Amed – Şêniyên Gundê Fîsê yê navçeya Licê ku PKKê kongreya xwe ya ewilî li wir li dar xistibû, anîn ziman ku li pişt biryara PKKê ya çek berdanê ne û xwestin ku mala PKKê kongreya xwe lê lidarxistibû bibe muze.
PKKê piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de ji raya giştî re ragihand, di 1ê Adarê de agirbest îlan kir. Piştre di 5-7ê Gulanê de kongreya xwe pêk anî. PKKê di 12ê Gulanê de biryarên kongreya xwe ya dîrokî aşkere kirin. Kongreyê hem li ser rojeva Tirkiyeyê û hem jî li ser cîhanê bandoreke girîng kir. Şêniyên Gundê Fîsê yê navçeya Licê ya Amedê ku PKKê di 27ê Mijdara 1978an de kongreya xwe ya ewil li wir lidarxistibû têkildarî biryarên kongreya PKKê axivîn û xwestin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan demildest were berdan.
‘Kesê aştiyê nexwaze ne mirov e’
Yek ji şêniyên gund Mehmet Fîdan ê 55 salî da zanîn ku dema 8 salî bû PKK li gundê wan hate avakirin û wiha got: “Kongre di mala apê bavê min Seyfettîn Zûgûrlî de pêk hat. Weke niha tê bîra min. Niha ez bûm 55 salî, ev kar bi kuştinê naqede. Ji malbata me tenê 100 kesan jiyana xwe ji dest daye. 55 sal in şer heye, kuştin heye. Ji me jî ji aliyê Tirkan jî gelek kesan jiyana xwe ji dest da. Şer tiştekî baş nîn e. Aştî tiştekî baş e xweş e. Herkes aramiyê dixwaze. Lê divê mafên me yên Kurdan bên dayîn. Têkoşîneke ku 47 sal in tê dayîn heye. Divê em Kurd jî weke Tirkan li vê dewletê bijîn. Kesê aştiyê nexwaze demek mirov nîne.”
‘Em aramiyê û lihevkirinê dixwazin’
Mehmet Fîdan, bi lêv kir ku piştgiriyê didin banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryarên kongreya PKKê û anî ziman ku bang û biryara kongreyê ji bo aştiyê baş in. Mehmet Fîdan, bi lêv kir ku divê dewlet jî demildest gavan biavêje û wiha domand: “Bi xapandinê ev kar naçe serî. Dê 50 salên din jî ev şer berdewam bike. Divê mafên me Kurdan bidin. Divê zimanê Kurdî bibe fermî. Hemû girtiyên siyasî bên berdan. Heke Serok neyê berdan qiymeta vî karî nîne. Divê em bi hev re bijîn. Em ji aştiyê memnun in. Em aramiyê û lihevkirinê dixwazin. Partî çi biryarê bide em li pişt wê ne.”
‘Beton rijandibûn ser Kurdan, partiyê Kurd zindî kirin’
Mehmet Fîdan, da zanîn ku xaniyê ku PKKê kongreya xwe lê lidarxistibû ji ber nehilweşe xizmên wan temîr kirin û ev tişt gotin: “Divê ew xanî bibe muze. Ji bo Kurdan muze ye. Beton rijandibûn ser Kurdan, Kurd êdî nemabûn, partiyê Kurd zindî kirin, bi dinyayê dan naskirin. Ji bo vê yekê gelek bedel hatin dayîn. Tu mirov van bedelan ji bîr nakin.”
‘Hêvî dikin ku pêvajo ber bi başiyê ve biçe’
Cîhan Şahînlî yê 39 salî jî ku li gund berber e diyar kir ku bi vê pêvajoya heyî keyfxweş in û wiha got: “Baweriya me pê heye. Hêvî dikin ku dê serbikeve. Muxatabê vê pêvajoyê Serok e, divê ew were berdan.” Cîhan Şahînlî da zanîn ku di têkoşîna 47 salan de wan gelek zehmetî kişandin û wiha domand: “Di vê pêvajoyê de dewleta tirk pir zilm li me kir, gundên me şewitandin, xerabî kirin me hemû dîtin lê belê şer çareserî nîn e. Serok gotiye em ê li hev bikin. Bi dewletê re diaxivin. Hêvî dikin ku pêvajo ber bi xweşiyê ve biçe.”
‘Em dixwazin Serok Apo were vê derê’
Yek ji şêniyên din Abdullah Altintop ê 60 salî jî wiha got: “Serok Apo li Fîsê ev têkoşîn da destpêkirin. Em dixwazin Serok Apo were vê derê. Li vir cihê wî jî heye. Em vê pêvajoyê pir baş dibînin. Xweziya beriya 50 salan wiha bûya. Divê ewilî Serok bê berdan. Bila derkeve nava gel ku ev pêvajo encam bibe. Ji xwe xwediyê pêvajoyê jî ew e. Heta ew dernekeve ev kar pêk nayê.”