemberî biryarê helwest nîşan bidin û bêdeng neminin.
Em ê serî li dijî polîtîkayên bişaftinê netewîn in
Yek ji mamosteyê Komeleyê Mansûr Kuyumcu jî da zanîn ku sed sal in ku wan li dijî polîtîkayên bişaftinê serî hildaye û got ku ew ê tu carî serî li hemberî van polîtîkayan netewîn in.
Divê herkes li Komeleya Avestayê xwedî derkeve
Mamosteyê heman Komeleyê Cuneyt Laloglu jî got ku zimanê Kurdî rûmeta wan e û xwest hemû kes li zimanê xwe yê dayikê xwedî derkeve.
Xwendekarê Komeleyê Serkan Çîftçî biryara mohrkirina Komeleyê şermezarkir û got ku ew ê ji Îzmîrê heta Medya û Mezopotamyayê, ji Amedê heta çiyayên Kurdistanê ew ê zimanê Kurdî biparêz in.
Xwendekara Komeleyê Îndira Donmezê jî da zanîn ku ew bi saya Komeleyê hînî zimanê Kurdî bûye û xwest Komeleya Avestayê demildest bê vekirin.
Xwendekara Komeleyê Şukran Adıyamanê jî diyar kir ku zimanê Kurdî zimanekî gelek dewlemend û ji hêla milyonan ve tê bikaranîn ê û got mafê kesî tuneye ku zimanê Kurdî qedexe bike.
Komeleya Avestayê di 1ê tebaxê de hatibû mohrkirin
Hêjayî gotinê ye ku deriyê Komelaya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avestayê di 1ê tebaxê de li ser fermana Walîtiya Îzmîrê ji hêla Zabitayên Şaredariya Konakê ve hatibû mohrkirin.