• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
  • Hemû Nûçe
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
28 TÎRMEH 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Tenduristiya girtî Gulbahar Kiskaç xeter e

    Tenduristiya girtî Gulbahar Kiskaç xeter e

    Mazlum Ebdî bi rûspî û serokeşîrên Dêrazorê re civiya

    Mazlum Ebdî bi rûspî û serokeşîrên Dêrazorê re civiya

    Rejîma Îranê cezayê hepsê li nivîskar Nasir Hemetî birî

    Rejîma Îranê cezayê hepsê li nivîskar Nasir Hemetî birî

    100 jinên enternasyonalîst xwestin biçin serdana Abdullah Ocalan

    100 jinên enternasyonalîst xwestin biçin serdana Abdullah Ocalan

    DFGê rojnameger Tepe, Abayay û Orhan bi bîr anî

    DFGê rojnameger Tepe, Abayay û Orhan bi bîr anî

    Xwestin Kurdistanê bê nasname û bê ziman bihêlin!

    Xwestin Kurdistanê bê nasname û bê ziman bihêlin!

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • ROJANE
    Tenduristiya girtî Gulbahar Kiskaç xeter e

    Tenduristiya girtî Gulbahar Kiskaç xeter e

    Mazlum Ebdî bi rûspî û serokeşîrên Dêrazorê re civiya

    Mazlum Ebdî bi rûspî û serokeşîrên Dêrazorê re civiya

    Rejîma Îranê cezayê hepsê li nivîskar Nasir Hemetî birî

    Rejîma Îranê cezayê hepsê li nivîskar Nasir Hemetî birî

    100 jinên enternasyonalîst xwestin biçin serdana Abdullah Ocalan

    100 jinên enternasyonalîst xwestin biçin serdana Abdullah Ocalan

    DFGê rojnameger Tepe, Abayay û Orhan bi bîr anî

    DFGê rojnameger Tepe, Abayay û Orhan bi bîr anî

    Xwestin Kurdistanê bê nasname û bê ziman bihêlin!

    Xwestin Kurdistanê bê nasname û bê ziman bihêlin!

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Xwestin Kurdistanê bê nasname û bê ziman bihêlin!

Mahmût Altintaş / AW

28 TÎRMEH 2025 - 09:09
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Nûçe dosye: Bê ziman jî meriv dikare bijî lê bi ruhekî biyanî
Şirnex – Bi avabûna Komara Tirkiyeyê re gelê Kurd û zimanê xwe tune hatin hesibandin. Bi qedexekirina zimanê Kurdî û guherandina navên gund, çiya, çem û zozanan xwestin Kurdan bê ziman û bêwar bihêlin. Tevî ku ev polîtîka sed sal in bi ser neket jî lê polîtîkaya bişaftinê de dîsa israr tê kirin.

Feylesof û zimanzanê Amerîkî Noam Chomsky li ser girîngiya zimanê dayikê wiha dibêje, “Ziman, ji raman, bîr û hestên me ne qutkirî ye. Ji ber vê yekê astengkirina zimanê netewekî di heman demê de astengkirina ruhê wê netewê ye jî.” Lewma ziman hêmana herî bingehîn a teşedayîna keseyata mirov û netewan e. Ji bo wê jî dema kesên serdest welatekî dagir dikin di serî de zimanê wê netewê qedexe dikin û zimanê xwe li ser wan ferz dikin. Bi vê yekê dixwazin ne tenê welatê wan, di heman demê de dixwazin ruh, mêjî û hestên wan jî dagir bikin. Gelê Kurd ku welatê wan ji aliyê dewletên serdest ve hatiye dabeşkirin û dagirkirin sed sal in bi polîtikayên bişaftinê re rû bi rû man e. Bi qedexekirina zimanê Kurdî re dewletên serdest xwestin ku Kurdistanê bê Kurdî, Kurdan jî bê ziman bihêlin.

Komara Tirkiyeyê ku di sala 1923yan de li ser bingeha netew dewletê hat avakirin Kurdî jî di nav de zimanê hemû netewên cuda tune hatin hesibandin. Bi tunehesibandina ziman û netewên cuda re êrişek mezin li dijî gelê Kurd û zimanê Kurdî dest pê kir. Polîtikayên bişaftin û tunesibandina zimanê Kurdî sed sal in bi rêbazên cur bi cur berdewam dike. Bi qedexekirina zimanê Kurdî re her wiha înkarkirina nasname ango hebûna Kurdan jî hat kirin. Sed sal in sed sal in êrişeke mezin li dijî ziman, çand û nasnameya Kurdan tê meşandin.

