Newroz bi qasî rojeke nû, roja serhildan û têkoşînê ye, ew qas jî rojeke çandî, hunerî û afirîneriyê ye. Newrozê bi xwe re gelek stran afirand. Stranan Newroz geş kir û Newrozê jî stran xweş kir. Li ser Newrozê gelek stran hatin nivîsandin. Bi taybetî piştî salên 1990an bi dehan Stran hatin nivîsandin.
Newroz ji bo gelê Kurd û Rojhilata Navîn êdî bûye sembola serhildan, berxwedan û roja nû. Bi hezaran sal in gelê Kurd û Rojhilata Navîn li ser vê axê di 21ê Adarê de agirê Newrozê geş dikin. Li ber agirê Newrozê stranan dibêjin û govendê digerînin. Bi taybeti piştî salên 1990î ku têkoşîna azadiyê pêş ket, komên muzîkê hatin avakirin. Her komek muzîkê stranek li ser newrozê nivîsand û strî. Her hunermendeke-î ku stran got yek ji strana wê-wî jî li ser Newrozê ye. Yek ji strana herî kevn a Newrozê strana Hezen Zîrek ku nivîskariya wê Pîremêrd kiriye strana Newroz e. Em bi hevre li çend stranên li ser Newrozê hatine strîn binerin.
Çend stranên Newrozê yên derketine pêş:
Hesen Zîrek: Newroz (Em rojî salî taze ye, Newroz e hatewe)
Hozan Mizgîn: Newroz (Newroz cejneke hêja ye, şêrîna dilê kurda ye)
Koma Berxwedan: Newroz (Îro Newroz e li welat dîlan e) (1987)
Koma Agirî: Newroz (Bihar xweş e bi navê te) 1987)
Koma Azad: Newroz-1993
Xelîl Xemgîn: Newroz (Bihar Xweş e çaxê gulan)
Koma Dengê Azadî- Newroz tê
Awazê Çiya: Newroza Arî
Awazê Çiya: Newroz
Awazê Çiya: Garê Newroz e
Koma Dengê Azadî: Roj wê bê
Rojda: Newroz (21ê Adarê mizgîniya biharê)
Şahiya Stranan: Newroze Newroz e
Sorjiyan: Newroz
Hunermendên NÇM: Agirê Newrozê
Koroya Navenda Çanda Beharê: Newroz
Xalîde: Îro Newroz e
Farqîn: Newrozê Newrozê
Erol Berxwedan- Newroz
Kadîr Çat: Newroz
Koma Rojhelat: Newroz
Şitlên Azadî: Newroz
Koma Agirê Jiyan: Îro Newroz e
Bermal Çem: Bajarê Newrozê
Mihemet Şêxo: 21ê Adar Cejna Azadî Newroz û Şadî
Kawa: Newroz Roja dîlan e
Dilovan: 21ê Adarê Newrozê îro Newrozê
Silbûs û Tarî: Vexin Agirê Newrozê
NÇM-Amed: Newroz Serhildan e
Koma Aştixwaz: Newroze xweş Newroz e
Xêro Abbas: Newroz tu hatî