Şirnex – Derhenêr Şêro Hindê diyar kir ku ew ji biçûkatiya xwe ve Bavê Teyar nas dike û piştre jî bi hev re xebitîne û got: “Bavê Teyar tevî zextên rejîma Baas jî berhemên Kurdî yên hunerî afirandin. Bavê Teyar li şûna me hemûyan şehîd bû.”
Cûma Xelîl Îbrahîm ango Bavê Teyar roja 18ê Çile li Bendava Tişrînê li cihê çalakiya nobeta ya ji bo parastina bendavê di encama êrişa SÎHAya Tirkiyeyê de bi giranî birîndar bû. Heman rojê hat emeliyatkirin û ji ber xedariya birîna xwe tevî hemû mudaxileyên bijîşkan jî roja 19ê Çile jiyana xwe ji dest da.
Bavê Teyar di sala 1957an de li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik dibe. Di salên 1990î de tevî astengî û zextên rejîma Baasê jî dest bi şanoya Kurdî dike û berhemên şanoyê li wir diafirîne. Berhemên wî yên şanoyê li Rojavayê Kurdistanê û her sê aliyên din ên Kurdistanê deng vedidin. Berhemên wî yên şanoyê sînorên serdestan derbas dike û dikeve mala her Kurdekî. Bi milyonan Kurd bi şanoya Bavê Teyar kêfxweş bûn û keniyan. Şano û skeçên Bavê Teyar bi piranî komedî bûn û di lîstik û skeçên xwe de pêyamên siyasî, welatparêzî û civakî didan. Bavê Teyar piştî Şoreşa Rojava jî di nav kar û xebatên şanoyê û hunerê de cih girt û lîstik û sekeçan afirand. Heta dawiya jiyana xwe ji bo rizgariya azadiya Kurdistanê û hunera Kurdî xebat meşand.
Kuştina Bavê Teyar li tevahiya Kurdistanê bi xembarî û êşek mezin hat bihîstin û bi milyonan kes peyamên sersaxiyê ji bo wî ragihandin. Bavê Teyar kenê li ser rûyê bi milyonan zarokên Kurd bû. Ew ji bo zarokan lehengê şanoya Kurdî bû.
‘Hemû kesî ew nas dikir û jê hez dikir’
Derhenêr Şêro Hindê ku ji biçûktiya xwe ve Bavê Teyar nas kiriye û piştî şoreşê jî bi hev re xebitî ne qala wî kir. Şêro Hindê anî ziman ku ew bi şanoya Bavê Teyar mezin bûye û got: “Di salên 1980î de em zarok bûn wê demê em ji bo alîkariya tevgera xwe ya siyasî diçûn karê çandiniya nîsk û nok diçandin. Bavê Teyar jî ji wê demê dihat wan karan û piştî kar ji me re şano pêşkêş dikir. Şanoyên wî komedî bû lê wateya wan siyasî, civakî û folklora Kurdî bûn. Ji ber wê jî me her tim dixwast em biçin wan karan û li şanoya wî temaşe bikin. Li Newroz û şahiyan jî weke hunermendê me yê pêşeng li wir bû û ji me re şano çêdikir. Piştre jî dimênên film, skeç û şano amade kir. Bavê Teyar di dîroka şano û komediya Kurdî de li Rojavayê Kurdistanê bandoreke mezin kir. Hemû kesî ew nas dikir û jê hez dikir. Em dikarin bêjin ku dîroka şano, komedî û hunera Kurdî li Rojavayê Kurdistanê kesên weke Bavê Teyar mezin kirin.”
‘Bîrekê bi derziyê dikola’
Şêro Hindê di berdewama axaftina xwe de bi lêv kir ku piştî wî Bavê Teyar nas kiriyê bandoreke mezin li wî kiriye û wiha qala vê yekê kir: “Bi naskirina wî re bandor li ser min kir. Beriya Şoreşa Rojava tevî astengiyên rejîma Baas jî diçû gundên dûr, bi derfetên xwe karê xwe pêk dianî. Yanî meriv dikare bêje ku bîrekê bi derziyê dikola. Kedeke mezin da şoreşa hunerê. Piştî Şoreşa Rojava jî Bavê Teyar xwest ji derfetan sûd werbigire. Ji aliyê teknîkî ve xwe li pêş xist û ekîba xwe berfirehtir kir. Koma Serdem hat avakirin û bandora Bavê Teyar jî li ser wan hebû. Yanî Bavê Teyar ne tenê hunermedekî baş bû di heman demê de rêveberekî baş ê wê komê bû.
‘Kesayeta wî ya berxwedêr bû mînak’
Şêro Hindê destnîşan kir ku tevî zextên rejîma Baas jî wî dev jî karê hunerî berneda û ev yek anîn ziman: “Bavê Teyar merivekî şoreşger bû. Ji tunebûnê derfet ava diafirand. Mirov li dora xwe kom dikirin. Di dema rejîma Baas de kesekî nedikarî li Qamişlo kamerayeke jî bikar bînê lê wî wê demê dikaribû gelek kesan li dora xwe kom bike û xebatan bike. Gel li benda wan video û xebatên wî bûn. Dema şoreşê jî ne tenê karê hunerê kir karê civakî, siyasî û rêxistinî jî dikir. Di nava civakê de cihê xwe digirt û li şahiyan, çalakiyên meşan de amade bû. Weke hunermedekî şoreşger piştgiriya şervanan dikir di çeperên pêşî yên berxwedanê de bû. Ew keseyeta wî ya berxwedêr bû mînak ji bo hemû kesên ew nas dikirin.”
‘Em ê xwedî li keda Bavê Teyar derbikevin’
Şêro Hindê bal kişand ser êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bavê Teyar li şûna me hemûyan şehîd bû. Divê piştgiriya me jî ji bo şervanên me û destkeftiyên me bi vî ruhî be. Hemû civaka Kurdistanê divê piştgiriyeke mezin bide Rojava ji ber ku pêvajoyeke dîrokî ye. Rewşa Rojava wê siberoja me diyar bike. Jixwe em ê bi ser bikevin û siberoja xwe xwe ya sed salan mîsoger bikin. Lê heke em xwe ji êrişên dijminan re qels bikin, em ê vê bindestiya sedsalan dîsa dûbare bijîn. Em li Rojava di rewşeke giran de dijîn. Divê em li dora serkeftinên xwe yên Rojava bisekinin û bikaribin biparêzin. Em bikaribin ji destê van xwînmijan derxînin. Rojên giran in. Divê em li gorî vê giraniyê tevbigerin. Di van her du mehên dawî de me mirovên gelek hêja winda kirin. Divê em xwedî li wan derbikevin. Em ê xwedî li Rojava derbikevin. Em ê xwedî li keda hunermendên wekî Bavê Teyar derbikevin. Hunermend Bavê Teyar şehîdê kêliyên dawî yê nivîsandina dîroka Kurdistanê ye.”