Zarok Tv bi boneya 10emîn salvegera xwe li Çand Amedê şahiyek li dar xist. Di şahiyê de Serokê Lijneya Zarok Tvyê Faruk Korkmaz got: “Em e her dem ji bo zarokên Kurd têbikoşin.”
Zarok TV bi boneya 10emîn salvegera xwe li Çand Amedê (Navenda Çand û Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê) ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê şahiyek li dar xist. Di şahiyê de rêveberên Zarok TV û gelek welatî bi zarokên xwe re amadebûn. Salona Çand Amedê ku bi nexopan hat xwemilandin, ji hezaran zarokan re malovanî kir. Bernamê li sînevîzyona “10 saliya” Zarok Tvyê destpêkir. Piştî sînevîzyonê Serokê Lijneya Zarok TVyê Farûk Korkmaz axivî. Farûk Korkmaz diyar kir ku di şert û mercen giran de me destpêkir lê niha em gihiştine hezaran zarokan û wiha got: “Hûn dizanin mafê tevahiya zarokên li cîhanê dijîn heye, ji bo zarokên Kurd berî deh salan me zarok tv avakir. Di şert û mercên giran de me Zarok TVyê avakir, lê tu astengiyan em ji armanca me dûr nexist. Em e her dem xwe bawer bûn. Di 10 salan de saziyên me, em tenê nehişt. Em e her dem ji bo zarokên xwe di nav têkoşînê de bin.”
Piştî axavtina Farûk Korkmaz ji bo alikariya saziyan ya ji bo Zarok Tvyê plaket hat dayîn. Şahî bi konsera Koroya Zarok Tv û Koma Şubadap xilas bû.