Endama Têkiliyên Dîplomasî ya Meclisa Jinan a Sûriyeyê Gulistan Ebdikê li ser êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî jinan jî rawestiya û got: “Tirkiye tenê êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî êdî hemû cîhan dizane ku şoreş bi pêşengiya jinan pêş ket. Tirkiye dizane ku têkçûna jinê têkçûna şoreşê ye. Ji ber vê yekê êrîşî jinan dike.”
Meclisa Jinên Sûriyeyê di sala 2017an de li Bajarê Minbicê, bi tevlêbûna hemû pêkhateyên jin ên Bakur û Rojhilata Sûriyeyê ava bû. Ji milê Şamê, Lazkiye û gelek bajarên din jin beşdar bûn. Meclisê ewil komxebat pêk anî û piştre ava bû. Ji wê demê heta niha bi tevlêbûna hemû jinan xebatên xwe berdewam dike. Jinên kurd, ereb, suryan û hemû bawerî û reng beşdarî vê meclisê bûne.
Jinan bi armanca ku wekî jinen Bakur û Rojhilatên Sûriyeyê hemû sazî û dezgehên jinan ên leşkerî, civakî, siyasî û çandî di bin baneyekê de kom bikin Meclisa Jinan a Sûriyeyê ava kirin.
Jinan xwest wekî siwana hemû meclisên Sûriyeyê yên jinan ava bikin û dest bi xebatê kirin. Meclisa Jinan a Sûriyeyê piştî di 2017an de ava bû, dest bi xebatên rêxistinkirin û perwerdehiyê kir. Meclisa jinan heta niha bi rêk û pêk xebatên xwe berdewam dikin.
Pişti meclis ava bû di kongreya 1emîn a li Minbicê nêzî 200 jin beşdar bûn. Li hemû bajaran ofîs ava kirin. Ewil li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ofîs ava kirin. Jinan piştî DAIŞ têk çû li Reqayê ofîsa navendî ava kirin. Dîsa ofîs li Şêxmeqsûd a Helebê, li Qamişlo û Kobanê ava kirin. Meclisa Jinan a Sûriyeyê piştî ketina Rejîma Baas, li Paytext Şamê jî ofîsek jinan vekir. Jinan li Hema, Tebqa û bajarên dora avê jî ofîsên vekirin.
Piştî rejîma Şamê ket destê HTŞê, Meclisa Jinan a Sûriyê ji bo jin bêtir xwe bi rêxistin bikin vîn wan di zagonan û rêveberiya nû ya Şamê de bê dîtin xebatên xwe bi lez kirin. Meclisa Jinan a Sûriyê di 18ê Sibatê de têkildarî girîngiya geşkirina mafên jinan û bihêzkirina wan ji bo beşdariya aktîv di jiyana siyasî û leşkerî de, li Şamê paneleke diyalogê pêk anîn. Bi sernavê “Nêrîna jinên Sûriyeyê di destûra Sûriyeyî de”, li Şamê panel amade kirin. Di panelê de zêdetirî 150 jinên ji tevahî beşên jiyanê; hiqûqnas, kesayetên serbixwe û endamên partiyên siyasî û rewşenbîr beşdar bûn. Meclisa Jinan di 18ê çile de jî, li Helebê ji bo nîqaşkirina rola jinan di qonaxa bê de komxebateke şêwir pêk anî. Di 10ê çile de jî civîneke şêwirê bi navê “Rola jinan di qonaxa bê de” bi beşdariya nêzî 100 jinên çalakvan, siyasetmedar û hiqûqî li Şamê organîze kir.
Li ser rêxistina jinan radiweste
Endama Têkiliyên Dîplomasî ya Meclisa Jinan a Sûriyeyê Gulistan Ebdikê li ser kar û xebatên meclisê rawestiya û ev agahî parve kirin: “Meclis li ser xebatên jinan radiweste. Ji bo jin di aliyê siyasî û civakî de xwe bi rêxistin bike û pêş bixe xebatê dike. Li ser vî esasî gelek panel, semîner û komxebatan çêdike. Kongreyan çêdike. Herî dawî li Şamê bi tevlêbûna 150 jinan me panel amade kir. Beşdarên panelê girîngî da beşdarbûna jinan a di sazkirina destûra Sûriyeya nû de. Beşdaran gotin pêwîst e hebûna jinan di tevahî aliyên siyasî û leşkerî de aktîv be û avakirina partiyan bêyî bidûrxistinê werin geşkirin.”
Beşdaran kêşeyên sereke yên li hemberî amadekirina destûreke ku her du zayend tê de bin nîqaş kirin û anî ziman ku divê mafên jinan di ber çavan re were girtin.
Hemû pêkhate beşdar bûn
Gulistan Ebdikê li ser naveroka panela Şamê rawestiya û wiha got: “150 jin beşdar bûn. Ev panel li ser Destûra Sûrî û rewşa Sûrî ya dawî niqaş hatin kirin. Em li ser rola jinê ya di vê hikûmeta nû de axivîn. Dîsa heta çi astê hikûmeta nû rolek çawa daye jinê ev hat niqaşkirin. Jinan pêşniyarên gelek girîng kirin. Em wekî meclis em ê li ser van pêşniyaran rawestin. Hemû pêşniyar hatin nivîsandin. Armanca me ew e ku jin çawa bibin xwedî biryar û di nava biryarên hikûmetê de xwedî rist bin.”
Gulistan Ebdikê da zanîn ku panel li Şamê pêk hat û wiha berdewam kir: “Ji ber panel li Şamê bû, jinên ereb, kurd, durzî û gelek nasnameyên din hebûn. Hemû jin bi nasname û fikrên xwe beşdarî panele bûn. Me xwest êdî jin di destûra Sûriyeyê de xwedî biryar û xwedî rist be. Ji ber vê yekê jî me xwest dengê jinê yek be.”
Hikûmeta nû vîna jinê nabîne
Gulistan Ebdikê li ser nêzîkatiya Hikûmeta Nû ya Sûriyeyê jî rawestiya û wiha berdewam kir: “Piştî hikûmeta nû ya Sûriyeyê ava bû helwesta wê ya li dijî jinê diyar bû. Ji bo mafê jinê di hikûmetê de tune be, rol neda jinê. Piştî jinan nerazîbûn û bertekên xwe anîn ziman û derketin kolanan, ofîseke lawaz ava kirin û jinek ku kî ye û çi dike nediyar e kirin berpirsiyarê wê ofîsê. Jinên ku beşdarî panelê bûn jî diyar kirin ku heta niha vê hikûmeta hatiye avakirin tu rol û rist nedaye jinê. Jinan destnîşan kirin ku heta mafên jinan bi zagonan mîsoger nebe û neyê parastin dê nikaribin sûdê ji mafên xwe bigirin.
Jinên pêşeng dikin hedef
Gulistan Ebdikê li ser êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî jinan jî rawestiya û wiha got: “Êrîşên Tirkiyeyê tenê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tê. Hemû beşên Sûriyê nakin hedef. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî êdî hemû cîhan dizane ku şoreş bi pêşengiya jinan pêş ket û Şoreşa Jinê ye. Têkoşîna YPJê li cîhanê belav bû. Ji ber vê yekê hedefa esasî ya Tirkiyeyê jin e. Ji ber ku Tirkiye li vir têk çûye. Tirkiye dizane ku têkçûna jinê têkçûna şoreşê ye. Ji ber vê yekê êrîşî jinan dike.”
Gulistan Ebdikê destnîşan kir ku Tirkiye her êrîşa xwe zêde dikin ew jî bêtir xebatê zêdetir dikin û bêtir xwe perwerde dikin. Gulistan Ebdikê da zanîn ew dixwazin jinên ciwan ên li dûxwe li ser rêya pêşeng ava bikin û wiha bi dawî kir: “Em ê bêtir xwe û destkeftiyên xwe biparêzin. Em ê her dem li pey şopa şehîdên xwe û doza wan bin. Bi avakirina vê meclisê me xwest di destpêkê de jinek pêşeng, bi rêxistin û jîr perwerde bikin. Me xwest jinek siyasetmedar, zanyar, pêş bixin. Me hewl da bi rêya semîner, perwerde û komxebatan jinan bêtir zane û bi rêxistin bikin. Ev xebat erk û ramanca me ye.”