Êrişên yekem ên li dijî ziman û nasnameya Kurdî

Bi avabûna Komara Tirkiyeyê re zimanê dewletê weke Tirkî hat hilbijartin û nasnemeya dewletê jî Tirk hat hilbijartin. Bi vê yekê re êrişên li dijî Kurdî û nasnameya Kurdî dest pê kir. Di serî de di 3yê Adara 1924an de medreseyên li Kurdistanê ku bi Kurdî perwerdehiya olî didan hatin girtin. Zimanê Kurdî li dibistan, sazî û dezgehên dewletê hat qedexekirin. Piştî Serhildana Şêx Saîd di sala 2025an de bi derxistina qanûna Takrîr-î Sukûn re Kurd bi darê zorê ji welatê xwe hatin koçberkirin û axaftina bi Kurdî weke “Sûcê li dijî dewletê” hat ragihandin. Bi vê yekê re Kurdên ku Kurdî diaxivîn li sûk û bazaran bi îşkence û kuştinê re rû bi rû man. Di sala 1937-38an de Komkujiya Dersimê pêk hat. Di komkujiyê de bi hezaran Kurd hatin qetilkirin û yên sax mabûn jî koçberî bajarên Tirkiyeyê kirin û li wir bi polîtikayên bişaftinê re ew ji ziman û nasnameya wan dûr xistin.

Kurd, Kurdî û Kurdistan tune hatin hesibandin

Di sala 1940an de bi ferzkirina Tirkitiyê re nasnameyê Kurdan hat înkarkirin. Ji wê demê ve hat gotin ku nasnameyeke weke Kurdî tune ye û ew “Kurdên çiyayî” ne. Ji bo Kurd ji nasnameya Kurdî dûr bikevin navê gund, çiya, zozan, çemên li bakurê Kurdistanê veguherandin navên bi Tirkî. Bi vê yekê re jî xwestin Kurd ji zimanê xwe dûr bikevin û ava çem, kevirên gundan, giyayê çiya û zozanên Kurdan jî asîmîle bikin. Bi vê yekê re xwestin ku bîra Kurdî ya Kurdan ji holê rakin û têkiliya ziman û Kurdan ji hev qut bikin. Li gorî daneyên fermî herî kêm navê 12 hezar gund, çiya, çem, û zozanên bi Kurdî kirine bi Tirkî. Di rojnameyan de hat ragihandin ku her peyveke bi Kurdî wê bibe cezayê pereyan. Bi vê yekê re Kurd ji ber axaftina bi Kurdî bi îşkence, binçavkirin û girtinê re rû bi rû man.

Darbeya 12ê Îlonê: Êrişa ji holêrakirina Kurdî

Komara Tirkiyeyê ku li ser tunehesibandina netewên cuda ava bûye her tim bi krîzên siyasî re rû bi rû maye. Ji ber krîzên siyasî her 10 sal cerekê li Tirkiyeyê darbeyeke lêşkerî pêk dihat. Yek jî ji van darbeyan darbeya 12ê Îlonê ya 1980an bû. Weke hemû darbeyan, darbeya 12ê Îlonê jî bandoreke mezin li ser Kurdan kir. Piştî darbeyê Kurdî bi temamî hat qedexekirin. Kasetên Kurdî hatin komkirin, stranbêj, çîrobêj û rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd hatin girtin û bi îşkenceyên giran re rû bi rû man. Kurdan li gundên xwe qaset-bandên teyiban binax dikirin ku nekevin destê leşkeran. Piştî darbeyê di sala 1983yan de qanûnên nû hatin derxistin. Di van qanûnan de Kurdî bi temamî hat qedexekirin. Pêşiya mafê perwerdehiya zimanê Kurdî bi destûra bingehîn a faşîst hat girtin. Li girtîgehan û bi taybetî li Zindana Amedê ji girtiyan re axaftina bi Kurdî hat qedexekirin. Dayikên ku diçûn serdana zarokên xwe ji ber axaftina bi Kurdî ew û zarokên xwe bi lêdanan re rû bi rû diman. Ji ber vê yekê jî gelek dayîk, bav, xwîşk û bira ji ber ku di girtîgehan de axaftina bi Kurdî hatibû qedexekirin di serdanê de qet pirsa hev nedikirin û û bêdeng diman. Navê Kurdî ku li zarokan dihat kirin ji binî hat qedexekirin. Axaftina bi Kurdî weke, “Parçekirina yekîtiya dewletê” hat ragihandin.

