• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
19 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Kongreya Azadî ya Îranê 13 endamên konseyê hilbijart

    Kongreya Azadî ya Îranê 13 endamên konseyê hilbijart

    Komxebata zarokan bi peyama ‘Gotina me, li gel gotina zarokan e’ dawî bû

    Komxebata zarokan bi peyama ‘Gotina me, li gel gotina zarokan e’ dawî bû

    Li Wanê girtî hat derbkirin û muayeneya bikelepçe hat ferzkirin

    Li Wanê girtî hat derbkirin û muayeneya bikelepçe hat ferzkirin

    Li gelek bajaran Cangoriyên Gulanê hatin bîranîn

    Li gelek bajaran Cangoriyên Gulanê hatin bîranîn

    Li Stenbolê kargeha zarokan hat lidarxistin

    Li Stenbolê kargeha zarokan hat lidarxistin

    Otomatik taslak

    ‘Li girtîgehên Anatolyaya Navîn zext zêde dibin’

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Kongreya Azadî ya Îranê 13 endamên konseyê hilbijart

    Kongreya Azadî ya Îranê 13 endamên konseyê hilbijart

    Komxebata zarokan bi peyama ‘Gotina me, li gel gotina zarokan e’ dawî bû

    Komxebata zarokan bi peyama ‘Gotina me, li gel gotina zarokan e’ dawî bû

    Li Wanê girtî hat derbkirin û muayeneya bikelepçe hat ferzkirin

    Li Wanê girtî hat derbkirin û muayeneya bikelepçe hat ferzkirin

    Li gelek bajaran Cangoriyên Gulanê hatin bîranîn

    Li gelek bajaran Cangoriyên Gulanê hatin bîranîn

    Li Stenbolê kargeha zarokan hat lidarxistin

    Li Stenbolê kargeha zarokan hat lidarxistin

    Otomatik taslak

    ‘Li girtîgehên Anatolyaya Navîn zext zêde dibin’

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Serlêdanên ji bo 9emîn Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê dest pê dikin

Amed / AW

7 NÎSAN 2025 - 20:08
Kategorî: ÇAND, MANŞET
A A
Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê ya 9emîn dê îsal bi tema û dirûşma “Reh… Li dora agir rastiyên efsûnî…” di navbera 26-30yê Îlonê de were lidarxistin. Serlêdanên festîvalê di 15ê Nîsanê de dest pê dike û di 1ê Hezîranê de bi dawî dibe. 

 

Ji bo 9emîn Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê li Taş Ev a li Parka 75ê ya navçeya Peyasa Amedê resepsiyonek û daxuyaniya çapemeniyê hate lidarxistin. Nûnerên saziyên sivîl, hevşaredarên Amedê û gelek sînemahez tev li resepsiyonê bûn. Festîvala ku dê bi hevkariya Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û Şaredariya Peyasê were lidarxistin dê di navbera 26-30yê Îlonê pêk were.

‘Her mihrîcanekê peyameke xwe heye’

Beriya daxuyaniya çapemeniyê ewilî Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar qala pêvajoya amadekirina mihrîcanên berê kir û diyar kir ku ev mihrîcan ji bo bajêr serkeftineke. Bêrîvan Sîncar diyar kir ku her mihrîcanekê peyameke xwe heye û mihrîcana îsal jî balê dikişîne ser kokan û weke Şaredariya Pêyasê keyfxweş in ku di nav vê xebatê de ne. Berîvan Sîncar da zanîn ku dê mihrîcan li qadên vekirî ku herkes bikare temaşe bike pêk were.

‘Mihrîcana me dê ruhê sinemaya alternatîf ava bike’

Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar jî diyar kir ku armanca wan ew e ku xwedî li nasnameya çandê derkevin e û wiha got: “Desthilat li xwe mikûr hat ku nikarin xebatên çandê bi rê ve bibin. Ev jî ji ber sekna hunermendên xwe dizane bû. Mihrîcana me dê ruhê sînemaya alternatîf ava bike. Pirsgirêka jinan, koçberî dê bibin mijarên sereke yên mihrîcanê.”

Pişt re daxuyaniya çapemeniyê hate xwendin. Kurdiya daxuyaniyê Kordînatorê Xebatên Çandî yê Şaredariya Peyasê Omer Fîdan, tirkiya wê jî endama Komîteya Amadekar a Festîvalê Dîlan Toftîk xwend.

 

‘Berhemên ku rexneyan dikin bi awayên cuda tên astengkirin’

Omer Fîdan diyar kir ku di van rojên ku Tirkiye ji nû ve teşe digire û geşedanên girîng diqewimin de, dibin şahid ku li tevahiya cîhanê, bi taybetî jî li Rojhilata Navîn guherînên dîrokî pêk tên û wiha got: “Em di pêvajoyeke wisa de ne ku ligel tevahiya dînamîkên civakî, dikin ku aştiya mayînde ava bikin. Bê guman, her wekî tevahiya pêvajoyên avakirinê, em ê aştiyê jî bi hêza ku em ê ji rehên xwe bigirin bihûnin û em ê bi hêza serbixwe, azad û pirdeng a hunerê ragihînin tevahiya cîhanê. Huner, qada ramana azad û xwederbirîna azad e. Lê mixabin di tevahiya dîrokê de huner bûye qadeke ku rejîmên totalîter ew wek xetere dîtine, pêkutî lê kirine û hewl dane wê bixin binê nîrê xwe. Di roja me ya îroyîn de jî, huner bi heman tiştan re rûbirû ye. Ev nêzikatî, bi qedexekirina konseran, komkirina pirtûkan û sansurkirina fîlman xwe dide der; hunermend ligel tundiya derûnî, cezayên girtîgehê digirin. Festîvalên ku divê ji bo berhemên serbixwe bibin qadên pêşandanê, vediguherin navgînên sansurê. Festîvalên herî kevnar bi berhemên hunerî dernakevin pêş, bi sansur û qedexeyan dibin rojev. Di festîvalên ku hunermendên muxalîf nikarin tê de cih bigirin de, berhemên ku rexneyan dikin û rastiyan derdixin holê bi awayên cuda tên astengkirin.”

‘Her fîlmê ku tê reşkirin, sansurkirin li ser perdeyeke din diteyise’

Omer Fîdan diyar kir ku şahidên îro, bi bîra xwe û bi çîrokên xwe sazûmankarên siberojê ne û wiha berdewam kir: “Di roja me ya îroyîn a ku dixwazin tevahiya dengên muxalîf, azad û serbixwe bibirin de; em ê dengê xwe bilind bikin. Her dengê ku tê birîn, her stran bi kesekî/e din olan dide; her pirtûkeke ku tê qedexekirin û şewitandin, ji arê xwe ji nû ve tê nivîsîn; her fîlmekî ku tê reşkirin, sansurkirin, li ser perdeyeke din diteyise.”

‘Tu qedexe, pêkutî nikarin li hemberî heqîqetê bibin asteng’

Omer Fîdan destnîşan kir ku tu dîwar, tu qedexe, tu pêkutî nikarin li hemberî heqîqetê bibin asteng; heqîqet zû yan jî dereng, teqez dê bi awayekî rêya xwe bibine, derkeve ronahiyê û wiha pê de çû: “Sînemaya ku heqîqetê ji xwe re dike mijar, derdixe holê û vedijîne jî bi tevahiya van pêkutiyan re rûbirû ye. Di van şert û mercan de Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê heqîqetê dişopîne û ji bo hunermendên ku dengê wan tê birîn, fîlmên ku tên sansurkirin û qedexekirin dibe qadeke serbixwe. FîlmAmed dibe qadeke azad a ku bêdadiyên nayên dîtin, binpêkirinên mafan û berxwedanên jinan, kedkaran û gelan bikaribin lê bên nîşandan.”

‘FîlmAmed ji sala 2011an ve rêwitiya xwe didomîne’

Omer Fîdan axaftina xwe wiha berdewam kir: “Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê di sala 2011an de, li Akademiya Çand, Huner û Wêjeyê ya Cegerxwînê ya Şaredariya Peyasê de wek rojên fîlman dest pê kiriye. Paşê mîsyon û vîzyona xwe berfireh kiriye û wek festîvalê rêwîtiya xwe domandiye. FîlmAmed ji sala 2011an a ku dest bi rêwîtiya xwe kiriye û heta niha di qada fîlmên belgeyî de bûye qadeke xweser a ku li dijî sansurê bûye û heqîqet ragihandiye.

Wek ku tê zanîn, ji sala 2016an vir ve bi polîtîkayên qeyûman vîna gelan hatiye xespkirin. Di vê pêvajoyê de Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê bi destê Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û bi hevkariya sazî û dezgehên demokratîk ên li Amedê, rêwîtiya xwe domandiye, herî dawiyê jî di sala 2023yan de bûye mêvana şopîner û temaşevanên xwe. Îsal, FîlmAmed dê bi serperiştiya Şaredariya Peyasê rêwîtiya xwe bidomîne. Em jî bi kelecan in ku îsal dê festîvala me careke din li mala xwe ya yekemîn mazûvaniya gel bike.

‘Reh…Li dora agir rastiyên efsûnî’

Omer Fîdan daxuyaniyê bi van gotinan bi dawî kir: “Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê ya 9emîn a ku em ê bi tema û dirûşma ‘Reh… Li dora agir rastiyên efsûnî…’ li dar bixin deriyê xwe li serlêdanên belgefîlm û projeyên belgefîlman ên ji tevahiya cîhanê vedike. Dema serlêdanê dê di 15ê Avrêla 2025an de dest pê bike û dê di 1ê Hezîrana 2025an de bi dawî bibe. Serlêdan dê li ser malpera festîvalê yan jî li ser platformên têkildar bên wergirtin. Dîsa di nava heman mêjûyan de ji bo kargehên der barê fîlmên belgeyî de yên ji bo her kesî vekirî jî dê serlêdan bên wergirtin û beriya festîvalê dê kargehên girîng bên çêkirin. Di çarçoveya festîvalê de projeyên fîlmên belgeyî dê bên nirxandin û dê piştgirî bê dayîn. Ligel van xebatan, dê di panel û forûman de nîqaşên li ser sînemayê werin kirin. Festîval dê ligel çêker û derhênerên fîlman; mazûvaniya gelek sînemager, hunermend û wêjevanên qedirbilind bike. Festîval dê di navbera 26 û 30ê Îlonê de were lidarxistin.

FîlmAmed festîvala fîlmên ku sînoran nas nakin, qedexeyan tune dihesibînin û dîwaran hildiweşînin e. Werin, em hemû bi hev re bidin pey şopa heqîqeta ku hêviyê geş dike. Lewra siberoj dê bibe ya kesên ku îro xeyal dikin, diwêrin û gotina xwe dibêjin. Mala we hemûyan ava be. Ligel rêz û silavan.”

 

Navnîşanên ji bo serlêdanên festîvalê wiha ne:

Malper: www.filmamed.org

Instagram:https://www.instagram.com/belgefilmamed/

X:https://x.com/belgefilmamed

Mail: filmamedfestival@gmail.com

 

Etîket: belgefîlmFestîvalFestîvala Belgefîlman a FîlmAmedFilmAmedŞaredariya Peyasê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Belgefîlma ‘Her malek dibistanek’ hat pêşandan

Belgefîlma ‘Her malek dibistanek’ hat pêşandan

17 GULAN 2026
Şaredariya Peyasê Yekeya Parastina Zimanê Kurdî vekir

Şaredariya Peyasê Yekeya Parastina Zimanê Kurdî vekir

15 GULAN 2026
Li Akademiya Celadet Elî Bedirxan 15ê Gulanê hate pîrozkirin

Li Akademiya Celadet Elî Bedirxan 15ê Gulanê hate pîrozkirin

9 GULAN 2026
Şaredariya Peyasê Navenda Jiyanê ya Jinan vekir

Şaredariya Peyasê Navenda Jiyanê ya Jinan vekir

5 GULAN 2026
Şaredariya Peyasê bi rêya hunerê ciwanan tîne cem hev

Şaredariya Peyasê bi rêya hunerê ciwanan tîne cem hev

30 NÎSAN 2026
Heyeta Şaredariya Peyasê li Swêdê serdana Navenda Perwerdeya Pirzimanî kir

Heyeta Şaredariya Peyasê li Swêdê serdana Navenda Perwerdeya Pirzimanî kir

24 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji Bahçelî 7 xalên ‘pêvajoyê’: Divê statuya Ocalan hebe

    Ji Bahçelî 7 xalên ‘pêvajoyê’: Divê statuya Ocalan hebe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Li Başûr hê jî termînolojiya hiqûqî tune ye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KOM Muzîkê bersiv da îdiayên Mem Ararat

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 18ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li gelek bajaran Cangoriyên Gulanê hatin bîranîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • SAMER: Civak ‘pêvajoya’ red nake lê dixwaze bawer bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rapora ‘Di navbera bêçekkirin û aştiyê de meseleya Kurd’: Pirsgirêka Kurd ne pirsgirêka ewlehiyê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ayşegul Dogan bang li Meclîsê kir: Divê mekanîzmayek nû bê avakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Mafê tenduristiyê yê bi zimanê dayikê mafekî neteweyî ye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Azadiya Welat bi manşeta ‘Komunbûn civakîbûn e’ derket

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (485)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne