Tîma futbolê ya Hamburgê St. Pauli ku di cîhanê de bi helwestên xwe yên antî-faşîst tê naskirin, careke din piştevaniya xwe ya ji bo gelê Kurd nîşan da.
Tîma St. Paulî ya bajarê Hamburgê û tîma RB Leipzig li duh êvarê li stada Millerntorê ya Almanyayê hatin hemberî hev. Di maçê de atmosfer ne tenê futbol bû lê belê banga xwedîderketina li Rojava bû. Alîgirên St. Pauli ji bo balê bikşînin ser rewşa dawî ya li Rojava û şermezarkirina êrişan, bi sedan alayên bi rengên kesk, sor û zer hildan û bi pankarta “Ji Hamburgê heya Rojava Berxwedan Jiyan e” hate vekirin. Ev çalakiya alîgiran di medyaya civakî de jî bû rojev û wekî mînakeke girîng a piştevaniya navneteweyî hate nirxandin.













