274emîn hejmara Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Newroza Rêbertiya Azad” derket.
Rojnameya Xwebûnê di vê hejmara xwe de bi sernavê “Newroza Rêbertiya Azad” bal kişand ser pîrozbahiyên ku li Kurdistan û Tirkiyeyê têne pirozkirin. Rojnameyê di rûpelên rojevê de cih da nivîsa Felemez Ulug a bi sernavê “Dema guherîn û veguherînê” û li ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rawestiya. Dîsa rojnameyê di rûpela rojevê de cih da nivîsa Sorgul Şêxo ya “Sûriye ber bi şerekî mezhebî ve diçe” û li ser êrîşên dawî yên li dijî elewiyan rawestiya. Rojnameyê di rûpela hevpeyvînê de jî cih da nirxandinên Hevserokê HDPê Cahît Kirkazak û li ser erk û berpirsiyariya Tirkiyeyê rawestiya.