Wezîra Karûbarên Derve ya Swêdê Maria Malmer Stenergard li Parlametoy Swêdê got ku berpirsyariya sûcên li Sûriyeyê dê di rojeva wan de be.
Parlamenterên Swêdê yên ji partiyên cuda, Kadir Kasirga, Lawen Redar, Markus Wiechel û Bjorn Soder, derbarê komkujî û êrişên dawî yên li Sûriye û Rojava de pêşniyazpirs ji bo bersivandinê pêşkêşî parlementoyê kiribûn.
Wezîra Karê Derve ya Swêdê Maria Malmer Stenergard, di rûniştina 22ê Çileya 2026ê de bersiva van pirsan da.
Parlamenterên navborî yên Swêdê yen ji partiyên cuda di pêşniyazpirsên xwe de bal kişandibûn ser rewşa Kurdan, kêmneteweyên olî û Durzî ên li dijî êrişên çeteyên HTŞê têdikoşin.
Maria Malmer Stenergard diyar kir ku tundiya li Sûriyeyê ya li dijî gel nayê qebûlkirin. Maria Malmer Stenergard civînên ku di navbera hikûmeta demkî û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de di 18 û 20ê Çileyê de hatin lidarxistin erênî nirxand. Maria Malmer Stenergard bang li her du aliyan kir ku li gor peymana agirbestê û peymana ku di 10ê Adara 2025an de hatiye îmzekirin tevbigerin.
‘Bi nûnerên komên etnîkî re têkiliyên me xurt e’
Maria Malmer Stenergard da zanîn ku Swêd ji bo her kesî, bêyî ku cudahî li ser girêdana etnîkî an olî çêbike, ji bo Sûriyeyek ewle û hemû alîgir parêzvaniyê dike.
Maria Malmer Stenergard anî ziman ku ji bo hesab ji berpirsyarên ku sûc kirine û hê dewam dikin bê pirsîn xebatê dimeşînin û got ku ew di vê çarçoveyê de bi rêkûpêk bi nûnerên komên etnîkî û olî re têkiliyên xwe berdewam bikin.