Avabûna PKKê û têkoşîna Kurdî

Tunehesibandin û êrişên li dijî nasname, ziman, çanda û hebûna Kurdî û navê Kurdistanê bi xwe re serhildanên mezin jî anî. Yek jî ji van avabûna Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bû. PKKê li dijî tunehesibandina ziman, nasname û mafê Kurdan di 27ê Mijdarê 1978an de ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve ava bû. Piştî avabûna PKKê têkoşîna çekdarî hat destpêkirin û li Kurdistanê şerekî dijwar ku heta roja me ya îro didome dest pê kir. Di salên 90î de piştî şerê çekdarî yê PKKê dewlet neçar ma ku ji polîtikayên tune hesibandinê bi paş ve gav biavêje. Kêm be jî lê rê li ber stranên Kurdî, radyo û televîzyonên Kurdî hat vekirin. Lê polîtikayên pişaftinê û tunehesibandinê di salên 90î de jî berdewam kir. Valakirin û şewitandina gundan, komkujî, kuştinên faîl nediyar, herî zêde di van salan de pêk hatin. Li gor lêkolînan li bakurê Kurdistanê di salên 190î de ji aliyê dewletê vê zêdetirî 3 hezar gund hatin şewitandin û di dema şewitandina gundan de bi hezaran Kurd ji gundên xwe bûn û bi sedan Kurd jî hatin kuştin.

Saziyên Kurdî û Azadiya Welat ava bûn

Li dijî tunehesibandin û polîtikayên pişaftinê li hemû qadên civakê Kurdan xwe bi rêxistin kirin û dest bi têkoşîna parastina Kurdî kirin. Rojname, sazî û dezgehên perwerdehiya Kurdî didin ava bûn. Ensîtuya Kurdî ya Stenbolê, Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM), rojnameyên Welat, Welatê Me ji aliyê rewşenbîr, nivîskar, rojnamevan û siyasetmedarên Kurd ve hatin damezrandin. Van saziyan bandorek mezin li ser Kurdan kir û hewl dan pêşî li polîtîkayên bişaftinê bigirin. Her wiha yekem car di sala 1995an de televîzyonek bi Kurdî MED TV li Belçîkayê hat vekirin û ji bo ziman, çand û polîtîkaya gelê Kurd di asteke bilind de rê li ber bişaftinê girt. Di sala 2006an de yekem rojnameya ku bi Kurdî rojane weşanê dikir Azadiya Welat li Kurdistanê dest bi weşanê kir. Her wiha KURDÎ-DER dîsa di vê salê de ava bû û li gelek bajarên bakurê Kurdistanê şaxên xwe vekir û dest bi perwerdehiya Kurdî kir. Lê piştî ku pêvajoya çareseriyê ya 2013an de dest pê kir û di sala 2015an de bi dawî bû dewletê pêşî êrişî saziyên Kurdî kirin. Bi ragihandina OHALê re di sala 2016an de rojnameya Kurdî Azadiya Welat, hemû şaxên KURDÎ-DERê, dibistana Ferzad Kemanger, ajans û televîzyonên Kurdî hatin girtin. Daxwaza mafê perwerdehiya fermî ya zimanê Kurdî nehat qebûlkirin û polîtikayên bişaftinê bi rebazên cuda berdewam kirin. Dersên Kurdî ku di dibistanên dewletê de weke dersên hilbijartî dihat dayîn jî bi hincetên, mamoste tune ye û metaryal kêm in li gelek deveran hat astengkirin.

Polîtikayên qeyim û qedexeyên li dijî Kurdî

Dîsa di vê salê de ji aliyê desthilata AKPê ve polîtikayên tayînkirina qeyim li ser şeredariyên bajarên bakurê Kurdistanê ket dewrê. Şeredariyên ku ji aliyê Partiya Herêmên Demokratîk ve (DBP) ve hatibûn bidestxistin, qeyim tayînî ser wan hatin kirin. Qeyimên ewilî êrişî saziyên çand û zimanê Kurdî û jinan kirin. Navê park, tax, cade, saziyan ên bi Kurdî hatin guherandin. Saziyên ku xebatên çand, huner û zimanê Kurdî bi rê ve dibirin hemû hatin girtin. Polîtikayên tayînkirina qeyiman heta sala 2025an jî berdewam kir. Şeredariyên Colemêrgê, Mêrdîn (bajarê mezin), Êlih, Xelfetî, Dêrsim, navçeya Miksê ya Wanê, Wan (bajarê mezin), Sêrt, navçeya Akdenîz a Mêrsînê û navçeya Qaxizmanê ya Qersê hatin desteserkirin. Tevî ku pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” ji aliyê Rêberê Gelê Kurd li dijî înkarkirina Kurdan hat destpêkirin jî lê dîsa qeyim danîn ser îradeya gelê Kurd.

Ajansa Welat ava bû

Yekem ajansa xwerû bi Kurdî; Ajansa Welat di 27ê Mijdarê 2024an de bi dirûşmeya “Reng û dengê welat” dest bi weşanê kir. Bi avabûna Ajansa Welat re cara yekem ajanseke xwerû bi Kurdî jî li bakurê Kurdistanê dest bi weşanê kir. Ajansa Welat ku bi zaravayên Kurmancî û Kirmanckî weşana Kurdî dike, geşedanên li Kurdistan û dinayayê diqewimin bi zimanê Kurdî digihînê xwîner û şopînerên xwe.

Pêvajoya çareseriyê û daxwaza perwerdehiya fermî

Tevî hemû êriş, înkar, qedexekirina Kurdî û Kurdistanê û tunehesibandina netewa Kurd jî ev polîtîka bi ser neket. Lewma Serokê MHPê Devlet Bahçelî neçar ma ku careke din banga pêvajoya çareseriyê li gel Kurdan kir. Piştî banga dîrokî ya “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pêvajo derbasî merhaleyeke nû bû. Herî dawî jî pişti daxuyaniya dîrokî ya bi dîmen a Abdullah Ocalan “KKoma Aştî û Civaka Demokratîk” bi merasîmeke çekên xwe îmhakirin û komê destnîşan kir ku ew ji niha şûn ve dixwazin beşdarî siyaseta demokratîk bibin û têkoşîna xwe bi vî rengî bi rê ve bibin. Piştî merasîmê çavê raya giştî ya Kurdan jî li gav avêtina dewletê ye. Di pêvajoya çareseriyê de yek jî daxwaza sereke ya gelê Kurd naskirina mafê perwerdehiya fermî ya bi Kurdî ye. Sazî û dezgeheên Kurdî bi daxuyanî û çalakiyên cur bi cur daxwaza perwerdehiya fermî dikin û Kurdî bibe xwedî statu û dixwazin dewlet di vê mijarê de gavên şênber biavêje.

Sibê: Zarokên Kurd ji perwerdehiya zimanê dayikê bêpar man e.

Etîket: çanddewleta TirkKurdKurdîKurdistanNasnamepêvajoqedexezimanZimane Kurdi
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Iraqê biryara qedexekirina zimanê Kurdî li zanîngehan betal kir

Iraqê biryara qedexekirina zimanê Kurdî li zanîngehan betal kir

26 TÎRMEH 2025
Hevserokê DBPa Wanê Demîr: Ji bo tenduristiya pêvajoyê divê mafê hêviyê bê pêkanîn

Hevserokê DBPa Wanê Demîr: Ji bo tenduristiya pêvajoyê divê mafê hêviyê bê pêkanîn

25 TÎRMEH 2025
HPG: Êrîşên dewleta tirk berdewam dikin

HPG: Êrîşên dewleta tirk berdewam dikin

24 TÎRMEH 2025
Saziyên Şirnexê: Divê dewlet ji aliyê qanûnî ve gavan biavêje

Saziyên Şirnexê: Divê dewlet ji aliyê qanûnî ve gavan biavêje

24 TÎRMEH 2025
Aştiya bi rûmet

Aştiya bi rûmet

24 TÎRMEH 2025
Medreseya Feqiyê Teyran bi tunebûnê re rû bi rû ye

Medreseya Feqiyê Teyran bi tunebûnê re rû bi rû ye

22 TÎRMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2025 (533)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne