• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
07 ÎLON 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ji bo çanda dengbêjiyê bidin jiyîn hatin gel hev 

    Ji bo çanda dengbêjiyê bidin jiyîn hatin gel hev 

    ‘Çapemeniya Azad meşaleya azadiyê ye’

    ‘Çapemeniya Azad meşaleya azadiyê ye’

    Rêxistinên Jinan: Divê ambargo deynin ser Îsraîlê

    Rêxistinên Jinan: Divê ambargo deynin ser Îsraîlê

    Gelê Şirnexê vexwendin çalakiya Bestayê

    Gelê Şirnexê vexwendin çalakiya Bestayê

    Li Enqereyê panela ‘Aştî û Demokrasiyê’

    Li Enqereyê panela ‘Aştî û Demokrasiyê’

    Nêrgiz Mihemedî ji NYyê re name şand

    Nêrgiz Mihemedî ji NYyê re name şand

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Ji bo çanda dengbêjiyê bidin jiyîn hatin gel hev 

    Ji bo çanda dengbêjiyê bidin jiyîn hatin gel hev 

    ‘Çapemeniya Azad meşaleya azadiyê ye’

    ‘Çapemeniya Azad meşaleya azadiyê ye’

    Rêxistinên Jinan: Divê ambargo deynin ser Îsraîlê

    Rêxistinên Jinan: Divê ambargo deynin ser Îsraîlê

    Gelê Şirnexê vexwendin çalakiya Bestayê

    Gelê Şirnexê vexwendin çalakiya Bestayê

    Li Enqereyê panela ‘Aştî û Demokrasiyê’

    Li Enqereyê panela ‘Aştî û Demokrasiyê’

    Nêrgiz Mihemedî ji NYyê re name şand

    Nêrgiz Mihemedî ji NYyê re name şand

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Zarok di zikê dayikê de fêrî 900 peyvî dibe’

Navenda Nûçeyan / AW

23 SIBAT 2025 - 22:34
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê bi boneya 21 Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cihanê bi navê “Perwerdehiya zimanê zikmakî, di zimanê zikmakî de derûniya zarokan û astengiyên li ser zimanê Suryaniyan” panelek li dar xist. Mamoste Dîlan Şeveşoglu anî ziman ku zarok di zikê dayikê de fêrî 900 peyvan dibe û divê teqez dayik zina fêrî zarokên xwe bike.

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê li avahiya Odeya Mîmaran a şaxa Mêrdînê bi munasebeta 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cihanî panelek li dar xist. Nivîskar Îrfan Amîda, Ahmed Çelîk, sazî û rêxistinên li Mêrdînê û gelek hemwelatî beşdarî panelê bûn. Panel bi axaftina moderator Parêzer Dîlan Koç dest pê kir. Dîlan Koç ewil axêverên panelê da nasîn û mafê axaftina destpêkê da nivîskar Hogir Berbir. Pişt re Peyamnêr û Mamosteya Ziman Dîlan Şeveşoglu û Serokê Komeleya Çand û Wêjeya Zimanê Suryaniyan Nivîskar Malfono Yusuf Begtaş axivîn, bal kişandin ser pêvajoya îlankirina 21ê Sibatê weke Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî, nirxandin û aliyê zimanî û têkoşîna zimanî pêşkêş kirin.

Gerek em di neynikê de li xwe binerin!

Berbir diyar kir ku serdema ku tê de ne, bi alav û amûrên nûjen dibe sedema kêmaxaftina zimanên li ber pisaftinê li ber xwe didin û ev xeterî bandora li ser zimanê kurdî jî kiriye. Hogir Berbîr, da zanîn ku tenê li malê bi zarokên xwe re bi kurdî axivîn têr nake û got: “Pakîstana di sala 1947an de ji bin serweriya Hîndistanê veqetiya û serxwebûna xwe ragihandin. Zimanê Urdû wek tenê zimanê Pakîstanê hat ragihandin û hemû zimanên din ên wê erdnîgariyê hatin qedexekirin. Yek ji van zimanan zimanê Bengalî bû. Gelê Bengalî li dijî  serdestiya dewleta nû yekzimanîbûna wê qebûl nekir û daketin kolanan. Di xwepêşandana sala 1952an de polîsên Pakîstanî gule reşandin ser çalakiya wê demê û 11 ciwan şehîd bûn. Piştî vê çalakiyê gelê Bengalî tekoşîna xwe zêdetir kir. Hikûmeta Pakistanê neçar ma ku di sala 1956an de, zimanê Urdû û Bengalî bi hev re li Pakistanê bike zimanên fermî. Bengalî dema di sala 1971an de serxwebûn û azadiya bidest xist û 21ê Sibatê Roja Şehîdên Zimanê Dayikê îlan kir. Di sala 1999an de, UNESCOyê ev roj wek Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî qebûl kir.”

Hogir Berbir di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku di rapora UNESCOyê de zimanê kurdî di nava zimanên di bin xetereyê de cih digire û wiha got: “Mixabin li malên me, li ser medyaya civakî, di televîzyonan de tirkî li her derê bûye serdest. Tevî ku di têkoşîna azadiyê de têkoşîna ziman heye, lê mixabin têkoşîna ziman di salên dawî de kêm bûye û bandorê li xebatên ziman nake. Îro dema em zarokekî 5 salî dişînin kreşê û di 5 saliya xwe de dest bi axaftina tirkî dike, şansê wan zarokan tine ku zimanê xwe hîn bibin.”

