SOHRê ragihand ku li gundewarên Serêkaniyê leşkerên Tirk ciwanek kuştin û yek jî birîndar kirine.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku li gundewarên Serêkaniyê leşkerên tirk li 2 ciwanên ji bajarokê Xeranîc ê Dêrazorê gule reşandine. Di encamê de yek jê li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest daye û yê din jî bi giranî birîndar bûye. Leşkerên tirk dema her du ciwanan hewl dida sînor ber bi Bakurê Kurdistanê ve derbas bikin, gule lê barandin.
Di 5ê cotmehê de jî li gundê Selîbê yê Girê Spî dagirkirî, leşkerên Tirk gule li 6 ciwanên dixwest sînor derbas bikin, barandibûn.













