Şirnex – Hevserokê PYDê Xerîb Hiso bi lêv kir ku Tirkiye bi êrişan dijminatiya gelên herême dike û got: “Tirkiye dê di pêşerojê de hesabê van êrişan bide.”
Dewleta Tirk piştî hilweşîna rejîma Baasê bi destê koma wê ya paramîlîter SMOyê êriş bir ser herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê. Êrişên dewleta tirk ên li ser herême zêdetirî mehekê ye berdewam dikin. Di van demên dawî de jî êrişên dewleta tirk û komên paramîlîter ên giredayî wê yên li ser Bendava Tişrînê zêdetir bûn. Ji aliyekê ve komên çekdar êriş dikin û li aliyê din jî dewleta tirk bi ÎHA û SÎHAyan herême bombebaran dike. Di encama êrişên hewayî yên Tirkiyeyê de gelek welatiyên sivîl jî jiyana xwe ji dest dan. Li dijî êrişên dewleta tirk û komên paramîlîter ên giredayî wê Yekiniyên Parastina Jinan (YPJ), Yekiniyên Parastina Gel (YPG) û Hezên Suriyeya Demokratîk (HSD) herême diparêzin û bersiva êrişan didin. Di encama parastina YPJ, YPG û HSDê de komên paramîlîter bi paş ve kişiyan û gelek ji wan hatin kuştin. Her wiha gelên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê tevî êrişên hewayî jî 8 roj in li dijî êrişan li Bendava Tişrînê xwe kirine mertalên zindî û nobedê digrin. Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Xerîb Hiso tekildarî geşedanên li herême ji Ajansa me ya Welat (AW) re axivî.
‘Dewleta Tirk dijminê gelan e’
Xerîb Hiso bi lêv kir ku piştî têkçûyina rejîma Baasê dewleta Tirk li dijî herêmên Rêveberiya Xweser şerek îlan kiriye û bi destê çeteyan dixwazê destkeftiyên herême tune bike. Xerîb Hiso destnîşan kir ku Tirkiye dixwaze tevahiya herême dagir bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tirkiye ji bo Kurdan qir bike û mafê Kurdan tune bike êrişên berfireh pêk tîne. Tirkiye daxuyanî dide û li dijî herême gefan dixwe. Rojekê wan komên çete daxuyanî nedane. Lê li ser erdê çete êriş dikin û li asiman jî Tirkiye êriş dike. Tirkiye komên çete weke amûr bikartîne. Dixwaze van komên çete bi destê Kurdan tasfiye bike. Ji bo wê jî xetereyeke mezin li ser herêmê heye. Ya ku vî şerî dike ne çete ne, dewleta Tirk bixwe ye. Dewleta Tirk ne ji bo azadiya gelên Suriyeyê û çareseriya pirsgirêkên herême ye. Dewleta Tirk dijminê herême ye. Dewleta Tirk dijminê gelan e. Alikariya çeteyan jî nake lê çeteyan dide kuştin. Çete êdî nikarin şer bikin direvin. Dixwazin biçin mala xwe. Lê dewleta Tirk rê nade wan, heke vêgerin wê wan jî bikujin. Wan çeteyan ji bo berjewendiyên xwe yên qirêj bikartîne. Tirkiye ne alîgirê çareserî û aştiyê ye berovajiyê wê li dijî van e. Çend pêvajoyên aştiyê çêbûnê jî Tirkiye bi paş ve kişiyaye. Şerê ku niha li Bendava Tişrînê û herême heye, şerê HSDê û Tirkiyeyê ye ne yê çeteyan e.”
‘Tirkiye naxwaze ku çareseriyek li Suriyeyê çêbibe’
Xerîb Hiso bal kişand ser tekiliyên Tirkiyeyê yên bi hezên cîhadîst re û da zanîn ku rojekê li qada navdewletî dê hesab ji Tirkiyeyê bê pirsîn. Xerîb Hiso diyar kir ku Tirkiye bi kiryarên xwe yên herêmê ewlehiya xwe jî dixe xetereyê û wiha got: “Tirkiye bi van êrişan di asta navdewletî de xwe teşhîr dike. Hemû dewlet dizanin ku dewleta Tirk li pişt çeteyan e û dixwazê herêmê dagir bike. Tirkiye nahêle ku aramî li Suriyeyê çêbibe. Dewletên navnetewî jî van êrişên Tirkiyeyê bixeter dibînin. Tirkiye xwe xistiye rewşeke pir xeter. Trump bi xwe jî got Tirkiye di Suriyeyê de ye. Ew jî tê wê wateyê ku hemû kiryarên xirab bi destê Tirkiyeyê pêk tên. Gef li Kurdan bê xwarin Tirkiye berpirsyar e, heke gef li Elewiyan bê xwarin dîsa Tirkiye berpirsyar e. An ku Tirkiye ji gefên ku li gelên herême tên xwarin berpirsyar e. Di pêşerojê de Tirkiye dê hesabê van bide. Sibe du sibe dosyaya Tirkiyeyê jî wê li qada navneteweyî vebibe. Kî li pişt hezên cîhadîst bû, hesabe van wê bê pirsîn. Di demên pêş de wê li ser ewlekariya Tirkiyeyê jî xetereyan bi xwe re bîne. Civaka navdewletî van kiryarên Tirkiyeyê dibîne lê zextên giran li Tirkiyeyê nake. Aliyê navdewletî dixwazin rewşa Suriyeyê çareser bikin lê Tirkiye nahêle. Tirkiye naxwaze ku çareseriyek li Suriyeyê çêbibe. Tenê Tirkiye li dijî çareseriya Suriyeyê ye.”
Hevdîtineke fermî pêknehatiye
Xerîb Hiso tekildarî hevdîtinên di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de jî da zanîn ku hevdîtineke fermî pêknehatiye û ev tişt anîn ziman: “Rêveberiya Xweser bi daxuyanî û pêyamên xwe diyar dike ku ew bi çareserkirina rewşa Suriyeyê re ne. Her wiha parastina axa Suriyeyê û dîyalogeke aştiyane esas digirin. Suriyeyeke demokratîk dikare hemû pirsgirêkan bi dawî bike û rê li pêşiya çareseriyan vebike. Gelek caran Rêveberiya Xweser derbarê vê de daxuyaniyên girîng jî dane. Heta ku dagirkerî hebe şer wê hebe û nakokî dê kûr bibin û çetetî wê xwe bi rêxistin bike. Rêveberiya Xweser jî li ser van mijaran pêyamên zelal dide. Lê heta niha hevdîtin çênebûne. Tenê di navbera hezên lêşkerî yanî HSDê û Şamê de hevdîtin çêbûn. Di van hevdîtinan de jî qala avakirina komîteyan hat kirin. Ew komîteyên çêbibin jî wê di nava Rêveberiya Xweser de çêbibe û hevdîtin wê ji aliyê wê komîteyê ve pêk were. Lê heke pêşketin çênebin û êriş berdewam bikin tu wateya hevdîtinan jî namîne. Ji bo wê ji hevdîtinan re bingehek hewce ye.”
‘Yekitiya Kurdan wê bibe nûmûneyek û hezeke mezin’
Xerîb Hiso derbarê xebatên avakirina yekitiya netewî ya Kurd de jî anî ziman ku xebatên avakirina kongreya netewî berdewam dikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo avakirina yekitiya netewî ya Kurd ji aliyê partiyên siyasî, civaka sivîl, saziyên hiqûqî, tevgerên jinan û rewşenbîran ve hewldanên mezin tên kirin. Hevdîtin bi partiyan re tên kirin û komxebatên cûr bi cûr tên lidarxistin. Armanc ew e ku kongre çêbibe û di kongreyê de li gor pêvajoya çareserkirina pirsgirêka Kurd biryar bên girtin. Ji bo wê jî divê helwesta me li gor pêvajoya nû be ne yên berê. Em ji bo pêvajoyeke nû têdikoşin. Em ji bo pêvajoyeke nû dixebitin. Li ser esasê em di vê pêvajoya nû de çawa dikarin destkeftiyên xwe biparêzin. Mafê gelê xwe çawa mîsoger bikin. hevdîtin û nîqaş li ser vê yekê tên kirin. Kurdan bi nezikatiya berê winda kirin. Lê bi nezikatiyên nû re Kurd wê encam bigirin. Ji ber wê jî êrişên li ser Kurdan zêde dibin. Kurd bi tarzeke nû dixwazin yekitiya netewî ya Kurdan çêbikin. Bi Rêveberiya Xweser re biçin çareseriyê û di qonaxa nû ya Suriyeyê de bên naskirin. Hewldan tên kirin, şande tên û diçin. Şandeyeke Başûr jî hatin hevdîtin kirin. Îhtîmal heye ku şandeyek ji Rojava biçe Başûr. Ew zemîna yekitiyê xurt dike. Em partiyên siyasî yên li her çar aliyên Kurdistanê piştgiriyê dixwazin. Piştgiriyeke netewî û dîplomasiyê dixwazin. Em jî di wê baweriyê de ne ku dema komxebatek pêk were hemû alî jî beşdar bibin, yên ku beşdar nebin jî nikarin xwedî li destkeftiyan derbikevin. Lê em di wê baweriyê de ne ku hemû kes wê xwedî li van destkeftiyan derbikevin. Heke kongreyeke wisa çêbibe wê bandora xwe li tevahiya Kurdistanê bike. Kurd ne dijminê hev in. Dibe ku nakokî hebin jî dikarin werin li cem hevdû. Tu dijminatiya Kurdan bi hevdû re tune ne. Di nava hemû neteweyan de nakokî çêdibin. Ew nakokî nayê wê wateyê ku em bibin dijminê hevdû. Ji ber wê jî yekitiya Kurdan wê bibe nûmûneyek û hêzeke mezin. Ereb jî dibêjin heke yekitiya Kurdan çêbibe yekitiya me jî wê çêbibe. Yanî ew jî ji bo xwe weke nûmûneyekê dibînin. Ji bo wê jî heviya me heye ku yekitiya Kurdan ava bibe.”