‘900 gotinan hîn dibe!’

Piştre Nivîskar û Mamoste Dîlan Şeveşoglû jî diyar kir ku zarok zimanê dayikê di zikê dayika xwe de dest pê dike û girîng e ku dayik bi taybetî bi zarokên xwe yên 5 mehî re teqez bi zimanê xwe biaxivin û got: “Dema zarok di zikê dê de çêdibe, heta zayînê di zikê dê de 900 gotinan hîn dibe. Piştî wê heta 2 saliya xwe bi zimanê dayikê axaftin gelekî girîng e û bi dan û stendinê pêk tê. Zarok gotinan hîn dibe lê nikare bîne ziman, ta ji 2 salî şûn de dest bi axaftinê dike. Dewletê ev xetere dît û demildest pêvajoya dibistanan guhert. Dibistanên navîn ji 6 saliyan dest pê dike. Beriya dibistanên navîn zarokan mecbûrî krêşan dike. Pê re bi zanebûn hin herfên kurdî ji nav alfabeyê derxist da zimanê zarok baş yek carê bi pisaftinê têk bibe. Bi vê yekê re hem ziman û hem jî dengê ji qirikê dertê ji holê radike. Zimanê tirkî û zimanê Kurdî wek ku em dizanin ne di nava komekê de ye, ev jî dibe sedem ku ziman li ber pisaftinê zêde li ber xwe nede û têk biçe. Bo vê dibêm bar dikeve ser milê malbatan da ku zarokan li hember pisaftinê biparêze.”

Dîlan Şeveşoglu, berî gotina xwe bi dawî bike da zanîn ku wextê çêbûna zarokan ziman genetîk e û di tinekirina ziman de jî destwerdana genetîkî pêk tê. Pê re li ser perwerdehiya başûrê Kurdistanê sekinî û rewşa wir anî ziman.

‘Ji bo parastina zimanê suryaniyan piştgirî divê’

Serokê Komeleya Çand û Wêjeya Zimanê Suryaniyan Malfono Yusuf Begdaş pêşî axaftina xwe  bi zimanê Suryanî kir û bal kişand ser dewlemendiya zimanê Suryaniyan. Malfono Yusuf Begdaş anî ziman ku zimanê wan di bin zext û xetereyeke mezin de ye û wiha domand: “Zimanê Suryaniyan di nava xwe de xwedî ahengeke taybet û dewlemend e. Lê di rewşa heyî de zimanê Suryaniyan li ser vê erdê ku kok girtiye, divê bê parastin. Ji bo siberoja zimanê Suryaniyan divê avahiyeke hevpar bê avakirin û ji bo parastina zimanê Suryanî jî pêwîstî bi desteka civakî, çandî, siyasî û saziyan heye. Konjektora ku em tê dene û nêzîkbûna îradeya siyasî, bûyerên dîrokî û koçberiyê bûne sedem ku zimanê Suryaniyan ji hev bela wela bibe. Qedera hemû zimanên li ser vê erdnîgariyê li ber pêlên pisaftinan ketiye û roj bi roj ber bi tunebûnê ve diçe. Zimanê Suryaniyan gelek ji mekanên pîroz bê derxistin û di nava civakê de bi awayekî resen bê axaftin û parstin. Tevî hemû astengiyan hê jî ji bo parastina zimanê Suryaniyan û veguhestina wê bo pêşerojê hêviyek heye.”

Malfono Yusuf Begdaş berî gotina xwe bi dawî bike destnîşan kir ku parastina zimanê Suryaniyan ne tenê parastina ziman e, di heman demê de ji bo lêkirina dîwarekî saxlem pêwîstî bi perwerdehiya zimanê zikmakî heye.

Panela ku ji aliyê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê ve hat amadekirin, bi pirs û bersivan domiya. Berî ku panel bi dawî bibe, gotina dawîn ji aliyê Nivîskar Ahmet Çelîk ve hate kirin, spasî û malavahiya beşdaran tevan kir.

Dawiya panelê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê herdu romanên Hogir Berbir ku ji weşanxaneya Aramê wergirtibûn, Nivîskar Hogir Berbir ji beşdaran re îmze kir.

 

Etîket: 21ê sibateDîlan ŞeveşogluHogir BerbirKurdîMerdinPanelsuryanîziman
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Li Enqereyê panela ‘Aştî û Demokrasiyê’

Li Enqereyê panela ‘Aştî û Demokrasiyê’

6 ÎLON 2025
komeleya Avesta-Îzmîr

Komeleya Avesta: Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî

5 ÎLON 2025
Xelkê Amedê rojane bi kîjan zimanî diaxive?

Xelkê Amedê rojane bi kîjan zimanî diaxive?

4 ÎLON 2025
Li Şirnex û Mêrdînê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hate kirin

Li Şirnex û Mêrdînê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hate kirin

1 ÎLON 2025
Li bajarên Kurdistanê bernameyên bişaftinê 

Li bajarên Kurdistanê bernameyên bişaftinê 

31 TEBAX 2025
Tuncel: Divê aştî bi hemû kurdan re were pêşxistin

Tuncel: Divê aştî bi hemû kurdan re were pêşxistin

30 TEBAX 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÎLON 2025 (111)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne