Îdir – Şikeftên Xwê yên li navçeya Qulpê ya Îdirê her roj bi sedan û hezaran mêvanan pêşwazî dike. Ev şikeft hem cihekî efsûnî û ezamet e hem jî navenda terapiyê ye.
Şikeftên Xwê yên li navçeya Qulpê ya Îdirê di hundirê Çiyayê Xwê de ye. Şikeft li kêleka navenda navçeyê ne. Şikeft di demsala havînê de mêvanên xwe ango seredanên xwe pêşwazî dikin. Dema mirov di derî ango tunela şikeftan de dikevin hundir texmîn nakin ku hundirê şikeftan ewqas mezin e. Piştî mirov dikevin hundirê şikeftan heybetî û matmayîbûna şikeftan dibînin. Li ber deriyê şikeftan hewayek hênik wek hewaya zivistanê xwe li rûyê morivan dide. Dema mirov diçe hundirê şikeftan, hin bêtir hênik e û cihekî efsûnî ye. Şikeftên Xwê wek navenda terapiyê jî tê zanîn.
Hundirê şikeftan hatine ronîkirin û şikeft bi awayên xwezayî û hewaya xwe ya hênik xwe radixe ber çavan. Di şikeftan de kulek-pace hene û her wiha li şikeftekê cihê bêhnvedanê û rûniştinê hatiye çêkirin. Kesên tên serdana şikeftan wêneyên xwe digirin û li bedewî û ezameta şikeftan temaşe dikin.
Li aliyekî bênavber mirov tên serdana şikeftan û gelek kes jî ji bo şîfayê serdanê dikin. Ji ber ku ev der wek cihê terapiyê tê dîtin. Bêhna xwê ji şikeftan tê û şikeft wek şûnwarên dîrokî jî tên zanîn.
Di mehên havînê de her roj bi hezaran kes serdana şikeftan dikin. Her wiha tê gotin ku şikeft ji bo nexweşiyên nefes û hilmkişînê û gelek nexweşiyên dibe şîfa.