• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
31 TÎRMEH 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Elkê civînên gel hatin lidarxistin 

    Li Elkê civînên gel hatin lidarxistin 

    ‘Komîsyon wê hefteya ewil a tebaxê dest bi xebatan bike’

    ‘Komîsyon wê hefteya ewil a tebaxê dest bi xebatan bike’

    Rojnameger Nîzamettîn Yilmaz cuya xo vîndî kerd

    Cenazeyê rojnameger Yilmaz dê sibê li Dêrikê bê veşartin

    MSDê xwest hemû pêkhate di Sûriyeya nû de cih bigirin

    MSDê xwest hemû pêkhate di Sûriyeya nû de cih bigirin

    Bi girseyî serdana şîna Firat Bayrak kirin

    Bi girseyî serdana şîna Firat Bayrak kirin

    KNK: 1ê Gulanê li hemû karkerên Kurdistanê û cîhanê pîroz be

    KNK: Jîngeha me niştîmana me ye

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Elkê civînên gel hatin lidarxistin 

    Li Elkê civînên gel hatin lidarxistin 

    ‘Komîsyon wê hefteya ewil a tebaxê dest bi xebatan bike’

    ‘Komîsyon wê hefteya ewil a tebaxê dest bi xebatan bike’

    Rojnameger Nîzamettîn Yilmaz cuya xo vîndî kerd

    Cenazeyê rojnameger Yilmaz dê sibê li Dêrikê bê veşartin

    MSDê xwest hemû pêkhate di Sûriyeya nû de cih bigirin

    MSDê xwest hemû pêkhate di Sûriyeya nû de cih bigirin

    Bi girseyî serdana şîna Firat Bayrak kirin

    Bi girseyî serdana şîna Firat Bayrak kirin

    KNK: 1ê Gulanê li hemû karkerên Kurdistanê û cîhanê pîroz be

    KNK: Jîngeha me niştîmana me ye

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Şengalî astengiyên PDKê derbas dikin û vedigerin Şengalê

Navenda Nûçeyan /AW

30 TÎRMEH 2025 - 08:06
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Bi êrîşên DAIŞê re 35 hezar malbatên Şengalî koçî herêma PDKê kirin. Piştî Şengal ji destê DAIŞê rizgar bû, di 6 salên dawî de 25 hezar malbat ji kampên PDKê vegeriyan Şengalê.

Dema DAÎŞiyan di 3ê Tebaxa 2015an de êrişî Şengalê kir û pêşmergeyên PDKê reviyan, gel neçar ma berê xwe bide başûrê Kurdistanê. Wê demê 26 hezar û 411 malbat, bi qasî 123 hezar û 846 kesan bû, li 15 kampên li Dihokê bi cih bûn. Dîsa 8 hezar û 881 malbatên ku hejmara wan 28 hezar û 632 kes bûn jî ji ber ku cih di nava kampan de nebû, li nava kavilan hatin bicihkirin.

Bi fermana 3ê Tebaxa 2014an a li dijî êzidiyan re bi giştî 35 hezar û 292 malbatên Şengalî ji ber êrîşên DAIŞê cih û warên xwe terk kirin û li başûrê Kurdistanê bi cih bûn. Piştî Şengal ji DAIŞê rizgar bû, di 2019an de Rêveberiya Xweser ji bo vegera welatiyan ket nava tevgerê. Ji 2019an heta niha, 25 hezar malbat dîsa vegeriyan Şengalê. Vegera Şengalê didome. Herî dawî di gulana 2025an de 470 malbat û bi tevahî di 2025an de jî 2080 malbatên ên Êzidî ji kampên Xankê û Çem Mişko yên Herêma Kurdistanê vegeriyan komelgeha Digûrê, Girzerik û Sikêniyê ya Şengalê.
Di êrîşa DAIŞê de şeniyên Şengalê li kampên Bêrsif 1-2, Derkar, Çemmişko, Keperto 1-2, Bacid Kendala, Xankê, Qendîl, Mamiliyan, Şariya, Dawidiya, Êsiyan, Mam Reşan, Şêxan û li derveyî kampan bi cih bûn.

DAIŞê piştî peymanê êrîş kir

DAIŞê piştî peymana di navbera Enqere, Bexda û Hewlerê de êrîşî Şengalê kir. Ji ber peymana li hevkirinê, peşmergeyan li dijî DAIŞê şer nekir û Şengalî teslîmî DAIŞê kirin. Bi fermana 2014an de 35 hezar û 292 malbatên Êzidî berê xwe dan başûrê Kurdistanê. Piraniya wan li kampan hatin bicihkirin. Ji 2019an heya niha 25 hezar û 644 malbat tevî ku PDKê rê li pêşiya wan girtin jî vegeriyane Şengalê.
Herî dawî di rojên cuda yên Gulana 2025an de 470 malbat vegeriyana Şengalê. Ev malbat ku li kampên Xankê Digur, Rembûsî, Sîbaya Şêx Xidirê, Çem Mişko, vegeriyan gundên Digûrê, Girzerik û Sikêniyê yên Şengalê.
Tevî ku sozên hatî dayîn û berpirsariya xwe jî, saziyên pêwendîdar yên bi ser hikumeta Iraqê bi erka xwe pêk neanîn. Rêveberiya Xweser a Şengalê, piştî 2019an dest bi xebatên ji bo vegerê kirin. Li gel hemû derfetên xwe koçberan pêşwazî dike û hewl dide bare wan sivik bike.
Malê gelek malbatên Şengalî di şer de hatine xirakirin. Malbat piştî vedigerin warê xwe, pêwîstiya wan bi avakirina avahiyan heye. Ji bo malbat dîsa vegerin warê xwe, Rêvberiya Xweser a Şengalê bi derfetên xwe, malbatan pêşwazî dikin. Rêveberiya Xweser dema gelek malbat vedigerin bi taybet di aliyê avê de bi wan re alîkariyê dikin.

PDK vegera koçberan asteng dike

Gelek malbat dixwazin vegerin ser axa xwe û dawî li koçberiyê bînin. Lê malbatên ku dixwazin vegerin jî aliyê PDKê ve rastî gelek astengiyan tên. Li gorî agahiyên Wezareta Koç û Koçberên Iraqê zêdetirî 2 hezar û 500 malbat ji bo vegerin ser axa xwe, serlêdana Asayîşa Dihokê û Wezareta Koç û Koçberan a Herêma Başûrê Kurdistanê kirine. Lê belgeyên wan ên vegerê jê re nayên çêkirin û bi vî awayî vegera koçberan asteng dikin.
Malbatên ku vedigerin Şengalê, divê belgeyên wan ên vegerê hebin. Lê ji ber PDK belgeyan nadin wan, malbat nikarin vegerin warê xwe. Ji bo çêkirina van belgeyan jî pêwîst e serdana gelek navendên Asayîş, Polîs, Wezareta Koç û Koçberan bikin, da ku belgeyên wan çêbibin.

Welatiyên kampa Qadyayê diyar dikin ku ew dixwazin vegere Şengalê, lê ji ber belgeyên vegerê nayên erêkirin, welatî nikarin vegerin. Rayedarên PDKê ewil diyar dikin ku Şengal ne ewle ye û çima dixwazin vegerin Şengalê. Welatî heta ku belgeyên vegerê îmze dikin gelek zor û zahmetiyan dijîn. Dîsa ji bo Şengalî venegerin warê xwe, gefan li Şengaliyan dixwin û diyar dikin ku Şengal ne ewle ye û wan ditirsînin.
Lê ji ber ku ewlehî û xizmetguzarî li Şengalê ji beriya fermanê baştire, ezidiyên koçber bûne dîsa dixwazin vegerin warê xwe.

Malbat bi vegerê kêfxweş in

Welatiyên ku vedigerin Şengalê ji ber vegera ser axa xwe kêfxweşin. Welatî her çend nikarin alîkariyê ji hikûmetê bigirin jî bi derfetên xwe yên kêm pêdiviyên xwe yên jiyanî temam dikin.

Alîkariya ji bo koçberan nagêje destê koçberan

Malbat destnîşan dikin Wezareta Koç û Koçberan ji bo her malbateke koçber 4 milyon dînarên Iraqê dişîne, lê malbat nikarin sûdê ji van perayan bigirin. Malbat diyar kirin ku alîkarî nagihêje wan ev pere tê xwarin. Malbat tînin ziman ku ew li bendê ne alîkariya wan were kirin ji bo ku karibin mala xwe a ku ji ber şer wêran bûye ji nû ve ava bikin. Malbat diyar dikin ku li gel alîkarî bi wan re nayê kirin jî gelek malbat ji bo vegerin serî li rayedaran didin, lê rastî astengiyan tên.
Li Kampa Aştî ya Silêmaniyê jî hezar û 836 malbat ku dibûn 8 hezar û 745 kes, diman. Ev kamp niha hatiye girtin û hemû malbat vegeriyane Şengalê.

Saziyên navnetewî alîkariyên ji bo koçberan sekinandin

Di wê demê de 22 rêxistinên alîkariya mirovî yên navxweyî, her wiha 44 rêxistinên alîkariya mirovî yên navdewletî bi awayekî fermî bi koçberan re eleqedar dibûn. Lê di sala 2024’an de Wezareta Koç û Koçberên Iraqê ragihand ku pêwîste heta 30’ê Tîrmeha heman salê deriyê kampên koçberan li seranserê Iraq û Başûrê Kurdistanê werin girtin. Wezaretê bi rêya hikûmetê karê hemû rêxistinên alîkariyê ji bo koçberan rawestand, ji bo ku vegerin ser malên xwe. Ji wê demê de piraniya rêxistinên navdewletî ji nava kampan vekişiyan û niha tenê hin rêxistinên navxweyî alîkariya koçberên nava kampan dikin.

Rawestandina Rêxistina USAID û bandora wê li ser vegerê

Piştî ku Donald Trump cara duyemîn bû serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka, alîkariya ji bo Rêxistina Dewletên Yekbûyî ji bo Pêşxistina Navneteweyî (USAID) hate rawestandin. Ji ber ku alîkariya Rêxistina Koçberan a Navneteweyî jî ji heman rêxistinê dihat, piştî ku USAID kar û xebatên xwe dan sekinandin, rêxistina IOM jî bernameya xwe ya bi Wezareta Koç û Koçberên Iraqê ya ji bo vegera koçberan rawestand. Di heman demê de, malbatên ku vedigerin Şengalê û berê nêzîkî 3 hezar dolarî werdigirtin, niha ew alîkarî jî hatiye sekinandin bi hinceta nebûna budçeyê ji Wezareta Koç û Koçberan.

Vegera Gel û Banga Rêveberiya Xweser a Şengalê

Di sala 2019’an de Rêveberiya Xweser a Şengalê ji bo vegera koçberan lijneyek ava kir, da ku pêdiviyên gel di aliyê av, kehrebe û paqijkirina malan de pêşwazî bike. Her wiha Rêveberiya Xweser a Şengalê banga vegerê li gelê Şengalê kir. Piştî vê bangê, ji sala 2019’an heta niha, li gorî daneyên ku me ji Wezareta Koç û Koçberên Iraqê bidest xistine, malbatên ku bi awayekî fermî vegeriyane Şengalê û navên xwe di wezaretê de qeyd kirine 25 hezar û 664 malbat in, ku dibin 128 hezar û 320 kes. Piraniya van malbatan vegeriyane Xanesor, Sinûn, Navenda Şengalê, Til Ezêr, Sîba Şêx Xidir. Her wiha cihên mîna Girzêrîk, Rembûsî, Tilbenat, Til Qeseb û Digur jî di van her sê salên dawî de navendên sereke ne ku xelkê wan lê vedigere. Herdan, Koço û Hatimî ew sê cihin ku herî kêm malbat lê vegeriyane. Gelek kes bi derfetên xwe vegeriyane Şengalê û navên wan nehatine tomarkirin. Li aliyê din, kesên ku beriya sala 2019’an vegeriyane Şengalê jî navên wan nehatine qeydkirin, ji ber ku wê demê Ofîsa Wezareta Koç û Koçberên Iraqê li Şengalê nebû.
Ji bo vegera koçberan, Wezareta Koç û Koçberên Iraqê li gel Rêxistina Koçberan a Navdewletî (IOM) bernameyek danî. Li gorî bernameyê, rêxistin wê erka navbeynkariyê di navbera Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê û rayedarên Başûrê Kurdistanê de bide meşandin ji bo belgeyên vegera malbatên ku vedigerin sererast bike. Ji bo wê jî her malbatek bi rêya IOM ku vedigere ser axa xwe, wê nêzîkî 1.300 dolarî werbigire. Malbat ji bo pêdiviyên sereke bi qasî 4 milyon dînarên Iraqê, ku dike nêzîkî 3 hezar dolarî, ji Wezareta Koç û Koçberan werbigire.
Li gorî daneyan di 2019an de, 258 malbat, di 2020an de, 9128 malbat, di 2021an de, 5664 malbat, di 2022an de, 1001 malbat, di 2023an de, 3278 malbat û di 2024an de, 4235 malbat, di 2025an de jî 2080 malbat vegeriyane û hê jî vegera malbata dewam dike.

 

FacebookTweet

Nûçeyên Din

Li Elkê civînên gel hatin lidarxistin 

Li Elkê civînên gel hatin lidarxistin 

30 TÎRMEH 2025
‘Komîsyon wê hefteya ewil a tebaxê dest bi xebatan bike’

‘Komîsyon wê hefteya ewil a tebaxê dest bi xebatan bike’

30 TÎRMEH 2025
Rojnameger Nîzamettîn Yilmaz cuya xo vîndî kerd

Cenazeyê rojnameger Yilmaz dê sibê li Dêrikê bê veşartin

30 TÎRMEH 2025
Li Rojhilat û Îranê di 4 mehan de 45 jin hatin kuştin

Li Rojhilat û Îranê di 4 mehan de 45 jin hatin kuştin

30 TÎRMEH 2025
CHP dê tev li komîsyona li Meclîsê bibe

CHP dê tev li komîsyona li Meclîsê bibe

30 TÎRMEH 2025
Baroya Şirnexê li dijî birîna daran dest bi komkirina îmzeyan dike

Baroya Şirnexê li dijî birîna daran dest bi komkirina îmzeyan dike

30 TÎRMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2025 (569)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne