Endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder ku piştî 18 rojan li nexweşxaneyê hat razandin îro jiyana xwe ji dest da. Piştî agahiya ku Sirri Sureyya jiyana xwe ji dest daye belav bû, gelek siyasetmedar, hunermend û nivîskar hatin nexweşxaneyê kom bûn.
Cenazeyê Sirri Sureyya Onder dê li Goristana Zincîrlîkuyu ya Stenbolê bi girseyê bê definkirin. Ji bo Sirri Sureyya Onder li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet şîn danîn.
Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder, di 15ê Nîsanê de qeyrana dil derbas kir û rakirin Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê. Sirri Sureyya Onder 18 rojan bi beşa venêrtina awarte de hat ragirtin û piştî 18 rojan jiyana xwe ji dest da. Piştî Sirri Sureyya Onder jiyana xwe ji dest da gelek nivîskar, rewşenbîr, siyasetmedar û hunermend li ber xweşxaneyê kom bûn û hatin serdana nexweşxaneyê.
Piştî Sirri Sureyya Onder jiyana xwe ji dest da, dê di 5ê Nîsanê roja yekmeşê li Stenbolê cenazeyê wî pispêrin axê. Ji bo Sirri Sureyya Onder dê di 5ê Gulanê saet di 12:00an de li pêş AKMê bernameya bîranînê bê li darxistin. Piştî nimêşa esir, a li Mizgefta Şîşliyê dê cenazeyê wî li Goristana Zincirlikuyu ya Şîşliya Stenbolê bê definkirin.
Piştî Sirri Sureyya Onder li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da, Şaredarê Stenbolê Nuri Aslan, Serokê Partiya Siberojê Ahmet Davutoglu, Cîgirê Serokkomar Cevdet Yilmaz, Waliyê Stenbolê Davut Gul, Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û wekilên DEM Partiyê jî di navde gelek kes li pêş nexweşxaneyê kom bûn.